Meclisa Gel a Binarê Qendîlê, li herêma Sûredê bi amadebûna hevserokên Meclisê, encûmen, rih spî û kesayetên diyar ên civakê û malbatên şehîdan, civînek berfireh lidarxist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştre Hevseroka Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Lavan Mistefa li ser rewşa siyasî ya herêmê, guherîn û veguherînên heyî, her wiha giringiya pêvajoya aştiyê axivî. Lavan Mistefa balkişand li ser rola civakê ya di vê qonaxa hestiyar de û giringiya yekitiya xelkê Binarê Qendîlê dubare kir.
Di civînê de her wiha biryarên giring ji bo pêşxistina kerta xizmetgûzariyê hatin dayîn. Di vê çarçoveyê de Hevserokê herêma Sûredê ji bo pêkanîna hinek komîteyên taybet yên weke; komîteya perwerdeyê, jîngehê, aborî û jinan, hate erkdarkirin.

