În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ciwanên ku li Amedê hatin girtin, divê demildest werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bîranîna Komkujiya Dîgorê de peyama ‘aşitî girêdayî lêborînxwestinê ye’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla TV weşana xwe nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Meha Tîrmehê herî kêm 214 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan li 4 ciwanên binçavkirî xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji PJAK’ê daxuyaniya Cejna Vejînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Bi 15’ê Tebaxê re vejîn pêk hat, niha dora azadiyê ye’
Kurdistan

‘Bi 15’ê Tebaxê re vejîn pêk hat, niha dora azadiyê ye’

Endamên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan işaret bi wê hêzê kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji nava civaka Kurd afirand û destnîşan kirin ku Rêber Apo daneheviyên vê têkoşînê kiriye bingeha pêvajoyeke nû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di demekê de ku gerîla dawî li têkoşîna çekdarî anî û têkoşîna azadiyê di demeke nû de tê nîqaşkirin, endamên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê û encamên wê yên ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nirxandin.

MILÎTANÊN XETA RÊBER APO PÊNGAV PÊK ANÎN

Ji şahidên pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an a li Dihê û Şemzînanê Gurcan Komata ev çalakiya dîrokî weke ‘Cejna Vejînê’ pênase kir. Komata di salvegera 41’emîn de gerîlayên tevlî Pêngava 15’ê Tebaxê bûn û li eniyên cuda yên têkoşînê şehîd bûn bi bîr anî.

Komata anî ziman ku beriya 15’ê Tebaxê gelê Kurd tine dihate hesibandin, têkoşîna wan a hebûnê hatibû têkbirin û gel di nava tirsê de bû. Komata got, bi saya fikir, felsefe û hewldanên Rêber Apo, bi pêşengiya pêşengên weke milîtanên xeta Apoyî Mahsûm Korkmaz, Abdullah Ekîncî û Mûstafa Omurcan çalakiyên Dihê û Şemzînanê hatin lidarxistin.

Komata destnîşan kir ku çalakiya 15’ê Tebaxê û Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi hev ve girêdayî ne û diyar kir ku van herdu çalakiyên dîrokî çarenûsa gelê Kurd diyar kirine.

ÇALAKIYA GERÎLA YA 11’Ê TÎRMEHÊ ENCAMA TÊKOŞÎNA 41 SALÎ YE

Komata diyar kir ku çalakiya gerîla ya 11’ê Tîrmeha 2025’an jî bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya Mezin ve girêdayî ye û got, ev çalakî bi fikir, hewldan û hişmendiya Rêber Apo hate kirin. Komata ragihand ku çalakiya navborî encama têkoşîna 41 salî ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn e û li cîhanê mînakeke xwe nîne.

Komata bal kişand ser fedakariyên mezin ên 41 salan ên di dîroka Tevgera Azadiyê û Kurdistanê de û anî ziman ku şehîdan li her kevir, dar û xaka Kuridstanê navê xwe bi xwîna xwe nivîsandin. Komata destnîşan kir ku Rêber Apo û Şehîdên Azadiyê îro jî rê nîşan didin.

Gurcan Komata bi taybetî şehîdên jin ên ku pêşengî ji têkoşîna gerîla re kirin bi bîr anî û axaftina xwe bi vî rengî qedand: “Li pêşberî Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi hurmet bejna xwe ditewînim. Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, li hevrêyên li zindanan, hevalên gerîla û li gelê me pîroz dikim.”

15’Ê TEBAXÊ VEGUHERÎNA GELÊ KURD PÊK ANÎ

Endama Akademiyê Rozan Star jî 15’ê Tebaxê weke serhildaneke stratejîk, bi bername û bi plan a li dijî qirkirin, înkar û tinehesibandinê pênase kir. Star anî ziman ku di nava gelê Kurd û civaka Kurdistanê de guherîn û veguherînên mezin pêk hatin û got, “15’ê Tebaxê civaka Kurd derbasî qonaxeke nû kir. Kurdên ku berê ji xwe bawer nedikirin û xwe înkar dikirin, niha veguherîne hêza dînamîk a guherîn û veguherînê ya Rojhilata Navîn. Ev yek şoreşeke mezin e.”

Star diyar kir ku 15’ê Tebaxê hebûn da gelê Kurd, Rêber Apo daneheviyên vê têkoşînê veguherand bingeha pêvajoyeke nû û got, “Niha dora azadiyê ye.”

Star ragihand ku Pêngava 15’ê Tebaxê û têkoşîn ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo hemû derdorên azadîxwaz, demokrat û aştîxwaz veguherî hêviyeke têkoşînê ya enternasyonalîst û got, “Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, hevrêyan, gelê me û mirovahiyê pîroz dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Em bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê beşdarî pêvajoya civaka demokratîk bibin
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser a Şengalê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Kampanyaya Rojava ji bo Rojava’ dewam dike

Li Midûriyeta Perwerdeyê ya Rojava ya li Silêmaniyê kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava hatî…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran cenazeyên 4 Kurdên darvekirin nade malbatên wan

Cenazeyên ciwanên Kurd ên Mohsen Mazlûm, Mihemed Faramerzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî ku roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Abdullah Zeydan: Demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye

Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin Abdullah Zeydan anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji PJAK’ê daxuyaniya Cejna Vejînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?