Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê, bi pêşengiya Rêber Apo û bi tevlîbûna 22 kadroyan hate avakirin. Ji wê rojê heya roja me ye îro, Partiya Karkerên Kurdistan bû xwedî mîrateyek bêhempa. Ji wan mirateyan yek jî mirateya hebûn, çand û nasnameya Kurd e ku bi berdelên giranbûha hate misoger kirin.
Avabûna tevgera PKK’ê ji bo gelê Kurd mîladek û vejîneke. Salvegera vê vejînê heta roja me yê îro herdem bi têkoşîn û berxwedanî tê pîroz kirin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî li qadên çiya pêşengiya vê vejînê dikin û azadiyê ji bo gelan misoger dikin. Bi boneya vê rojê gerîlayên HPG’ê der barê salvegera damezrandina PKK’ê de nêrînên xwe ji ajansa me ANF’ê re parve kirin.
‘PKK’Ê GIYANA ŞEHÎD HAKÎ KARER E’
Gerîlayê enternasyonal Mazlûm Dogan ku bi eslê xwe Ereb e, diyar kir ku bi PKK’ê re vejîn pêk hat û got niha jî Neteweya Demokratîk ava dibe. Dogan got, “Di serî de dixwazim wateya vê rojê bînim ziman. Wekî her kesek jî dizane 27’ê Mijdarê, roja avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Bingeha ku ev partî li ser hatiye avakirin, rizgariya gelê Kurd e. Heman demê Rêber Apo ji bo bîranîna şehadeta hevrê Hakî Karer biryara avabûna partiye da. Ji ber wê jî PKK’ê giyana şehîd Hakî Karer e.
Gerîla Dogan, da zanîn ku PKK’ê ne tenê ji bo neteweyekî, ji bo tevahî netewan têkoşîn û şerê rûmetê dide meşandin û wiha domand, “Raste partiya me bi navê Kurd û Kurdistanê dest bi têkoşîna xwe kir, lê ji bo azadiya tevahiya gelan pêşengiya têkoşîn û berxwedanê kir. PKK’ê bi komek biçûk gavên xwe yê destpêkê avêt. PKK’ê Partiyeke ku bi jiyana xwe ya bi disîplîn tê nasîn. Her wiha li ser bingehê jiyaneke wekhev û demokratik tê birêve birin. Jiyana Partiya me gelek taybetmendiyên bi nirx di nava xwede dihewîne. Bi jiyana xwe ya bi dîsîplîn, bi çanda xwe ya leşkerî û hevrêtiya xwe ya xurt bala her kesî dikişîne.”
Gerîla Dogan, diyar kir ku çavkaniya vê berxwedanê ramanên Rêber Apo ye û berxwedana Mazlûm Dogan a li zindana Amedê û çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan bibîr xist. Gerîla Mazlûm Dogan, destnîşan kir ku PKK’ê hêza xwe ji fikra azadiyê û baweriya bi xwişk-biratiya gelan digire û wiha dewam kir, “Partî bêyî piştgiriya derve, li ser bingeha nirxên xwe yên civakî û mirovî mezin bûye û wekî tevgerek ‘bêdawî’ ye. Her kes dikare tê de cîhek bibîne. Armanca gerîla ew e ku bi parastina mîrateya ku şehîdan hiştine, Kurdistanek azad pêk bîne. Ez bi vê wesîleyê 27’ê Mijdarê li Rêber Apo û malbatên şehîdan pîroz dikim.”
‘PKK’Ê BÛ HENASEYA HEBÛNA KURD’
Gerîla Ronî Dersim, destnîşan kir ku PKK’ê di demên herî zehmet de ji bo gelê Kurd bûye vejînek nû û 27’ê Mijdarê li Rêber Apo, şehîdan û gel pîroz kir. Dersim, anî ziman ku Rêber Apo nasname, ziman û hestek azadiyê da Kurdan û got ku eger îro li her deverê zimanê Kurdî tê bikaranîn ev yek bi saya keda Rêber Apo ye. Gerîla Ronî Dersim, wiha got, “PKK bû henaseya artêşa jinê û bû pîvana jiyana azad ku bingeha xwe ji Ramanên Rêber Apo digire. Rêber Apo ji cîhanê re nîşan da ku têkoşîna wekhev di navbera mêr û jinan de mimkun e. Baweriya ku jin dikarin li çiyayan şer bikin bi Rêber Apo re mezin bû.”
Dersim, da xuyakirin ku îlhama gerîla Rêber Apo ye û got, “Em ji Rêbertî û gavên Rêbertî bawer in” û bi vî rengî dilsoziya xwe ya bi xetê re anî ziman. Ronî Dersim, da zanîn ku armanca têkoşîna wan azadiya Rêber Apo û avakirina neteweyek demokratîk e û got ku gerîla îro jî bi heman baweriyê têkoşîna xwe didomînin. Gerîla Ronî Dersim, di dawiyê de, anî ziman ku piştî salan bi dîmen dîtina Rêber Apo kelecanek mezin çêkiriye û bi vê bawerî, dilsozî û biryardariyê 27’ê Mijdarê pîroz kir.
‘PKK’Ê DÊ HER TIM DI DILÊ GELAN DE ZINDÎ BIMÎNE’
Gerilayê Andok Êrîş, jî wiha axivî, “Îro 27’ê Mijdarê, salvegera avabûna PKK’ê ye. Ji bo vê jî ez vê rojê destpêkê li Rêber Apo, li şehîdên şoreşê, hevrêyên girtî û li gelê me yê welatparêz pîroz dikim. Ez vê roja dîrokî ji bo hemû gelên cihanê pîroz dikim. Partiya PKK’ê partiya şehîdan e. PKK’ê li hemberî qirkirin û tinekirinê serî hilda. Ji wê rojê heya roja îro têkoşîneke herî xurt, di asta jor de dide meşand. Ji ber ku PKK’ê ruhê hevrê Hakî Karer, Kemal Pîr û Mazlûm Dogan e. Ji ber wê PKK’ê tu car têk neçe.”
Andok Êrîş, anî ziman ku ew heta dawiyê piştgiriyê didin banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û got, “Ala ku şehîdan dewrî me kiriye dê heta serketinê li ba be. Wê tu carî ew al nekeve û em ê soza xwe ya li hemberî wan pêk bînin. Ji bo vê yekê jî em ê bêjin ‘Bijî Heqî, bijî Kemal û bijî Mazlûm Dogan.’ PKK’ê dê her tim di dilê hemû gelan de zindî bimîne. Em 27’ê Mijdarê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê û hemû gelan pîroz dikin.”

