Siyasetmedarê Îtalî Ramon Mantovanî ji bo Meşa Dirêj a 25 rojan a ku îro di roja 6’an de ye û mîtînga mezin a Kolnê ya ku tê plankirin di 17’ê Sibatê de bê lidarxistin, dîmenek weşand. Mantovanî got, “Banga min; ji hemû beşên civakê yên xwedî nirxên demokratîk, şoreşgerî û sosyalîst re ye.”
Peyama dîtbarî ya Mantovanî wiha ye:
“Ez silavên xwe ji Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêber Ocalan ku 25 sal in bêhiqûqî hat girtin re dişînim. Bi raman û dilê xwe we silav dikim. Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e, ez bi nêrîna xwe vê dibêjim. Ez wî wek serokê hemû pêşverû û çepgirên cîhanê dibînim. Di heman demê de felsefeya Rêber Apo bi awayekî li Rojava tê jiyîn û ev yek ji bo me hemûyan gelekî girîng e.
Konfederalîzma demokratîk, rexnekirina rewşa heyî û şoreşa jinê gelekî girîng e. Ev biryarên pêşverû ne û divê hemû çepgirên cîhanê fêrî wan bibin. Ez bi dil û can wî silav dikim. Di rojên wî yên Îtalyayê min ew nas kir û ev ji bo min cihê şanaziyê ye. Ez jidil dibêjim ku xwe weke parçeyekî gelê Kurd hîs dikim. Ji bo min hemû Kurd ne tenê hevalên min ên têkoşînê ne, di heman demê de birayên min in.
Her wiha banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê dikim. Divê hemû jin û mêrên ku di dilê wan de daxwaza azadiyê heye tevlî vê meşê bibin an jî herî kêm bibin alîkar. Ev bang min ji bo partiyên siyasî yên demokratîk, pêşverû û çep jî derbas dibe. Bi silavên dostane…”