Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn a hatiye girtin û li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, tevlî merasîma cenazeyê birayê xwe Hasan Altûn ê di 30’ê çileyê de li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, bû. Leşkeran Nûrhayat Altûn ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê dihat ragirtin, anîn Goristana Karşiyaka ya Enqereyê. Altûn piştî karûbarên veşartinê hat Mala Şînê ya Dayika Fatma û tevli şînê bû.
Hevserokên DEM Partiyê yên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK), Rêxistina Bajêr a Enqereyê, Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) malbat û xizmên Altûn tevlî merasîma cenaze bûn.
Hasan Altûn ê jiyana xwe ji dest dayî, birayê mezin ê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn e.