Duşem, 13 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rojnamevan Sarya: Jinên ku DAÎŞ têk birin serî li ber HTŞ’ê natewînin
Jin

Rojnamevan Sarya: Jinên ku DAÎŞ têk birin serî li ber HTŞ’ê natewînin

Rojnamevan Bêrîtan Sarya diyar kir ku jinên li Kobanê DAÎŞ têk birin, niha bi heman biryardariyê li dijî rejîma HTŞ'ê li ber xwe didin, ku êrişê dibe ser destketiyên jinan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Rojnamevann Bêrîtan Sarya bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê di sala 14’emîn a Şoreşa Rojava de rewşa jinan ji ANF’ê re nirxand.

 

ŞOREŞA JINÊN KU DAÎŞ TÊK BIRIN

Rojnamevan Sarya bi bîr xist ku Şoreşa Rojava di heman demê de Şoreşa Jinê ye û anî ziman ku jin ji sala 2012’an û vir ve ji hêzên xweparastinê heta bi meclîsên gel, ji komunan heta bi Rêveberiya Xweser li her qadên jiyanê di asta kotaya ji sedî 50’î û hevserokatiyê de xwe bi rêxistin kirin. Sarya destnîşan kir ku di Berxwedana Kobanê de yên ku yekemcar DAÎŞ têk birin jin bûn û got, “Ev şoreş şoreşa wan jinan e ku DAÎŞ têk birin. Şoreşa Rojava di sala 14’an de bi kedeke mezin û berdêlên giran li ser piyan ma. Hem xwe timî bi pêş dixîne hem jî hebûna xwe bi biryardarî dewam dike. Ev şoreş gelekî hate pênasekirin, lê belê pênaseya wê ya herî xurt bi vî rengî ye; Şoreşa Jinê. Li cografyayeke weke Rojhilata Navîn ku zayendîperestî, neteweperestî, olperestî û kapîtalîzmê ew dorpêç kiriye, krîzeke giran a dewletê heye. Di nava vê tarîtiyê de rabûna şoreşa jinê, rehberdan û mezinbûna wê xwedî wateyeke welê ye ku mînakên wê di dîrokê de kêm hatiye dîtin.”

BERHEMA KEDA BI SALAN

Sarya diyar kir ku Şoreşa Rojava bi esasî berhema karê 20 salan ê Rêber Apo yê li Sûriyeyê, têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd bi taybetî jî Tevgera Azadiyê ya Jinê ye û got, “Rêber Apo di 12’ê Tîrmeha 1979’an de di ser Kobanê re derbasî Sûriyeyê bû. Li Şamê, piştre jî li Lubnanê ma. Di vê pêvajoyê de ne tenê Kurd her wiha ji Suryan, Ermen û gelê Ereb bi hezaran mirovî nêrînên wî nas kirin, bi bandor bûn û tevlî nava Tevgerê bû. Gelê Rojava bi taybetî jî jinan hêza pêşeng a jinê piştî salên 1980’î nas kirin. Beşeke girîng  a milîtanên tevlî perwerdeya li Akademiya Mahsûm Korkmaz bûn jin bûn. Jinên ku perwerdeya xwe qedandin ji gund, bajarokan re dihatin şandin; gel perwerde dikirin û ji gel hîn dibûn. Dayikan keçên xwe dişandin nava gerîla, nava têkoşîna azadiyê. Analîzên Rêber Apo yên têkildarî jinan, di civînên jinan ên li Rojava de, di civînên gel de dihatin nîqaşkirin. Zexta olî û zayendîperestî ya rejîma Sûriyeyê di van civînan de bi şênberî dihate dîtin. Di nava van şert û mercan de di nava girseya Tevgerê de baweriya bi jinê zû mezin bû.”

HÛNANDINA ŞOREŞÊ

Rojnamevan Sarya anî ziman ku ji destpêka şoreşê ve jin li refên pêş e û bi bîr xist ku sala 2003’an dema PYD ava bû, sala 2005’an jî dema Yekîtiya Star ava bû; sala 2011’an dema şoreşê destpê kir jin ên ciwan li gel ku çekên wan tine bûn, bi ço sînor diparastin. Sarya li ser rêxistiniya jinan a li qadên leşkerî, siyasî û civakî ev agahî da: “Yekemîn saziya ku di mehên destpêkê yên şoreşê de ava bû ‘Mala Jinê’ bû. Piştre jin beşdarî nava hêzên xweparastinê bûn û di 4’ê Nîsana 2013’an de li cîhanê yekemcar Yekîneyên Parastina Jinê YPJ bi fermî ava bû. Êrişan jî destpê kirin; destpêkê rejîmê, piştre El Nûsra, OSO û herî dawî DAÎŞ… DAÎŞ yekemcar li Kobanê derba giran xwar û têk çû. Di Berxwedana Kobanê de rola jinan diyarker bû. Di rewşeke welê de ku derfet hema bibêje sifir bû, jinên Rojava berxwedaneke awarte nîşan dan. Jin û ciwanên enternasyonalîst ên ji çar aliyên cîhanê hatin beşdarî nava vê berxwedanê bûn. DAÎŞ ku rûyê herî hov ê sîstema bi serweriya mêr e, derba xwe ya destpêkê ya herî mezin ji jinên li Rojava xwar. Ev yek destpêka dawiya wê bû.

HÊZA HERÎ MEZIN A ŞOREŞÊ

Hêza herî mezin a Şoreşa Jinê ya Rojava ew  ku jin li her qadên jiyanê bi rêxistin in. Li qada parastina fîzîkî YPJ heye ku li cîhanê yekane ye; li qada parastina îdeolojîk akademiyên jinê, li qada çandê têkoşîna parastina çanda jinê heye ku weke şaneya bingehîn a civaka demokratîk û xwezayî ye. Li qadên siyaset û aboriyê sîstema hevserokatiyê û kota ji sedî 50 heye ku jin bi xurtî tê temsîlkirin. Di nava Rêveberiya Xweser de ku sala 2014’an ava bû hevserokatî mecbûrî bû. Qanûnên jinan hatin derxisitn û yek ji xalên destpêkê yên Peymana Civakî bi rengê ‘Azadiya jinê pîvana bingehîn a vê rêveberiyê ye’ hate pênasekirin. Ev peyman salên 2016, 2020 û herî dawî di Kanûna 2023’an de hate nûkirin. Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku sala 2019’an ava bû, weke rêxistina sîwanî ya hemû rêxistiniyên jinan qanûnên jinê derdixîne, dîwanên edaletê ava dike û wekkheviya zayendî ya civakî kontrol dike.

DI NAVA ŞERT Û MERCÊN ŞER DE HATE KIRIN

Îro jin ji komunan heta bi meclîsên gel, ji bingehê heta bi rêveberiya herî jor bi kotaya ji sedî 50 û sîstema hevserokatiyê hene. Ji ber ku em li cografyayeke welê ne ku zayendîperestî hîn heye. 14 sal in bi pêşengiya jinê şoreşek hebe jî veguherîna civakî bi carekê nabe; pêwîstî bi perwerde, hewldan û têkoşînê heye. Ev hemû di nava şert û mercên şer de hatin kirin. Piştî êrişên DAÎŞ’ê dagirkeriya Tirkiyeyê destpê kir. Efrîn (2018), Serêkaniyê û Girê Spî (2019) hatin dagirkirin. Bi taybetî bajarê jinê Efrîn piştî dagirkeriyê veguherî navenda paqijiya etnîkî û qirkirina jinê.”

‘REJÎMA NIHA JÎ DIJMINÊ JINÊ YE’

Sarya ragihand ku li Sûriyeyê rejîma Beşar Esad ti carî sosyalîst an jî laîk nebû û xala ‘Serokdewlet wê Misilman be’ ya li destûra bingehîn û zewaca mêrekî bi çar jinan weke mînaka vê rastiyê nîşan da û got, “Bi zexta Şoreşa Rojava di salên dawî de hin sererastkirin çêbûn, lê belê guherîna esasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Li Iraqê di Sibata 2025’an de li Qanûna Statuya Şexsî hin guhertinên mezhebî hate kirin, pêşî li wê yekê hate vekirin ku zarokên keç di 9 salî de bêne zewicandin û bi vî rengî mafên jinan bi rengekî giran hate paşvexistin. Di 8’ê Kanûna 2024’an de HTŞ (Bi navê xwe yê berê El Nûsra) û piştevanên wê Şam bi dest xistin. Rejîma Esad paşverû û zayendîperest bû, lê yên kete şûna wê çeteyên paşverû, cîhadîstên selefî, çeteyên ku qirkirina jinê kirine polîtîka ne. Piştî ku bû desthilatdar, hewl hate dayin ku ev hêza dijminê jinê, dijminê gel û antî demokratîk li qada navneteweyî bê rewankirin.”

‘JIN HÊZA CIHÊ BAWERIYÊ NE’

Sarya destnîşan kir ku li cografyayeke ku tundiya mêr dewletê herî xurt e, YPJ yekane hêz e ku baweriyê dide jinan û got, “Yên ku rêxistina herî hov a mêran DAÎŞ têk birin, li cihên ku artêşên dewleta ji ber direviyan li ber xwe dan ew jin ên ciwan bûn ku hîn nû hînî bikaranîna çekê dibûn. Li Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazorê jin hem di şer de perwerde bûn hem jî bûn fermandar. Civakê hêza jinê dît, baweriya xwe zêde bû. Şoreşa jinên Ereb jî di vê pêvajoyê de pêk hat. Ji destpêka şoreşê ve jinên Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen bi hev re têkoşîn meşandin. Paradîgmaya jiyana azad a hevpar û yekîtiya demokratîk a gelan a Rêber Apo kete meriyetê.”

BI SEDAN JIN HATIN KUŞTIN

Sarya ragihand ku mejiyê mêr dewletê yê ku dixwaze Şoreşa Jinê tine bike îro ji aliyê HTŞ û bi piştgiriya Tirkiyeyê ve tê sorkirin, bi taybetî li herêmên Dêrazor, Minbic û Tebqayê êriş li dijî jinên Ereb têne kirin û got, “Ji 8’ê Kanûnê û vir ve komkujî nesekinîn. Jinên Elewî, jinên Durzî têne revandin, destavêtin li wan tê kirin, terikandina çanda xwe li wan tê ferzkirin. Heta Tîrmeha 2025’an li gorî daneyên fermî zêdeyî 710 jin hatin kuştin; hejmara rastî hîn zêdetir e. Bi sedan jin hîn jî winda ne. Rêveberiya HTŞ’ê destûra bingehîn li gorî esasên şerî amade kir. Ti maf ji jinan re nayê naskirin; gera bi serê xwe qedexe ye, di otobusan de jin neçar e li kursiyên herî paş rûnên, rûniştina li gel hev jî sûc tê dîtin. Ji bo nîşandanê wezîreke ‘femînîst’ a Xiristiyan tayîn kirin lê belê bi ti awayî jinên Sûriyeyî temsîl nake. Rojnamevan, akademîsyen, aktîvîstên jin têne girtin, gef li wan tê xwarin, têne kuştin. Li gel polîtîkayên paşverû yên bi rengekî zexel têne meşandin, jinên Sûriyeyî ‘başê nebaşan’ qebûl nakin. Rêxistiniyên weke Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ji Idlibê heta bi Şamê, ji Lazqiyeyê heta bi Helebê xwe bi rêxistin dikin. Jin parastina we ya herî mezin bi rêxistiniyê ava dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em ê hîn bêhtir xwedî li nirxên PKK’ê derkevin’
Nûçeya Pişt re Karayilan: Hevalê Masîro di berxwedana Kobanê de bi roleke girîng rabû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Helebê bîlanço giran bû: 7 şehîd, zêdeyî 40 birîndar

Hikumeta veguhêz a Şamê û komên çete yên ji bo pereyan şer dikin ên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Dêrsimê, di pêvajoya nû de dixwaze ku DEM Partî hîn zêdetir çalak be.

Gelê Dêrsimê ji bilî baweriya xwe ya bi Tevgera Azadiya Kurd, bi taybetî rexne û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Awistiryayê bi hezaran kes ji bo Rojava daketin kolanan: Îradeya jinan nayê şikandin!

Li Viyana, Graz û Welsê, bi hezaran Kurd û dostên wan êrîşên li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Piştî dîlgirtina çar mehan: Ez jineke Kurd im û şervan im

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Înkara 64 salan: Kurd garantiya destûrî dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Perûyê gel li ser sindoqan e: Di 10 salan de serokê 9’emîn tê hilbijartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?