Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, berê xwe dan navçeya Payîzava ya Wanê û ji wir jî berê xwe dan Elbakê. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên saziyên sivîl li ber avahiya DEM Partiyê ya Elbaxê bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.
‘EM Ê KURDISTANÊ AZAD BIKIN’
Ji meşvanên azadiyê parlamenterê Wanê Mahmut Dundar bi sedan kesên li navçeyê li hev civiyan yek bi yek silav kir û got, “Meşa Azadiyê ya ku me daye destpêkirin wê Kurdistanê azad bike. Îro gelê me yê Wanê li dijî faşîzmê piştgirî da me. Li Payîzava bi coşeke mezin em hatin pêşwazîkirin.Em dizanin ku heta gelê me bi me re be em ê bigihêjin armanca xwe. Gelê delal, hûn dizanin ev sed sal in li ser van xakan zilm û zordarî heye. Em jî wek gelên din dibêjin li dijî vê zilma ku ev sed sal in berdewam dike rawestin. Em wek gelê Kurd dixwazin li ser axa xwe, bi ziman û çanda xwe azad bijîn. Em vê dixwazin. Gelê Kurd 40 sal in li ber xwe dide. Divê êdî zarokên gelê Kurd û gelê Tirk neyên kuştin. Ev meş ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo azadiya hemû gelan e. Piştgirî bidin vê meşê, destê xwe bidin, em vê meşê heta dawiyê bimeşînin. Heta tecrîda li ser birêz Ocalan neyê şikandin aştî nayê van xakan. Birêz Ocalan qasidê aştiyê ye. Ji ber vê yekê divê mifteya Îmraliyê bê şikandin.”
PEYAMA ‘SERHILDANÊ’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ji pêşwazîkirina bi coş a gelê Elbakê re spas kir. Neslîhan Şedal diyar kir ku mêtinger di dîroka xwe de her tim kuştin, komkujî û îşkence weke nexşerê nîşan dane û got, “Her tim tişta ku ketiye ser milê kurdan serhildan ê. Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Heta ku hûn Birêz Ocalan muxatap nebînin, heta ku tecrîd neyê şikandin wê aştî pêk neyê. Heta ku tecrîd neyê şikandin û Birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd çareser nabe. Hemû kesên ku îro aştiyê dixwazin bila piştgiriyê bidin têkoşîna me. Gelê me teqez wê bi ser bikeve.”
Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi spasiya gelê Elbakê dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan. Zeydan bal kişand ser meşê û got, “Gelê Kurd ji bo di nava aştî û wekheviyê de bijî têdikoşe. Ji bo vê jî ‘Meşa Azadiyê’ hat destpêkirin. Gelê Kurd 40 sal in li ber xwe dide. Her wiha bedelên mezin dane. Gelê me ji bo jiyaneke hevpar, wekhev û azad di vê meşê de ye. Ji bo dengê birêz Ocalan bigihêje civakê meş hat destpêkirin. Dema dengê Birêz Ocalan hat bihîstin atmosfera aştiyê ava dibe. Ji ber vê yekê divê hemû gelên Tirkiyeyê destekê bidin vê meşê, ji bo zûtir aştiyê pêk were. Dema ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin wê hêviya aştiyê jî pêk were.”
Namzetên Hevşaredarên Elbakê Şengul Polat û Fevzî Caner jî bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û diyar kirin ku Meşa Azadiyê gelekî girîng e.
ÇÛN SERDANA ESNAFAN
Piştî daxuyaniyê namzetên hevşaredarên Wan û Elbakê û meşvanên azadiyê bi hev re esnafan ziyaret kirin. Di ziyareta esnafan a li Kolana Kadîr Saruhan de der barê “Meşa Mezin a Azadiyê” ya ku hatiye destpêkirin de agahî hatin dayîn.