Yek ji beşdarên Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya li Stenbolê parêzerê ji Efrîkaya Başûr, senatorê berê û Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn a Parlamentê parêzer Mohamed Bhabha bû. Bhabha li gorî tecrûbeyên xwe yên têkoşînê ji ANF’ê re qala rêya ber bi azadiyê ve kir.
Bhabha ku li Efrîkaya Başûr di nava rejîma Apartheid a nijadperest de ji dayik bû, anî ziman ku ew bi xwe Hindû ye, weke malbat çar nifş in li Efrîkaya Başûr dimîne û kalkê wî di dema Gandhi de ji Hindistanê hat Efrîkaya Başûr. Bhabha got, “Kalkê min bi Mahatma Gandhi hatibû girtin û li heman hucreyê mabûn. Kalkê min ê mezin piştre koçî Efrîkaya Başûr kir. Bavê min wê demê hîn 13 salî bû. Nifşê kalkê min ê mezin girîngiyeke mezin dida perwerdeyê û kir ku bavê min jî perwerdeyeke baş bibîne. Ji ber ku ew bi xwe nikarîbûn xwe bigihînin perwerdeyeke baş, girîngiyeke mezin dida me ku em perwerdeyeke baş bibînin. Li Efrîkaya Başûr jî ezmûneke girîng heye; ji malbata me jî em pênc kes ji vê ezmûnê derbas bûn.
‘ZANÎNGEH VEGUHERÎ ŞITILGEHEKÊ KU POLÎTÎKA LÊ AVA BÛ’
Li nava rejîma Apartheidê qedexe bû ku mirovên reşik û bi reng biçin dibistanê. Ji ber vê jî wî nifşî dibistanên xwe ava kir. Li Efrîkaya Başûr ji bo mirovên reşik û bi reng tenê 12 Navendên Tipê hebûn ku karibin biçin. Ji ber ku em hemû xistin nava zanîngehekê, zanîngeh veguherî şitilgehekê ku polîtîka lê ava bû. Ez di dema xwendina hiqûqê de polîtîk bûm û dest bi birêxistinkirina Konseya Neteweyî ya Efrîkayê (ANC) kir.”
‘BI RÊXISTINIYEKE GELEKÎ BAŞ ME HER TIŞT PLAN DIKIR’
Bhabha anî ziman ku weke hiqûqnasekî ew hate girtin, lê belê piştre gelek mirovên hatin girtin temsîl kir û got, “Me xwe welê birêxistin kir ku parêzerên me, doktorên me jî hebûn. Dema ku hevrêyên me birîndar bibûna, sîstemeke me hebû ku wan tedawî bikin. Em parêzerên vê sîstemê bûn. Dema ku mirov bihatina girtin, avaniyên me yên piştevaniyê hebûn. Wê demê bi rêxistiniyeke gelekî baş me her tişt plan dikir.”
Bhabha diyar kir ku ji meseleya Kurd cudatir li Efrîkaya Başûr rejîma Apartheidê ambargoyeke tam datanî ser mirovên reşikan û rengîn û got, “Li Tirkiyeyê derfetê Kurdan heye ku xwe bigihînin dibistan û nexweşxaneyê, lê belê yê me tine bû. Dibistan, nexweşxane li me qedexe bûn. Em nikarîbûn biçin peravê jî, qedexe bû. Beşeke gelekî biçûk a peravê ji me re hatibû veqetandin û li wir jî cihekî ku mirov biçe tine bû. Qedexe bû ku bi jinên spî re têkiliyeke hestewarî bê danîn. Dema ku bihatina zevtkirin dihatin girtin. Ji ber ku dema reşikan bi jinên spî re têkiliyeke hestewarî datanîn, weke ‘destavêtin’ê dihatin sûcdarkirin. Ji ber vê hinek hatin darvekirin. Gelek kiryarên bi vî rengî hebûn. Mînak dema ez 15 salî bûm qanûnek bi navê Herêmên Komî derxistin. Dikana bavê min jî bi wê qanûnê hilweşandin.
Bi spiyan re em nikarîbûn li heman otobusê, li heman trenê siwar bibin. Rejîma Apertheid tiştekî bi vî rengî bû.”
‘SÊ RÊYÊN BER BI SERKETINÊ VE’
Bhabha destnîşan kir ku li dijî rejîma Apartheid a Nijadperest sê rêyên serketinê hebûn û got, “Ya yekemîn asta dîplomatîk. Wê demê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE Ronald Reagen bû, li Îngilistanê jî Margaret Thatcher hebûn. Lê belê li Emerîkayê jî me karîbûn xwe bigihînin endamên kongreyê yên reşik, li Îngilistanê me xwe digihand Partiya Karker. Bi vî rengî me civaka navneteweyî xistin nava liv û tevgerê. Heta ku xwe negihînin sîstemeke nirxên exlaqî ya baş, nepêkan bû ku mirov civakê bixin nava liv û tevgerê. Ji ber wê jî weke gava destpêkê me giranî da ser têkiliyên dîplomatîk. Ji bo vê jî pêwîstî bi peyameke baş hebû. Me ji tevahiya cîhanê re nikarîbû bigota ‘Bila Efrîka bibe ya Efrîkiyan’. Peyama me ew bû ku Apartheid sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Reagan dikarîbû li ber rabe, Thatcher dikarîbû li ber rabe, lê belê li kolanan me karîbû peyamana xwe bilind bikin.
Bi taybetî hêza qadê di vê pêvajoyê de gelekî girîng bû. Medya navneteweyî jî xwedî roleke mezin bû di vê mijarê d. Ji ber ku çapemeniya me tine bû, stasyonên radyoyê jî me bi şev dikarîbû bi dizî eyar bikin û lê guhdarî bikin.
Ya duyemîn, pêwîstiya kedê bi me hebû, pêwîstiya madenan bi me hebû. Çîna karker ji sedî 95 reşik bû. Me her roj grevek radigihan û bi vî rengî dikir ku welat nikaribe bê birêvebirin.
Ya sêyemîn, artêş. Em ne hêzeke mezin a çekdar bûn. Leşkerên me ji aliyê Mûammer Kaddafî ve hate perwerdekirin, Yaser Arafat ji me re bû alîkar, ÎRA’yê alîkarî da me. Lê belê diviyabû me model biparasta. Lewma me ti carî êriş nebir ser sivîlan. Her tim êriş dibir ser hedefên stratejîk. Bêguman me şaşitî kir, lê belê xala me ya hevpar ew bû ku êrişî sivîlan, êrişî qadên sivîl nekin. Dema ku me ev kir, me piştgirî ji navneteweyî wergirt. Ji ber ku doza me exlaqî bû li tevahiya cîhanê belav bû; ji ber ku em bi exlaqî mafdar jî bin, nedibû ku em vê yekê bi rêbazên li derveyî exlaqê nîşan bidin.”
‘HER TIŞT BI RASTÎ JÎ BI ÇAY Û QEHWEYEKÊ DESTPÊ DIKE’
Bhabha destnîşan kir ku di pêvajoyê de nuqteya herî girîng diyalog e, lewma her tişt bi vexwarina çay, qehweyekê destpê dike. Bhabha diyar kir ku ji bo çareseriyke rasteqîn pêwîstî bi avakirina baweriyê heye û got, “Hevrikê te jî tu jî divê bi biryardarî tevlî pêvajoyê bibin. Ji destpêkê ve tu destûrê dide ku dijminê de bibe hevpar û ji vê hevpariyê jî encamê bi dest dixe. Ev hêsan nîne. Ji ber vê jî pêvajo bi avakirina baweriya ji hev destpê dike. Pêvajoya afirandina baweriyê yek ji beşên herî girîng ê pêvajoyê ye ku tu di wê qonaxê de fêhm dike bê aliyê hember ji dil e yan na. Dema te aliyê dijber ber bi maseyê ve kişand, ew jî hînî baweriya ji te dibe.
Dema ku Nelson Mandela hate berdan, civata spî hîn jî digot ‘ew terorîst’ e. Lê îro weke qehremanekî dibînin. Weke min got, ev mesele pêwendiya xwe bi avakirina baweriyê heye. Tu çiqasî karibe samîmiyeta xwe nîşan bide, ewqasî jî dikare samîmiyeta yê li hemberî xwe derxîne holê. Ya herî girîng jî ew e ku sîstema xwe ya exlaqî li ser piyan bihêle. Piştî ku me ev bi ser xist, me ji hikumetê re got, ‘Biçin bi pêkhateyên xwe re biaxivin’ û bi vî rengî me samîmiyeta wan ceriband. Dûre me referandûm lidar xist ku guhertinê dixwazin an na. Her kes nebe jî piraniyeke cidî piştgirî da vê. Em xwedî serweriya exlaqî bûn û me bi ser xist.”
‘PIŞTÎ KU NELSON MANDELA HATE BERDAN, EM GIHÎŞTIN ASTEKE WELÊ KU VEGER JÊ NEBÛ’
Bhabha anî ziman ku wan di asta cîhanê de boykot bi rêxistin kir, lê belê têkoşîna çekdarî yekser neterikand û got, “Piştî ku Nelson Mandela hate berdan, me dest ji têkoşîna çekdarî berdan. Dawiya dawî Apartheid hilneweşiya bû. Lê belê me zanîbû ku dema hate berdan wê pêvajo êdî di asteke welê de bi pêş ve biçe ku veger jê nîne. Lewma berdana Mandela ji bo me bû gava destpêkê ji bo destpêkirina diyalogê. Ev yek ji bo me ew xisûs bû ku cidiyeta aliyê hember ceriband. Bi berdana Mandela re em gihîştin asteke ku veger jê nebe. Bêguman ev yek di şevekê de nebû.”
Bhabha ragihand ku wan dest bi avakirina atmosfera berdana Mandela kir û got, “Ev yek pêvajoyeke gelekî zehmet bû. Ji ber ku dema me li dora maseyê dest bi axaftinê kir, hîn jî bombe diteqiyan. Komên rastgiriya tund ên pê hesiyan ku wê desthilatdariyê ji dest bidin, ketin nava liv û tevgerê. Axaftina me ya têkildarî pêvajoyê dewam kir.”
Bhabha destnîşan kir ku berdana Mandela bû xala werçerxê û got, “Destpêkê pêwîstî bi baweriya ji hev û diyalogê hebû. Piştî ku ev bawerî hate afirandin me dest ji çekan berdan. Di nava nîqaşên destûra bingehîn de me Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê ava kir. Dawiya dawî neteweyeke heta bi hetayê nikare di nava şer de bimîne. Di pêvajoyên bi vî rengî de lîderên herdu aliyan neçar in ku li ser avakirina rewşeke aştiyane ya ji bo zarok û neviyên me bifikirin, bixebitin. Pêwîstî bi pêvajoyeke ji lîderiyeke xurt heye. Em neçar in vê bikin. Belê, em nikarin rabirdûya xwe ji holê rakirin, lê belê rê hene ku em dikarin pê re rû bi rû bibin. Lê belê em neçar in ku razemeniyê li paşerojê bikin. Divê em destûrê nedin ku rabirdû me li demên berê bihêle. Mesele şexs nîne, di vir de meseel vîzyoneke paşerojê ye. Ev yek rêyeke dirêj û zehmet e û em hîn di destpêka wê de ne. Lê belê em neçar in ku xwe lê bigirin.”

