Koordînasyona KJK’ê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û got, “Ev têkoşîn divê ne tenê nîşandana helwestê be, divê bi têkoşîna qanûnî ya ku pêkanînên hiqûqî li hemberî êrişên zayendîperest-nijadperest bê ferzkirin, bi encam bibe.”
Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:
“Em di demekê de ne li Rojhilata Navîn guherînên bingehîn pêk tên. Em xwedî wê derfetê ne ku vê guherînê li ser bingeha paşeroja hevpar û berjewendiyên hevpar ên gelan û jinan ava bikin. Yên ku dikarin îradeya damezrîner a civakê û çêker nîşan bidin, demên herî kaotîk vediguherînin pêşketinên mezin. Lê belê helwestên lawaz, sist û bê biryar, çalakiyên sabotajê û polîtîkayên dij bi pêvajoyê wê bibin sedema wê yekê ku guherî li dijî gelan û jinan bi encam bibin. ‘Pêvajoya Çareseriya Demokratîk’ ku nêzî saleke ji aliyê Rêber Apo ve tê meşandin ji bo wê yekê ye ku ev pêvajoya guherînê ji bo gelan û jinan bi rengekî erênî bi encam bibe û di nava diyalektîka yekparebûna muzakere û têkoşînê de bê meşandin. Lê belê yên ku nikarin wateyê bidin vê qonaxa biryardana dîrokî û li ser bingeha firsendperestiyê tevdigerin, pêvajoyê dixin rîskê.
Çareseriya pirsgirêka Kurd ku girêka kor a Rojhilata Navîn e, wê bi xwe re demokratîkbûnê bîne ku bi kêrî bindestan hemûyan bê. Berdêla bêstatuhiştina gelê Kurd ne tenê ji aliyê Kurdan ve hate dayin. Gelê Tirk ku neçar hate hiştin ku barê herî giran ê rejîmên antîdemokratîk, aboriya şer, îdeolojiya neteweperestî û zayendîperestiyê hilgire, gelekî winda kiriye. Dijminatî, birçîbûn, xizanî, hilweşîna exlaqî û windahiya mirovahiyê ya mezin veguheriye qedera wê.
‘Pêvajoya Çareseriya Demokratîk’ ji aliyê dîrokî ve ji bo herdu gelan şensê dawî ye, lê belê di nêzîkatiya li vê pêvajoyê de pirsgirêkên bingehîn hene. Li aliyekî muzakere li aliyê din jî geşkirina tevgera neteweperestî û nijadperestiyê gefeke mezin li pêvajoyê dixwe. Xwezayiya pêvajoyê aştî ye û afirandina atmosfereke li gorî aştiyê beriya her tiştî berpirsyariya desthilatdariyê ye. Lê belê bêhurmetiya li îradeya siyasî ya gelê Kurd, bêqîmetkirin û êrişkarî weke rewşeke asayî tê nîşandan. Siyaseta ku neteweperestî û nijadperestiyê bi pêvajoyê re dimeşîne, lîstina bi qedera hevpar a gelan e.
Têgihiştina dogmatîk û statukoyê ya li qada muxalefeta demokratîk tê dîtin, sekna bi bendewarî, nefikirîna bi rengekî mezin û nenirxandina pêvajoyê bi rengekî rast, dibe sedem ku di tevgera demokrasî û aştiyê de lawazî rû bide. Kêmasî û lawaziya di xwedîderketina pêvajoyê ya li ser bingeha tevgera aştî û demokratîkbûnê de, kêmasiya di nîşandana heza çareseriyê de dibe sedem ku li hemberî provokasyon û êrişên li eniya faşîst û nijadperest helwesteke xemsar bê nîşandan.
Di nava van şert û mercan de ku tedbîr û nerazîbûneke têrke nayê nîşandan, partiyên nijadperest ji xwe re qadekê peyda dikin. Rêveberên şer û qirkirinê dijberiya xwe ya li pêvajoyê, dijminatiya li jin û Kurdan bi rengekî xetere bi rêxistin dikin. Herî dawî li hemberî Birêz Leyla Zana êrişeke zayendîperestî ya rêxistinî hate nîşandan. Ev vê dijminatiya li jinê û gel şermezar dikin, qebûl nakin. Ev yek êrişek li dijî rûmeta gelê me û tevahiya jinan e. Hêzên nijadeprest û faşîst ên ku xwe ji siyaseta dijminatiya li gelê Kurd xwedî dikin, bi êrişa zayendîperestî ya li hemberî Leyla Zana re sûc kirin. Em bang li rêxistinên jinan û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî sabotaj û provokasyonên ku dijminatiyê diafirînin, helwesta aştiyê û têkoşîna demokrasiyê ya hevpar a gelan bi pêş ve bibin. Ev têkoşîn divê ne tenê nîşandana helwestê be, divê bi têkoşîna qanûnî ya ku pêkanînên hiqûqî li hemberî êrişên zayendîperest-nijadperest bê ferzkirin, bi encam bibe.”

