Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Heyet ji Serokwekîla Meclîsê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, parlamenter Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê.
Ev serdana heyetê piştî hevdîtina Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratiyê ya Mîllî ya li Îmraliyê hevdîtina destpêkê ye ku bi Rêber Apo re dike.

