Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meşvanên Azadiyê: Divê deriyê Îmraliyê bê şikandin!
Rojane

Meşvanên Azadiyê: Divê deriyê Îmraliyê bê şikandin!

Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê' hatin Elbakê û esnafên bajêr ziyaret kirin. Di serdanê de peyama "Divê mifteya Îmraliyê bê şikandin" hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

 

 
Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, berê xwe dan navçeya Payîzava ya Wanê û ji wir jî berê xwe dan Elbakê. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên saziyên sivîl li ber avahiya DEM Partiyê ya Elbaxê bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.

‘EM Ê KURDISTANÊ AZAD BIKIN’

Ji meşvanên azadiyê parlamenterê Wanê Mahmut Dundar bi sedan kesên li navçeyê li hev civiyan yek bi yek silav kir û got, “Meşa Azadiyê ya ku me daye destpêkirin wê Kurdistanê azad bike. Îro gelê me yê Wanê li dijî faşîzmê piştgirî da me. Li Payîzava bi coşeke mezin em hatin pêşwazîkirin.Em dizanin ku heta gelê me bi me re be em ê bigihêjin armanca xwe. Gelê delal, hûn dizanin ev sed sal in li ser van xakan zilm û zordarî heye. Em jî wek gelên din dibêjin li dijî vê zilma ku ev sed sal in berdewam dike rawestin. Em wek gelê Kurd dixwazin li ser axa xwe, bi ziman û çanda xwe azad bijîn. Em vê dixwazin. Gelê Kurd 40 sal in li ber xwe dide. Divê êdî zarokên gelê Kurd û gelê Tirk neyên kuştin. Ev meş ne ​​tenê ji bo gelê Kurd, ji bo azadiya hemû gelan e. Piştgirî bidin vê meşê, destê xwe bidin, em vê meşê heta dawiyê bimeşînin. Heta tecrîda li ser birêz Ocalan neyê şikandin aştî nayê van xakan. Birêz Ocalan qasidê aştiyê ye. Ji ber vê yekê divê mifteya Îmraliyê bê şikandin.”

PEYAMA ‘SERHILDANÊ’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ji pêşwazîkirina bi coş a gelê Elbakê re spas kir. Neslîhan Şedal diyar kir ku mêtinger di dîroka xwe de her tim kuştin, komkujî û îşkence weke nexşerê nîşan dane û got, “Her tim tişta ku ketiye ser milê kurdan serhildan ê. Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Heta ku hûn Birêz Ocalan muxatap nebînin, heta ku tecrîd neyê şikandin wê aştî pêk neyê. Heta ku tecrîd neyê şikandin û Birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd çareser nabe. Hemû kesên ku îro aştiyê dixwazin bila piştgiriyê bidin têkoşîna me. Gelê me teqez wê bi ser bikeve.”

Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi spasiya gelê Elbakê dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan. Zeydan bal kişand ser meşê û got, “Gelê Kurd ji bo di nava aştî û wekheviyê de bijî têdikoşe. Ji bo vê jî ‘Meşa Azadiyê’ hat destpêkirin. Gelê Kurd 40 sal in li ber xwe dide. Her wiha bedelên mezin dane. Gelê me ji bo jiyaneke hevpar, wekhev û azad di vê meşê de ye. Ji bo dengê birêz Ocalan bigihêje civakê meş hat destpêkirin. Dema dengê Birêz Ocalan hat bihîstin atmosfera aştiyê ava dibe. Ji ber vê yekê divê hemû gelên Tirkiyeyê destekê bidin vê meşê, ji bo zûtir aştiyê pêk were. Dema ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin wê hêviya aştiyê jî pêk were.”
Namzetên Hevşaredarên Elbakê Şengul Polat û Fevzî Caner jî bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û diyar kirin ku Meşa Azadiyê gelekî girîng e.

ÇÛN SERDANA ESNAFAN

Piştî daxuyaniyê namzetên hevşaredarên Wan û Elbakê û meşvanên azadiyê bi hev re esnafan ziyaret kirin. Di ziyareta esnafan a li Kolana Kadîr Saruhan de der barê “Meşa Mezin a Azadiyê” ya ku hatiye destpêkirin de agahî hatin dayîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çima Sayiştay hemû raporên qeyûman eşkere nake?
Nûçeya Pişt re Êşkence û xiyaneta li zindanên PDK’ê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parlamentoya Sûriyeyê ya bi nîqaş civîna xwe ya yekemîn li dar xist

Parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) li Şamê civîna xwe ya yekem li dar xist. Parlamenteran bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Emîne Şenyaşar: Erdoganê ku doz li min vekir çima kiryaran negirt?

Emîne Şenyaşar bal kişand ser doza ku bi hinceta "heqaret li serokomar kiriye” hatiye vekirin…

Ji aliyê Stêrk TV

‘DEM Partî ne parçeyekî desthilatdariyê ye, ne jî cîgirê muxalefetê ye; rêyeke sêyemîn e’

Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Unal Yûsûfoglû li hemberî gef û heqaretên li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?