Sêşem, 15 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter a 33’emîn eşkere bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 138’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wekîlê Fransî bi fermî xwest ku serdana Îmraliyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Divê hurmet ji şîna Kurdan re bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê di salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ de zextên xwe zêdetir kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Îradeya azadiyê ya jinan nikare bê tepisandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê
Jin

Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê ya li Hollandayê hatî lidarxistin, hate eşkerekirin. Hat diyarkirin ku armanca konferansê avakirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd ên li Ewropayê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di 13’ê Kanûna 2025’an de li Hollandayê Konferansa 1’emîn a Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê hat lidarxistin. Konferansa bi peşengtiya Înîsiyatîfa Jinên Kurd a li Ewropayê bi beşdariya 154 jinên Kurd pêk hat. Encamnameya konferansê hate ragihandin.

Encamname bi vî rengî ye:

“Ji ber sedema dagirkeriya li ser Kurdistanê em jinên Kurd di nava sed salên derbasbûyî de koçberê çar aliyê cîhanê bûn. Wek jinên Kurd, ji ber vê koçberiyê me gelek êş û azarên mezin kişandin. Cîh û warên me hatin talankirin û em hatin penaberkirin; lê me tu carî dev ji têkoşîn, evîn û hêviya xwe ya ji bo Kurdistaneke azad, çand û nasnameya xwe berneda. Hem wek jin û hem jî wek Kurd ji bo pêşerojeke azad pêwîstî heye ku jinên Kurd hêza xwe bi ruhê yekitîya neteweyî bikin yek. Hedef û armanca konferansa 1. a jinên Kurd avakirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd li Ewropayê ye.

Ji bo pêşeroja jinên Kurd li Ewropayê di konferansa 1’emîn a Înîsiyatîfa Yekitiya Jinên Kurd li Ewropayê de ev biryar hatin girtin:

1. Di konferansê de biryar hat girtin ku Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd a li Ewropayê êdî wek platform kar û xebatên xwe bimeşîne.

2. Biryar e ji bo meşandina kar û xebatên platformê rêveberiyeke ji 21 kesan pêk tê were hilbijartin.

3. Jinên Kurd li Erwropayê li hemberî hemû şewazên êriş, destdirêjiyên li ser nirxên jinan û neteweyî hişyar in û xwedî helwest in. Ji bo vê xwepeşandanên bi ruhê yekitiya neteweyî dê pêk bînin.

4. Jinên Kurd li Ewropayê xwe li hember pêşketin, qeyran û şerê li ser Kurdistanê berpirsiyar dibînin û ji bo aştiyê dê bi hev re têbikoşin. Ji bo wê li Ewropayê karên siyasî, civakî û dîplomatîk dê zêdetir werin kirin.

5. Jin, piştgiriyeke aktîf dê bidin pevajoya nû ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê; dê ji bo peşîgirtina hemû xeteriyên li Rojavayê Kurdistanê hewleke netewî bê dayin; ji bo parastina statûya heyî ya Başûrê  Kurdistanê dê bi yek dengî li ber xwe bidin; û li hember zor û zexta dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê têkoşînê li ser asta neteweyî xurttir bikin.

6. Li dijî şîddet-tundiyê divê têkoşîneke hevbeş bê meşandin û mafê jinan bê parastin.

7. Li dijî hemû şîdeta dewletên dagirker li ser jinên Kurd pewîste bi têkoşîna dîplomatîk-siyasî di nav saziyên navdewletî de li Ewropayê kar bên meşandin.

8. Ji bo xurtkirina pêywendiyên di navbera jinên ji çand, bawerî û neteweyên din ên li Ewropayê de danûnstandinên dostanî û hevaltiyê bên pêşxistin.

9. Divê li hemberî zehmetî û pirsgirêkên jinên li dîasporayê pêre rû bi rû dimînin (bişaftin-asîmîlasyon, nijadperestî), li hemberî helandinê helwesteke hevbeş bê nîşandan.

10. Ji bo pêşxistin û qebûlkirina fermî ya çand, bawerî û zimanê Kurdî li welatên Ewropayê divê kar û xebatên hevbeş bên meşandin. Bang li hemû malbatên Kurd dikin ku ji bo parastina ziman û nasnameyê erka xwe bi cih bînin.

11. Divê jinên Kurd li derveyî welat (Ewropayê), ji bo aboriya xweser (autonom) projeyên hevbeş pêş bixin. Her wiha ji bo projeyên ji bo alikariya jinên Kurd ên li welat jî xwedî helwesteke xurt bin.

12. Divê di nava her şert û mercî de, mafê jinan ê siyasî, aborî, civakî, bi têkoşîneke hevbeş bê parastin.

13. Di konferansê de bang hat kirin ku demeke zûtirîn konferanseke neteweyî di asta Kurdistanê de bê komkirin, yekîtiya neteweyî bê xurtkirin û jin jî wek pêşeng di nav de cih bigirin.

14. Ji bo rojevkirina mijarên hevbeş (koçberî, tundî, aborî, çand û ziman û hwd.), bi awayekî demdirêj, demkurt, semîner, komxebat bên plansazkirin.

15. Ji bo bîra (hafiza) jinan a hevpar bê avakirin, xebatên arşîvî bên çêkirin.

16. Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ku heta niha wek civak rastî 72 ferman-jenosîdan hatine, platform li ser asteke neteweyî û navneteweyî bixebite.

17. Ji bo konferans, semîner û panelên ji îro pêde werin lidarxistin, dê zimanê Kurdî bi her sê zaraveyên xwe (Kurmancî, Soranî û Zazakî) cih bigire.

18. Platform, ji bo karesata lehiyê ya li Çemçemal û Kerkûkê çêbûyî ku bûye sedema malwêranî û windahiyan, sersaxiyê dixwaze û êşa malbatan parve dike. Herwiha banga alîkariyê dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pîrozbahiya salvegera damezrandina MSD’ê bi dawî bû
Nûçeya Pişt re Li Tedmurê 2 leşkerên Emerîkî jiyana xwe ji dest dan: QSD’ê êrîş şermezar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di nav kaosa pergala nû ya cîhanê de jinûve avakirina PKK’ê

Di nava vê tundiya kaotîk a cîhanê de, derketina kirdeyek ku pêdiviya gelan a ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Netanyahû kabîneya şer fesih kir

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû piştî ku generalê navendî yê berê Benny Gantz ji hikûmetê cuda…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclisa Gelê Ereb a Şengalê tundiya li ser jinan şermezar kir

Meclia Gelê Ereb a Şengalê û Însiyatîfa Ciwanan a Erebên Şengalê bi daxuyaniyekê tundiya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê: Zimanê me nasnameya me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?