Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partî wê sibe biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê protestoya 15’ê Sibatê: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çareseriya mayînde ji azadiya Rêber Apo derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Berxwedana jinan komplo vale derxist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê rewşa xizaniyê ya jinan: Gihîştina tendurustî, xurek û mafên bingehîn tune ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > QSD: Abdullah, Pîro, Rênas û Rûmet sembola berxwedana me ya şoreşgerî ne
Rojava

QSD: Abdullah, Pîro, Rênas û Rûmet sembola berxwedana me ya şoreşgerî ne

QSD’ê, bi daxuyaniyekê şehadeta hevrêyên xwe Abdullah Efrîn, Pîro Mordem, Rênas Amed û Rûmet Cîlo ragihand û got, “Ew sembolên berxwedana me ya şoreşgerî ne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta 4 şervanan ragihand.

Daxuyaniya QSD’ê bi vî rengî ye:

“Em bi serfirazî û dilsozî nansnameyên 4 hevrêyên xwe radighînin ku di demên cuda yên têkoşîna me de şehîd bûne. Hevrêyên me bi fedakariyeke bêhempa heta kêliya dawîn a jiyana xwe têkoşîn û bûn fedaiyê gelê xwe li hember çete û dagirkeran.

ABDULLAH EFRÎN: Hevrêyê me yê qehreman Abdullah Efrîn (Basil Qasim) mînakek zindî ya welatparêziya rastîn bû, bi taybetî ji bo bajarê xwe Efrîn ku heta dawiyê ji bo wê şer kir. Helwesta wî ya fedakariyê ne tenê erkek bû, îfadeyek dilsoz a evîna wî ya kûr a li hemberî axa ku li ser mezin bûye. Bi dilsoziyek bêdawî xwe fedayê axa xwe kir. Dagirkeriya çeteyan, ti carî nepejirand. Heta kêliya dawîn li ser helwesta xwe ya nîştimanî ma. Bi dilê tijî baweriya bi welatê xwe, heta ku wî axa ku jê hez dikir bi xwîna xwe ya pak av da, wekî lehengek zindî û bêhempa ket dilê gelê xwe û şehîd bû.

Hevrêyê me Abdullah ji zû ve tevlî hêzên me bû. Vê dilsoziyê ew ber bi pêşketinek mezin di bidestxistina ezmûn û hevaltiya leşkerî de bir. Di her operasyonên ku ew beşdar bû de serketinek berbiçav bi dest xist.

Hevrêyê me Abdullah mîrateyek neteweyî ya bi heybet li pey xwe hiştiye ku dê di xebat û têkoşîna me de wekî çirayek bimîne. Fedakariya wî, ku ji dilekî ku heta dawiyê ji welatê xwe hez dikir derket, wê di bîra gelê me de wekî leheng û sembolek berxwedana serdemê ya li Efrîn bimîne.

MORDEM PÎRO: Hevrêyê me, Pîro Mordem (Nîmet Yildiz) ji malbateke welatparêz tê ku bi dehsalan bi girêdana xwe ya bi nirxên têkoşînê û welatparêziya rastîn tê nasîn. Di seranserê dîroka hêzên me yên şoreşger de, malbatê gelek şehîd dane ku bûne beşek girîng ji mîrateya wê ya bi rûmet. Ji vê mîrateya neteweyî ya kûr, hevrêyê me Mordem perensîb û ramanên xwe yên şoreşgerî wergirtiye, ku wî ji zarokatiyê ve bi xwe re hilgirtiye û ji malbat û civaka xwe fêrî hemû nirxên pîroz bûye.

Ev welatparêziya kûr ew ber bi tevlîbûna tevgerên şoreşger û hêzên me ve bir. Li wir wî nirxên ku ew li qadê bi beşdarbûna xwe di gelek operasyonên leşkerî de mezin bûye, temsîl kir. Bi wêrekî berbiçav û qehremaniyeke bêhempa şer û têkoşîn kir. Wekî fermandarek berpirsiyariyên girîng di rêvebirina hêzên xwe de girt ser xwe û her hewlek da ku wan ji êrîşên dijmin biparêze.

Hevrêyê me Mordem ne tenê fermandarekî leşkerî bû, di heman demê de kesayetekî rewşenbîrî û siyasî yê qedirbilind bû. Ji ber nêzîkatiyên xwe yên siyasî û rewşenbîrî di demên cuda de ht girtin. Asta wî ya pêşketî ya hişyariyê hişt ku ew beşdarî bilindkirina hişmendiya çandî û zêdekirina eleqeya siyasî di nav hevalên xwe de bibe, wî gelek nirx dida hevalên xwe û bi terzê xwe yê bi hurmet hezkirina xwe di nav wan de çand.

RÊNAS AMED: Hevrêyê me Rênas Amed (Murad Atiş) di nav nifşê yekem ê hêzên me de bû. Ji Ewropayê tevlî bûye. Ew ji malbateke şoreşger tê ku ji destpêka têkoşînê ve di nav xebatan de ye û di vê rêka rûmetê de şehîd dane.

Di salên xwe ên şoreşgerî di nav hêzên me de, hevalê me Rênas li gelek herêman erk girt, ezmûnên cihêreng bi dest xist û serkeftinên mezin kir para gelê xwe. Ew bi aqilmendî û sebra xwe dihat nasîn, qet di biryaran de lez nedikir. Berî ku bi bawerî û bi domdarî wan li qadê bicîh bîne, bi baldarî hemû alî û îhtimalan dinirxand û derbên bi bandor li dijmin dixist.

Hevrê Rênas ne tenê fermandarekî leşkerî bû, di heman demê de perwerdekarekî pir jêhatî bû ku di warên perwerdehiyê yên cûrbecûr de xwedî ezmûnek berfireh bû. Ew bi afirînerî û nûjeniya xwe di pêşxistina rêbaz û taktîkên nû yên şer de ji bo manevra, serdegirtin û hemû aliyên din ên operasyonên leşkerî de dihat nasîn.

Tevî ku di dema beşdarbûna xwe ya di şerên berê yên li Efrîn û deverên din de du caran birîndar bû jî, hevalê me Rênas israr kir ku têkoşîna xwe bidomîne û beşdarî hemleyên leşkerî bibe. Ew beşdarî hemleya Şehîd Rûbar Qamişlo û hem jî hemleya rizgarkirina Reqayê ji rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê bû, wekî fermandarekî bi bandor û xwedî biryar bû beşek ji serketina li dijî terorê û hêmana parastina gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe bi hêz kir.

RÛMET ÇÎLO: Hevrêyê me Rûmet Çîlo (Mihemed Bilal) di dema dagirkirina herêma Efrîn de li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedanek dîrokî da. Wî bi wêrekiyek berbiçav şer kir, ji eniyek ber bi eniyek din ve diçû, heta ku di şerekî li dijî dagirkerî û çeteyên wê li navçeya Şera ya rojhilatê Efrîn gihîşt şehadetê.

Hevrêyê me Rûmet dema ku dît ku erkê wî yê neteweyî wî dawet dike ku welatê xwe û gelê xwe biparêze, dudilî jiyan nekir ku tevlî hêzên me bibe. Bi tevlîbûna xwe, wî kesayetekî welatparêz û dilsoz ê bi doz û êşên gelê xwe re nîşan da, ev evîn û îrade di xebata xwe de nîşan da. Ew her wiha bi pabendbûna xwe bi rêgez û prensîbên rêxistinî yên hêzên me ve hate nasîn, mînakek disîplîn û têkoşer nîşan da.

Bîranîna hevalên me yên şehîd Abdullah, Pîro, Rênas û Rûmet û fedakariya wan, dê ji bo hêz û gelê me di rêwîtiya wan de wekî prensîbek serketinê bimîne. Şehadeta wan rêyeke ku em di bîranîna wan de gelê xwe û axa xwe biparêzin.

Em sersaxiyê ji xwe, malbatên çar şehîdan û hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Em ji bîranîna wan hêzê digirin da ku rêya xwe ber bi welatekî ku ewlehî û aramiyê dihewîne bidomînin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

 

Nasnav: Abdullah Efrîn

Nav û Paşnav: Basil Qasim

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Efrîn – Meydan Ekbes

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn-gundê Cilbirê, 17 Adar 2018

***

Nasnav: Pîro Mordem

Nav û Paşnav: Nîmet Yildiz

Navê Dayikê: Edîbe

Navê Bav: Îsmet

Cihê jidayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik (qezaya leşkerî), 22 Tîrmeh 2024

***

Nasnav: Rênas Amed

Nav û Paşnav: Murad Atiş

Navê Dayikê: Hulya

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji dayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo (qezaya leşkerî) 12 Şibat 2024

***

Nasnav: Rûmet Çîlo

Nav û Paşnav: Mihemed Bilal

Navê Dayikê: Elmaz

Navê Bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn- Şera, 28 Şibat 2018

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Romayê Festîvala Çand û Dîroka Kurd hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re Li Girtîgeha Erzîncan binpêkirin bi dawî nabin: Lêgerîna tazî, qedexeya axaftina bi Kurdî û tecrîd
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd Ehmed Omer gihişte Başûrê Kurdistanê

Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer di deriyê Sêmalka re gihişte Başûrê Kurdistanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk êrîşî Tişrînê dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din êrîşeke giran birin ser Bendava Tişrînê.

Ji aliyê Stêrk TV

SAMER: Di navbera 1’ê Tîrmehê-24’ê Mijdarê de herî kêm 362 jinan jiyana xwe ji dest dan

Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) ragihand ku di navbera 1'ê Tîrmehê û 24'ê Mijdara 2025'an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Arakçî ji bo muzakereyên nukleerê li Cenevreyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Kobanê: Çawa ku komploya yekemîn hatibe vala derxitin, dê ev jî were vala derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî: Me karî dengê xwe bigihînin ker kesî, ji bo peymanan mîsogeriya navnetweyî dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?