Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayindir: Êdî dema avakirina meclîsên ziman li her derê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vasfî Hoştaş û Îlhan Keklîk ku berdana wan dihat astengkirin, hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê êrîşkarê çekdar 4 kes kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê gardiyan êrîşî girtiyên ku bi Kurdî axivîn kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Meha Gulanê li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê wê di rojên pêş de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Seqizê hêrsa gel mezin dibe: Çalakvanan tesîsên kanên zêr şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê civîna meclisa giştî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemmedî ji nexweşxaneyê hat derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kongreya TAJÊ peyama hevpar: Divê yekîtiya jinan bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên 25’ê Mijdarê destpê kirin
Jin

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên 25’ê Mijdarê destpê kirin

Koordînasyona başûr a Kongra Star û Meclîsa Jinan a PYD'ê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Nûnertiya Koordînasyona Kongra Star ya Başûr û Meclisa Jinan a PYD’ê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyên roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê kirin.

Di daxuyaniyê de banga rêxistinbûyînê û li dijî pergala dijminê jinê sekneke hîn mezintir nîşan bidin hate kirin. Herwiha hate gotin ku divê pêvajoyêde weke rêxistinên jin, divê jin bi yekkirina hêza xwe bersiveke herî mezin bidin desthilatdariyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê di çarçoveya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê de, kom xebat, semîner û civînên gelk bên lidarxistin.

Di daxuyaniya ku li Nûnertiya PDY’ê ya Başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê û ji aliyê Endama Komîteya Rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Mihemed ve hatî xwendin de, ev tişt hatin gotin:

“Em destpêkê xwişkên mîrabel ku bi têkoşîna xwe a li dijî desthilatiyêde mîrasa berxwedan û berdêl dayînê ji mere hiştiyî û bûyî sedem ku ev roj weke roja li dijî şiddetê têkoşîn bê destgirtin, bi rêzdarî bibîrtînin. Di şexsê van têkoşerande ji dîrokê heta roja me a îro hemû qehreman, têkoşer, fedekar û rênîşanerên me ên hêja Rosa Luksenburg, Sakine Cansiz, Şîlan Kobanê, Sosin Bîrhat, Yusra, Leman, Aryen Mako, Gulistan, Hêro Bahadînan û bi hezaran têkoşerên ku me navê wan nenivîsîne, bi rêzdarî bibîrtînin û em soz didin ku emê doza wan hîn mezintir bikin.

Wek tevgera Kongra Star ji avabûyînê heta niha li ser mîrasa berxwedayîna kesên ji bo azadiyê berdêl dayî em meşiyane û mezin bûne. Em xwedî li ked û berxwedayîna wan derketine. Îro jî li dijî zihniyeta cîhadîst bi hemû hêza xwe a siyasî, polîtîk, civakî em têkoşîneke bê hempa didin meşandin. Zihniyeta serdest di sedsala 21’an de, di şexsê jinde gelek êriş li ser civakê pêk anî. Li her deverekê Kurdistanê siyaseteke cuda hate meşandin. Îro li Sûriye jî bi rejîma ku anîne ser hukum ve siyaseteke rasterast ku jinê hedef digire û jinê bê îrade bihêle tê meşandin. Em viya şênber jî di qanûnên ku tên derxistin ên li dijî îradeya jin, di siyasetê di qadên jiyanê ên din de rênedayîna jin, heta derketina jin a derve, cil û berg de zextên ku li ser tên de dibînin. Di Suriyeyê îro zihniyeteke wisa tê meşandin ku çaxa navîn jî derbaz kiriye. Ji aliyekêve pergala me a rêveberiya xweser bi hemû hêza xweve û bi têkoşîneke mezin ve dixwaze jinê bi îrade bike, ji bo wê jî hewldan dike, ji milê din ve pergaleke ku ji hêla cîhadîstan ve tê meşandin ji bo ku jinê hîn zêdetir têxe bin erdê, ji civakbûyînê qut bike hewldan dike. Em jî dizanin ku erka me di virde pir mezine û rola ku me dayî ser milê xwe pir girane. Desthilatiyê teybet van salên dawîde zêdetir li ser olperestî û zayendperestiyê kar kir. Teybet jî ji bo ku zayendperestiyê kûrtir bike ev beşên îslama radîkal xwedî rol kirin. Li Efganistanê Talîban, li Sûriye HTŞ ji ber wê yêkê bicih kirin û rê dane. Îro di şexsê van tevgeran de îradeya jin heta dawiyê tê şikandin, bê nasname, bê îrade tên hiştin. Bizanebûn tên tirsandin da ku jin ji malê xwe dernekevin. Eger jin xwedî rêxistin nebe neçar dimîne ku li beramberê qanûnên wan ên hovane serî bitewîne.

Di şexsê jinên Suweyda, jinên li sahilde me dît ku jina ku ne rêxistinkirî be rûbirûyê çi pêkanînan tê. Wek jin pêwîste em viya baş bizanibin ku tu dewlet piştgiriya azadiya jinan nake. Tu dewlet jî naxwaze jin xwedî îrade be. Ev di mînaka van deran de eşkere hate dîtin. Teybet îsal jinên li Suweydayê, li sahilê hatîn qetilkirin û yên ku hatî revandin di bajarande hatî firotin cihê şermeke mezin e. Ev şerma hemû cîhanê, hemû mirovahiyêye. Tenê ji bo van jinan nabe jî pêwîste jinên ku van kiryaran qebûl nake, jê acize pêwîste deng derxe. Bêdengî jî şermeke mezin e. Di çalakiyan de hêza xwe kirina yek wê encamên berbiçav jî derxe holê.

Başûrê Kurdistanê jî xwedî mîraseke berxwedanê ye. Em ji Leyla Qasiman bigirin heta Viyan Soranan, Hêro Bahadînan di têkoşîna azadiya jin de gelek berdêl hatiye dayîn. Li hemberê vê berxwedayîna jin li pergala dewleta Iraqê de jî xeteriyên mezin ji bo jin hene. Teybet van salên dawîde qanûnên li dijî jinê ên bin navê yasaya rewşa kesî ku derdikevin, dide nîşandan ku îradeya jinê bi rêya qanûnan jî dixwazin bişkênin, zayendperestiyê mayînde û meşrû bikin. Dîsa di yasayên Iraqêde kûrkirina zewaca temenê biçûk û pirjiniyê heye. Li hemberê van pêkanînan em dizanin ku jin tu carê bêdeng namîne. Ji ber ku jinên li vê heremê xwedî mîrateyeke berxwedanê a kevnar in.

Em di wê baweriyêdene ku ji vir şûnde jî wê rêxistinbûyîna xwe xurttir bikin û li dijî pergala dijminê jinê wê sekneke hîn mezintir nîşan bidin. Teybet di vê pêvajoyêde weke rêxistinên jin hêza xwe kirina yek bersiveke herî mezine ji desthilatiyêre. Em jî dibêjin ku bi wesîleya vê rojê em weke rêxistinên jinan hêza xwe bikin yek û li dijî pergala zayendperest sekneke bi encam nîşan bidin. Li hember van kiryaran em wek jinên Kurd bizanibin ku yêkitiya me wê çareseriya esasî bi xwere bîne. Ji ber wê jî ji cihaneke demokratîk em yêkitiya jinên Kurd ava bikin.

Li ser wê esasê em dîsa we ji dil û can silav dikin û di berxwedan û têkoşîna we de serkeftinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şîliyê hilbijartina di bin siya ‘nîqaşên ewlekarî û koçberiyê’ de
Nûçeya Pişt re Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: DEDAŞ’ê sê qetliaman bi hev re kir

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê diyar kir ku DEDAŞ ji saziyeke xizmetê zêdetir saziya zilmê ye…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îran di xetên xazê de du teqîn pêk hatin

Li Îranê di xetên belavkirina xazê de du teqîn pêk hatin. Rayedaran îdia kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

NPG’ê ji ber serketina gerîlayan peyameke pîrozkirinê weşand

Fermandariya Biryargeha NPG’ê hemû fermandar û şervanên ku Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Seqizê hêrsa gel mezin dibe: Çalakvanan tesîsên kanên zêr şewitandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê: Dosyaya dîlgirtî û windabûyan xebatên me yên pêşîn in

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kongreya Azadiya Îranê civîna meclisa giştî li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kongreya TAJÊ bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?