Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê hukmê ku di biryara Îmamoglû de binpêkirin tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘PKK’ê ruhê berxwedanê ye’
Rojava

‘PKK’ê ruhê berxwedanê ye’

Welatparêzên Efrînê bi wesîleya cejna Berxwedana Neteweyî, dilsoziya xwe ya bi tevgera PKK’ê re anîn ziman û gotin, “PKK’ê ne tenê partiyek e, ew ruhê berxwedanê ye. PKK’ê, jiyan, hişmendî û siberoja gelê Kurd ji nû ve ava kir.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Welatparêzên Efrînê yên li bajarê Qamişloyê, bi wesîleya Cejna Berxwedana Neteweyî salvegera damezrandina PKK’ê ji ajansa me ANF’ê re axivîn. Welatparêzên Efrînê gotin, “PKK’ê rêya ji terîtiyê ber bi ronahiyê ve ye. PKK’ê ji bo nasname, rûmet û hebûnê bû navê têkoşîna gelê Kurd.”

‘PKK’Ê RONAHÎ, GIYAN Û JIYAN E’

Dayika şehîd Elî û Bîrhat Cîlo Şaziye Îbrahîm, diyar kir ku PKK’ê ji bo wan tê wateya ronahî, giyan û jiyanê. Şaziye Îbrahîm, da zanîn ku wan berî dîtina Rêber Apo, dest bi xebata bi PKK’ê re kirine û got ku bi saya PKK’ê wan Kurdbûna xwe nas kirine û haya wan ji hebûna Kurdistanê çêbûye.

Şaziye Îbrahîm anî ziman ku ji sala 1989’an vir ve wan gelek hevalên xwe winda kirine, lê tevî vê yekê jî wan qet ji soza ku dane Rêber, PKK’ê û şehîdan paşve gav neavêtine. Şaziye Îbrahîm, diyar kir ku wan di temenek ciwan de dest bi xebatan kirine û got, “Zarokên me jî wê demê biçûk bûn, lê îro şehîd in. Ji ber vê sozên me her tim nû dibe.”

Şaziye Îbrahîm dibêje ku her çend PKK’ê di warê avaniyê de xwe fesix kiribe jî lê di rastiyê de PKK’ê wê her tim zindî bimîne. Şaziye Îbrahîm, destnîşan kir ku ew ê bibin beşek nûkirina pêvajoya civaka demokratîk û got ku ew sozên xwe yên dane Rêber Apo bi berdewamî nû dikin.

‘PKK’Ê HELWEST Û HIŞMENDIYEK NÛ DI JIYANA GELÊ KURD DE AVA KIR’

Bavê şehîd Dilpak Niyazî Seydo, di axaftina xwe de diyar kirin ku gelê Kurd û hemû civaka Kurd bi derketina PKK’ê re rastiya xwe naskirine û got ku bi pêşengiya Rêber Apo û hevrêyên wî helwest û hişmendiyek nû di jiyana gelê Kurd de hatiye afirandin. Seydo, anî ziman ku bi saya hebûna PKK’ê, dijmin nekarîne gelê Kurd bitepisînin.

Niyazî Seydo, diyar kir ku PKK’ê hemû pirsgirêkên gelê Kurd bi awayekî zanistî û kûr analîz kiriye û kesên di nav tevgerê de cih girtine, di her warî de zana, hişyar û welatparêz bûn. Seydo, da xuyakirin ku ciwanên herî jîr û jêhatî yên Kurdistanê li dora Rêber Apo kom bûne û got ku têkoşîna azadiyê ya heyî bi vê zanînê re mezin bûye.

Seydo, anî ziman ku wan gelek demên zehmet derbas kirine, ji ber êrîşan bi tunebûnê re rû bi rû mane û got ku lê bi saya xeta berxwedanê ya Tevgera Azadiyê ew li ser piyan mane. Seydo di dawiyê de berxwedana li zindana Amedê bibîr xist û got ku bi vê berxwedanê re her kes êdî PKK’ê nas kir û xwedî lê derket.

‘BI SAYA PKK’Ê ME WATEYA AZADIYÊ FÊM KIR’

Hacer Hesen, jî destnîşan kir ku PKK’ê rêyek ji bo mirovahiyê temsîl dike û dibêje ku berî PKK’ê û îdeolojiya Rêber Apo, Kurd jiyanek tarî û paşverû dijiyan. Hacer Hesen, anî ziman ku bi derketina PKK’ê re, Kurdan nasnameyek, hestek mirovahiyê û hestek cîhanê bi dest xistine. Hacer Hesen got, “PKK’ê ne tenê partiyek e, di heman demê de rêberek jiyan, hebûn û azadiyê ye.”

Hacer Hesen, da zanîn ku PKK’ê di nava xwe de cihêrengiyê dihewîne, mirovahiyê dide pêş, exlaq, çand û ramanan dewlemend dike. Hacer Hesen got, “Bi saya PKK’ê, me wateya azadiyê fêm kir.”

‘PKK’Ê GELÊ KURD JI NÛ VE ZINDÎ KIRIYE’

Di dawiyê de, ji Saziya Malbatên Şehîdan Ednan Mihemed axivî û diyar kir ku PKK’ê bi rizgarkirina gelê Kurd ji tunebûnê, gelê Kurd ji nû ve zindî kiriye. Ednan Mihemed, da xuyakirin ku damezrandina PKK’ê di sala 1978’an de qonaxek girîng a dîrokî bû û got, “PKK’ê gelên her çar perçeyên Kurdistanê şiyar kir. Îro Kurd hebûna xwe îspat dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nerazîbûna li hemberî êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê: Walî şermezar kir
Nûçeya Pişt re Beriya rûniştina doza ‘Lihevkirina Bajar’ HDK û DEM Partî li ber edliyê çalakî lidar xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ozel: Pêvajoya ku Meclis daxil nebe wê bi ser nekeve

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re axivî…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê jinan di pêşengtiya Meclisa Îştar de, banga xurtkirina yekîtî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Waliyê Kerkûkê: Leşkerên Iraqê ji taxa Newrozê vekişiyan

Waliyê Kerkûkê Rêbwar Teha anî ziman ku pirsgirêka têkildarî şêniyên taxa Newrozê ya li Kerkûkê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Kobanê, Amûdê û Tirbespiyê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Partiyên li Kobanê piştgirî dan Başûrê Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Divê mafên jinan nebin mijara nîqaşan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fermandariya Asayîşa Hesekê: Di êrîşa bombeyî de 2 endamên me şehîd bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?