Deklarasyona ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve hate amadekirin, li Qesra Cemîl Paşa ya li Amedê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, nûnerên saziyên pêkhateyên Platformê, Hevşaredara Amedê Serra Bucak, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Metna bi Kurdî ya deklarasyonê aktivîsta TJAyê Fatma Ablay û metna bi Tirkî jî endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Reşo Bîrhat Kurtulan xwend.
Metna deklarasyonê bi vî rengî ye:
“Ji bo hêvî û azadiyê, niha dema rabûna ser piyan e.
Bûyerên ku li cîhanê û Rojhilata Navîn diqewimin nîşan didin ku pêdivî bi nûbûnekê heye. Ev nûbûn jî tenê bi daxwaza gelan a ji bo azadiyê û jiyana hevpar dikare pêk bê. Di pêşketina Şerê Cîhanê yê 3yemîn de ku bandora wê li seranserê cîhanê heye tişta herî eşkere, têkoşîna azadiyê ya gelan e. Di vê serdema ku her tişt ji nû ve tê avakirin de, tevî hemû zehmetiyan jî, derfetên çareseriya demokratîk û aştiyê li herêma me û li Rojhilata Navîn hîn jî hene û banga xwe didomîne.
Sedsalek bi înkarkirina hebûna gelê Kurd û binpêkirina mafên wan derbas bû. Di vê sedsalê de gelê Kurd rastî windikirin, kuştin, gittin û mişextkirinê hat. Di encama Têkoşîna Gelê Kurd a ji bo demokrasî û azadiyê de gelek kes temenê xwe di salonên dadgehan, girtîgehan û penaberî û mişextiyê de derbas kirin. Îro em di qonaxeke pir girîng de ne; ku parastin û berxwedana Gelê Kurd ber bi veguherîneke azadî û demokrasiyê ve diçe.
Pêvajoya ku piştî girtina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di 15ê Sibata 1999an de, bi komployeke navdewletî dest pê kir û bi tecrîda li Îmraliyê berdewam kir, armanca wê ew bû ku dewleta yekperest tiştê xwe yê kêm mayî temam bike. Bi vê yekê xwestin Kurdan ji aliyê nasname û îradeyê ve bi temamî ji holê rakin. Aqilê dewlet û desthilatê, bi polîtîkayên xwe yên li ser Girtîgeha Îmraliyê, qanûn û hiqûq xist bin lingên xwe. Ev pêvajo, heta radeyekê bûye polîtîkaya bingehîn a vî welatî.
Pirsgirêka Kurd ku diyarkera gelek pîvanên siyasî, aborî û civakî ye, bi tecrîda li ser birêz Ocalan re hat xwestin ku ji hemû derfetên çareseriyê yên hiqûqî û siyasî werin qutkirin. Her ku dozaja tecrîdê zêde bû, ev rewş li çar aliyê welat belav bû û veguherî rêbaz û rejîmeke wisa ku hewl dide hemû dînamîkên têkoşîna civakî bêbandor bike.
Birêz Ocalan ku ji sala 1993yan û vir ve têkoşîna aştiyê û lêgerîna muxateban zindî girtiye, di her qonaxê de hewl daye ku hemû derfet û mercên xwe bike bingeha çareseriyê. Agirbestên ku ragihandine, hewildanên wî yên ji bo danûstandina bi dewletê re, hevpeyvîn ü gotobêjên wî yên televizyonan û parêznameyên wî; ev hemû ji bo çareseriyeke demokratîk pêş xistiye. Di salên 1999 û 2009an de bi daxwaza wî komên aştiyê hatin da ku rê li ber şerekî navxweyî bigirin. Ev xebatên wî derfeteke mezin ji bo bingeha aştiyeke bi rûmet derxist hol û di nava gel de jî bûn xwedî rûmet û bersiveke mezin.
Wî bi tespît û rexneyên xwe, rûyê kapîtalîzmê û sîstema wê ya mêtingeriyê eşkere kir û ev sîstema ku li dijî civakê ye, mehkûm kir. Li hemberî Modernîteya Kapîtalîst, bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk re rê û rêbazên jiyaneke nû nîşan da; bi vê fikra xwe bû pêşengê têkoşîneke ku sînoran derbas dike. Her wiha bi nêrîna xwe ya ku azadiya jinê esas digire, hem karaktera têkoşîna xwe ya demokratîk parast, hem jî di têkoşîna azadiya jinê de bû xwedî bandoreke pir xurt. Ev gavên wî, di heman demê de ji bo ku dîrok ligel civakê ji nû ve were nivîsandin, pêngavên herî mezin in.
Bi saya ezmûna van lêgerînên dîrokî û nîqaşên li ser sîstema alternatîf, em îro di nav fersendeke nû ya aştî û çareseriyê de ne ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê pêş ketiye. Ev pêvajo dikare bibe bingeha dawî li şer û pevçûnên bi salan bîne û bibe bingehê ku têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê bi ser bikeve, ev yek ji bo me pir giranbuha ye. Her roj û her deqîqeya vê pêvajoyê ya ku rê li ber guhertinên yasayî û jiyana azad vedike, xwedî nirxekî dîrokî ye.
Banga birêz Ocalan a ji bo betalkirin, şewitandina çekan û vekişandina hêzan, gavên herî girîng ên avakirina civaka demokratîk û aştiyê bûn. Her wiha, pêşniyara wî ya ji bo avakirina komîsyoneke li Meclisê û pêkanîna hevdîtineke li Îmraliyê, asteke dîrokî ye. Ev hevdîtin ji bo welatekî azad û adil, destpêkek pir bi nirx e.
Tevî hemû zehmetiyan, destgirtina li ‘hiqûqa biratiyê’ û amadekirina qanûnên guncav, îro wezîfeya sereke ya Meclisê û civakê ye. Gelên vê axê, jiyaneke ku navê siyaseta wê aştî, navê civaka wê demokratîk û navê paşeroja wê azadî be, ji zû ve heq kirine.
Divê sedsala nû ya Tirkiyeyê ne li ser înkarê, lê li ser wekhevî û dadperweriyê ava bibe. Birêz Ocalan tevî şertên giran ên tecrîdê jî, di xeta aştiyê de israr dike. Ji ber vê yekê, rewş û şertên wî, wê qedera vê pêvajoyê diyar bikin.
Kampanyaya gerdûnî ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku li seranserê cîhanê tê meşandin, encama xwedîderketina li paradîgma û têkoşîna wî ya 50 salan e. Şert û mercên aktorekî wisa ku bandora gotin û keda wî li ser civakê ewqas xurt e, divê li gorî vê pêvajoya dîrokî ji nû ve werin serastkirin û azadiya wî were pêkanîn.
Gelê Kurd û hemû gelên din, hêviya xwe ya çareseriyê bi baweriya birêz Ocalan zindî girtine. Ji ber vê yekê, ‘Mafê Hêviyê’ di heman demê de mafê hêvî û azadiyê ya gelan e. Li gorî biryarên DMMEyê (Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa) û hiqûqa navdewletî, divê ev maf bêyî derengxistin were sepandin. Kilîta Neteweya Demokratîk, Komara Demokratîk û Biratiya Dîrokî, di pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ de ye.
Birêz Ocalan ku xwediyê vê vînê û vê banga ku ji bo gelê Kurd û hemû gelan azadiyê, ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokrasiyê dixwaze, divê azad bibe.
Em bang li hemû gelan dikin ku ji bo em daxwaza xwe ya azadiya birêz Ocalan bi vîneke herî xurt biparêzin û pêk bînin, roja Yekşemê, 4’ê Çile li Meydana Îstasyonê werin cem hev û berpirsiyariyê bigirin ser milên xwe.”

