Li Belém a Brezîlyayê “Kombûna Gelan” bi dawî bû. Kombûna Gelan, tevgeriyeke cîhanî ye ku têkoşînên li dora pirsgirêkên civakî-hawirdorî li hev dicivîne. Têkoşîneke ku li dijî mêtîngerî, patriyarkî, nîjadperestî û pergala kapîtalîst a heyî, têkoşîna gelan a ji bo çareserkirina hevpar dike armanc.
Ji Tebaxa 2023’an û vir ve, tevgerên civakî û gelên Brezîlyayê, koalîsyon, kolektîf, tor û rêxistinên civaka sivîl; tevgerên jinan, sendîka, gelên xwecihî, cotkarên malbatî û gundî, civakên quilombola, gel û civakên kevneşopî, civakên kevneşopî yên bi eslê xwe Afrîkî û rêxistinên ciwanan, pêvajoyeke xwegihandina hev ava dikirin.
Kombûna Gelan, wekî qadeke xweser li hemberî COP30’ê Peymana Çarçoveya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) ku li Amazonê pêk hat, derket holê. Armanca wê, avakariya civakî xurtkirin û têkoşînan hevpar kirin bû. Di vê çarçoveyê de, Kombûna Gelan di navbera 10-19’ê Mijdarê de, rêxistin û gelên ji çar aliyên cîhanê ji bo nîqaş, çalakî û bi hev re têkoşînkirinê anîn gel hev. Tevgerên Gelan, ji bo hişyarkirina raya giştî, xurtkirina demokrasiya beşdar, rawestandina paşveçûnan û li Brezîlyayê û cîhanê li ser biryara rêgezên têkoşîna ekolojîk hevpar bibe, hatin gel hev.
Wek ANF jî li Amazonê ya Brezîlyayê me “Kombûna Gelan” şopand û ji bo çalakiyên ku bi rojan dom kirin dosyaya encamê amade kir. Tiştên ku di Kombûna Gelan de derketin holê ev in:
“12’ê Mijdarê, bi sedan şandiyên gelên xwecihî yên bi rêya bejahî û avê hatibûn Belêmê hatin pêşwazîkirin. Roja ku bi qadên kombûnê yên li cihên cuda yên bajêr destpê kir û bi nîqaşên bi sernavên veguherîna enerjî û çalakiyên çandî berdewam kir.
13’ê Mijdarê, li dora gelek mijarên wekî parastina mafê avê, qeyrana avhewayê û mafên xwezayê, serweriya xwarinê, veguherîna enerjî, reforma axê gelek rûniştinên nîqaşê hatin lidarxistin. Şandiyên cuda bi rojan di komên xebatê û cihên cuda de beşdarî van nîqaş û civînan bûn.
14’ê Mijdarê, Tora Alternatîfên Cîhanî ya ku ji akademîsyen û civakên Başûrê Cîhanî pêk tê –ku Akademiya Modernîteya Demokratîk (AMD) û Akademiya Jineolojî jî endamên vê torê ne– paneleke bi navê “Demokrasiya Radîkal û Edaleta Avhewayê: Gotûbêja di COP30’ê de kêm mayî” lidar xist. Di vê panelê de, pêwîstiya alternatîfeke radîkal a li hemberî COP’ê hate gotûbêj kirin. Hate destnîşankirin ku ev alternatîf ji gelan bilind dibe, xweserî û demokrasiyê diparêze, mifteya çareseriya rastîn a krîza avhewayê ye. Hate gotin ku çareseriya dewletê dike navend ya COP30’ê ne xwedî kapasîteya çareserkirinê ye, berevajî vê, pirsgirêkê kûrtir û çareseriyê dereng dixe.
Heman roj, Xweseriyên Axê yên Amazonê û krîza şaristaniyê jî bûn mijarên giring ên nîqaşan.
Meşa Avhewayê ya Cîhanê
15’ê Mijdarê, Berta Zúñiga, ya keça Berta Cáceres a damezrînera COPINH’ê (Konseya Welatiyan a Gel û Rêxistinên Xwecihî) ya Hondurasê ku di 2016’an de hate qetilkirin, li gel kurê rêberê Mapuche yê winda Julia Chuñil, konferanseke çapemeniyê lidar xist û diyar kirin ku ew ê jibîrkirinê qebûl nekin û destpêka Meşa Avhewayê ya Cîhanê ragihandin. Meşa ku nêzî 70 hezar kes tevlî bûn, bi pêşengiya gelên xwecihî yên Amazonê û bi beşdariyeke xurt a tevgerên jinan, gelek zindî û cihêreng bû.
Di nav gelek panel û civînan de krîza avhewayê ji gelek aliyan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Navenda nîqaşan feminîzm, serweriya xwarinê, têkoşîna li dijî nîjadperestiya hawirdorî, veguherîna adil, enternasyonalîzm, bajar û xizanî bûn.
Daxuyaniya Encamê ya Kombûna Gelan
Di roja dawî ya lkombûnê de, daxuyaniya encamê radestî serokatiya COP30’ê hate kirin. Hin xalên giring ên di daxuyaniyê de wiha bûn:
“Pêwîstiya me bi yekitiya gelên xwecihî, civakên kevneşopî, quilombola, masîvan, berhevkar, jinên şikandêr ên gûzê babaçu, gundî, karkerên bajar, ciwan, tevgerên jinan, civakên LGBTQIAPN+, sendîka, niştecihên qeraxê û hemû kesên di hemû biyoman de têdikoşin heye.”
Daxuyanî, bi biryardarî îradeya avakirina cîhaneke adil û demokratîk anî ziman; li ser bingeha jiyana baş (buen vivir) û hêza cihêrengiyê îfade dike. Daxuyanî destnîşan dike ku krîza avhewayê bi bilindbûna rastgiriya tund, faşîzm û şeran kûrtir dibe û welatên Bakurê Cîhanî, şîrketên navnetewî û elîtên aborî wekî berpirsyarên sereke yên krîzên hawirdorê û civakî nîşan dide. Bi tundî bersiv dide qirkirina li ser gelê Filistînê tê maşandin û bi gelên ku li dijî projeyên emperyal, mîlîtar û binpêkirina axê berxwedan dikin, piştgirî û hevgirtineke çalak radigihîne.
Daxuyanî bi van pêşniyaran bi dawî dibe:
– Li dijî çareseriyên sexte yên bazarê derketin û parastina hewa, daristan, av, ax, kanza û enerjiyê.
– Bidawîkirina şer û mîlîtarîzasyonê, veguhestina çavkaniyên leşkerî ji bo herêmên ji qeyrana avhewayê bandor bûne,
– Şîrketên ku zirar û windahiyên ji ber maden, sotemeniyên fosîl, bendav û felaketên hawirdorî didin divê van ziraran pêşwazî û telafi bikin,
– Parastina parastvanên mafên mirovan û jîngehê xurt kirin, li dijî krîmînalîzekirina tevgerên civakî têkoşin kirin.
Ev rojên kombûnê yê li Belêmê ji bo diyalog û têkoşînên nû zemin amade kirin. Di 18’ê Mijdarê de hate ragihandin ku 10 herêmên xwecihî wê bên sînordarkirin û radestî civakên xwecihî bên kirin. Ev hejmar, li gorî pîvana qeyrana avhewayê bêguman kêm e. Di heman demê de hate eşkere kirin ku ji her 25 beşdarên COP30’ê yek lobiya şîrketên sotemeniyên fosîl e.
Bêguman Kombûna Gelan a Belêmê, pêwîstiya koordînasyona têkoşînên jîngeh û axê di asta gel û tevgerên civakî de destnîşan kir. Divê neyê jibîrkirin ku çareserî û parastina axê, bi awayekî dîrokî li ser têkiliya ku civakan bi cihêrengiya xwe ava kirine, hatiye avakirin. Vê erkê ji hêzên hegemonîk, dewletan, çavdêrên jîngehê û şîrketên pirneteweyî yên berjewendîperest re hîştin, tenê şer û ekokujên ku em pê re rû bi rû ne kûrtir dike.
Di Kombûna Gelan de hate nîşan dan ku divê berxwedana gelan, divê li ser bingeha avakirina civakan a kolektîf û di bingeha xwebirêxtinkirinê û yekparêbûnê de bê meşandin.

