Li Efrîna dagirkerî sûcên dermirovî ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve têne kirin, dewam dikin
Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Mistefa Mihemed Îso (Îskê) yê ji gundê Qermitliq qetil kir.
Li gorî çavkaniyan, çeteyekî Mistefa bire gundê Sinara nava zeviyan zeytûnan, piştre li serî wî da û wî qetil kir. Cenazeyê wî jî li heman cihî defin kir.

