Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê bi dehan ciwan revandin. Li gorî çavkaniyan, şevê din li taxa Eşrefiyê herî kêm 20 ciwan hatine revandin.
Hat diyar kirin ku dema ciwan hatine revandin li taxê dengê çekan hatine bihîstin û elektrik-înternet hatine qutkirin.
Hê nasnameyê kesên hatine revandin diyar nebûne.
Hefteya bihurî li Efrînê welatiyê bi navê Şukrî Ehmed Oso (65), Mihemed Ehmed Derwîş (55) û Mistefa Îso hatibûn kuştin.

