Di sala 2025’an de li seranserê cîhanê xizanî, girtîgeh, newekhevî û tundiya li hemberî jinê di asta alarmê de ye. Raporên ku di nava sala 2025’an de hatin weşandin raxistin pêş çavan ku ne tenê tundiya şexsî her wiha ji ber xizanî, newekhevî û binpêkirinan jin bi rêk û pêk hatin mexdûrkirin. Li gorî Rapora Rewşê ya 2025’an a Daneyên Global – Wekheviya Zayenda Civakî ya UN Women (Îlona 2025), li seranserê cîhanê ji sedî 25 ê jinan hîn jî di binê sînorê xizaniyê de ne. Eger meylên heyî dewam bikin, wê 351 milyon jin û zarokên keç di sala 2030’î de di nava xizaniyeke giran de bin. Rêjeya xizmetên tenduristî û perwerdeyê yên ji bo jinan li gorî mêran ji sedî 20 hîn kêmtir e.
Rapora Lêkolînkirina Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Tîrmeha 2025’an nîşan da ku li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê ji sedî 30 ê jinan li kiryarên xerab û cihêkariyê rast hatin. Rêjeya kar a ji bo jinan li gorî mêran ji seedî 15 li cîhanê kêmtir e, rêjeya bêkariyê jî li nava jinan ji sedî 10 zêdetir e.
Raporên 2025’an raxistin pêş çavan ku tundiya li hemberî jinan ne tenê sûcên şexsî ne; her wiha pêwendiya xwe yekser bi krîzên aboriyê, şert û mercên girtîgehan û newekheviya civakî heye. Mafê jiyanê, azadiya aborî û ewlekariya jinan di asta navneteweyî de alarmê dide û tê binpêkirin.
LI TIRKIYEYÊ TABLOYA TUNDIYA LI JINÊ GIRAN DIBE
Li gorî daneyên ku rêxistinên jinan di navbera Çile û Cotmeha 2025’an de ji qadê wergirtin, herî kêm 317 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Di daxuyaniya fermî ya Wezareta Karên Hundir de hate ragihandin ku heman demê 217 jin hatin kuştin.
Herî dawî di Cotmeha 2025’an de kuştina jinan zêde bû. Li gorî rapora Federasyona Komeleyên Jinan ên li Tirkiyeyê 27 jin hatin kuştin, (22 kuştina jinan, 5 mirinên bi guman). Ev dane piştrast dike ku di 10 mehên destpêkê de hejmar gihîştiye 317’an.
Di destpêka salê de jî tablo giran bû. Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir ku di Çileya 2025’an de 33 jin hatin kuştin, 32 jin jî bi gumanbarî mirin. Bûyerên di meha Çileyê de rû dan bi giranî ji aliyê partnerê nêz û tundiya li nava malbatê rû dan.Li gorî daneyên di çapemeniyê de hatin weşandin ji 1’ê Çileyê heta 5’ê Adara 2025’an 65 jin hatin kuştin, 119 jin jî bi gumanbarî mirin.
Li gorî saziyên jinan jinên hatin kuştin piraniya wan ji aliyê mêr ên nêzî xwe (hevjîn, hevjînê berê, hezkirî, bav) ve hatin kuştin.
TIRKIYE: TUNDÎ LI JINÊN KURD HATE KIRIN, MEKANÎZMAYÊN PIŞTEVANIYÊ LAWAZ BÛN
Daneyên sala 2025’an ên Şaxê Amedê yê ÎHD’ê û KCDP’ê nîşan didin ku jinên Kurd hem li nava malê hem jî li qada cemaweriyê li cihêkariyê rast tên. Li gorî rapora salane ya KCDP’ê li bajarên Kurdan ên weke Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê kuştina jinan zêde bû.
Şaxê Amedê yê ÎHD’ê jî diyar kir ku beşeke girîng a jinan ku sala 2025’an serlêdan kirin, nekarîn xwe bigihînin navendên jinan ên xwecihî ku berê piştgirî jê didîtin. Vê rewşê nîşan da ku girtina saziyên jinan ên ji ber desteserkirina şaredariyan di sala 2025’an de bandor kir û jinên Kurd nekarîn xwe bigihînin mekanîzmayên piştevaniyê.
ÎRAN: NIXUMANDINA BI ZORÊ, ZEXT Û GEFA DARVEKIRINÊ
Di sala 2025’an de li Îranê zexta li hemberî jinan bi rêk û pêk dewam kir. Li gorî raporên 2025’an ên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û saziyên mafên jinan, li Îranê jin ne tenê ji ber zayendiya xwe her wiha ji ber nasnameya xwe ya entîkî jî li cihêkariyê rast hatin. Bi taybetî jinên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê hem ji ber nasnameya xwe ya etnîkî hem jî zayendiya xwe ya civakî du caran li cihêkariyê rast hatin. Girtinên bi kêfî, êşkence, pêkanînên nixumandina bi zorê, cezayên darvekirinê bûn binpêkirinên sereke ku gef li mafê jiyanê yê jinan xwarin. Hebûna jinê li qada cemaweriyê, azadiya îfadekirinê û xweseriya bedenî bi polîtîkayên dewletê bi rêk û pêk hatin astengkirin.
Piştî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rayedarên Îranê herî kêm pênc aktîvîstên mafên jinan bi kêfî girtin.
Li aliyê din li Îranê li gel qanûna nixumandina jinan a bi zorê jî di medyayê de hate dîtin ku jinan serê xwe nenixumandin. Hin saziyên medyayê îdîa kirin ku qanûn hatiye rakirin jî, qanûn di meriyetê de ye. Lê belê jin mafên xwe yên ku bi têkoşîna piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dest xistin, hîn jî diparêzin.
ŞERÊ LI SÛRIYE Û FÎLÎSTÎNÊ REWŞ HÎN GIRAN KIR
Di sala 2025’an de tundiya li hemberî jinê di nava şer de hîn giran bû: Li Sûriyeyê jin bi rêk û pêk hatin revandin, li Fîlîstînê jî şer bandoreke hilweşîner li bedena jinê kir. Sala 2025’an tundiya şer a li hemberî jinan careke din raxist pêş çavan. Raporên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî nîşan dan ku li Sûriye û Fîlîstînê jin dibin hedefeke yekser û neyekser a tundiyê.
LI SÛRIYEYÊ BI RÊK Û PÊK ÊRIŞ LI HEMBERÎ JINÊN ELEWÎ HATE KIRIN
Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya Tîrmeha 2025’an de belge kir ku ji meha Adarê û pê ve 38 jin û zarokên keç ên Elewî hatin revandin. Temenê mexdûran ji 3 heta 40 salî ne; nava rojê li malê, li dibistanê û kolanan hatin revandin. Rapora Hezîrana 2025’an a Înîsiyatîfa Jinan a Sûriyeyê ragihand ku di heman demê de herî kêm 90 jin û zarokên keç bi zorê hatin revandin, êşkence li wan hate kirin û li tundiya zayendî rast hatin. Beşek ji van bûyeran jî bi zewicandina bi zorê bi encam bû.
Rapora piştî Sibata 2025’an a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku li herêmên Lazkiye, Tartûs, Hûms û Hamayê 36 jin û zarokên keç hatin revandin. Di raporê de hate destnîşankirin ku jin hem ji ber baweriya xwe hem jî ji ber zayenda xwe bi rêk û pêk dibin hedefa tundiyê.
TÊKOŞÎNA JINÊN KURD ÊN SÛRIYEYÎ LI HEMBERÎ ZEXTA ŞER Û ŞERÎATÊ
Sala 2025’an jinên Kurd ên li Sûriyeyê hem li hemberî şer hem jî li hemberî zexta rêveberiyên radîkal ji bo jiyanê li ber xwe dan. Li gorî rapora Adara 2025’an a Civaka Mafên Mirovan a Navneteweyî (IGFM) jinên Kurd weke jinên Elewî bi rêk û pêk rastî binpêkirina mafên mirovan hatin; sîstema dadgeriyê ya şerîatê ya hikumeta veguhêz qada azadiyê li jinan teng kir.
FÎLÎSTÎN: TUNDIYA NEYEKSER A ŞER LI HEMBERÎ BEDENA JINÊ
Sala 2025’an şerê li Xeze û Şerîa Rojava dewam kirin, şert û mercên jiyanê yên jinan giran kir. Li gorî daxuyaniyên Neteweyên Yekbûyî jin bi kiryarên koçberiya bi zorê, bêparmayina ji xizmetên tenduristiyê û rîska tundiya zayendî re rû bi rû man. Ji ber bombardûmana li ser Xezeyê û dorpêçê, xizmeta tenduristiyê û zayinê ya jinan bi rengekî cidî hate astengkirin. Pirsgirêkên stargeh û ewlekariyê jî bûn sedem ku tundî bi rengekî neyekser jî be zêde bibe.
SÛDAN: BANDORA HILWEŞÎNER A ŞER A LI HEMBERÎ JINÊ
Di sala 2025’an de şerê navxweyî yê li Sûdanê bandoreke giran li jinan kir. Li bajarê Faşirê di encama êrişên Hêzên Piştevaniya Lezgîn de 300 jin hatin kuştin; jin bi rêk û pêk li êşkence û êrişên zayendî rast hatin. Wezîra Aramiya Civakî ya Sûdanê Selîma Îshak ev êriş weke sûcekî mezin û paqijiya etnîkî pênase kir.
LI EFRÎKAYÊ ZEXTA CIHÊKARÎ, XIZANÎ Û NEWEKHEVIYÊ YA LI HEMBERÎ JINAN
Sala 2025’an li parzemîna Efrîkayê jin li qadên perwerde, tenduristî û kar li newekheviyên cidî re rû bi rû man. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî jinên Efrîkî li gorî mêran ji sedî 20 kêmtir sûd ji xizmetên bingehîn wergirtin. Bi taybetî jinên li qadên bejahî ji ber xizaniyê û normên zayendî yên civakî nekarîn azadiya xwe ya aborî bi dest bixin.
Raporên ku di çarçoveya Roja Navneteweyî ya Jin û Keçên Efrîkî hatin weşandin, nîşan dan ku jinan li hemberî nijadperestî û cihêkariyê têkoşîn meşandin. Parêzvanên mafên jinan dibêjin, li gel sererastkirinên qanûnî divê normên çandî jî bêne guhertin.
EWROPA: DI SALA 2025’AN DE TUNDÎ Û NEWEKHEVIYA LI HEMBERÎ JINÊ
Di sala 2025’an de li welatên Yekîtiya Ewropayê rêjeya tundiya li hemberî jinan zêde bû. Li gorî Plana Kar a 2025’an a Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, li seranserê Yekîtiya Ewropayê bûyerên tundiya fîzîkî, psîkolojîk û aborî zêde bûn. Bi taybetî li nava malê û li qada dîjîtal tundî zêde bû.
Li welatên Ewropayê têkoşîna jinan a li hemberî nekwekheviya aborî dewam kir. Li gorî daneyên OECD, jin hîn jî li gorî mêran mûçeyekî kêm werdigirin û bi rîska xizaniyê re rû bi rû ne. Rêxistinên femînîst û sosyalîst destnîşan kirin ku sîstema kapîtalîst a baviksalar a li Ewropayê tundiya li hemberî jinê xwedî dike. Di daxuyaniyên beriya 25’ê Mijdara 2025’an de hate ragihandin ku tundiya li hemberî jinê ne tenê şexsî ye, her wiha şêweyekî mêtingeriyeke bi rêk û pêk e.

