În, 8 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Wê destûr ji xeteke bazirganiyê ya li ser Tirkiyeyê neyê dayin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Ozbîngol: Çareserî bi mekanîzmayeke koordînasyonê ya şênber dikare bê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVA’yê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona 15’ê Gulanê li Cizîrê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Destîna Yildiz: Li girtîgehan pêkanînên kêfî û binpêkirinên mafan zêde dibin
Rojane

Destîna Yildiz: Li girtîgehan pêkanînên kêfî û binpêkirinên mafan zêde dibin

Parêzer Destîna Yildiz diyar kir ku binpêkirinên mafên girtiyên siyasî didome û got, “Girtî ji xizmetên tenduristiyê bêpar tên hiştin, cezayên dîsîplînê, lêgerînên ji nişka ve û desteserkirina pirtûk û rojnameyan şert û mercên jiyana wan xirabtir dike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Binpêkirinên mafên girtiyên siyasî yên ku li Girtîgeha  Tîpa F ya Hejmar 1 û Hejmar 2 ên Tekîrdagê têne girtin berdewam dikin. Li girtîgehê ev demeke ji xizmeta tenduristyê bêpar tên hiştin, cezayên dîsîplînê û lêgerînên kêfî jî zêde dibin. Zextên rêveberiya girtîgehê li ser girtiyan berdewam dikin.

Bi vê re pêkanînên wekî desteserkirina materyalên çapkirî yên wekî pirtûk û rojnameyan û astengkirina nivîsandina nameyan jiyana girtiyan hîn zehmettir dikin.

Parêzer û endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Destîna Yildiz  derbarê binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê de ji ANF’ê re axivî.

Destîna Yildiz binpêkirinên li girtîgehê tên jiyîn wiha vegot: “Di demên dawî de, binpêkirinên mafên mirovan ên herî zêde ku me li Girtîgehên Tîpa F a Hejmar 1 û 2 yên Tekîrdagê dîtine, zêdebûna lêgerînên ji nişka ve û guhertina helwestên gardiyanan e. Di hevdîtinên me de, girtiyan ragihandin ku bi taybetî di 1-2 mehên dawî de ji bilî lêgerînên rûtîn di hucreyên wan de jî lêgerînên ji nişka ve tên kirin. Ji Wan gotine ku ev lêgerîn bi fermana nivîskî ya Wezareta Dadê hatine kirin. Di van lêgerînan de, hemû tiştên wan ji hêla gardiyanan ve hatine belavkirin û zirar dîtine, hemû belgeyên nivîskî hatine desteserkirin. Heta pirtûkên ku rêveberiya girtîgehê piştî kontrolê dane wan ve hatine desteserkirin, gardiyan bi gotin û çalakiyên xwe di nava provokasyonan de ne Girtiyên ku bertek nîşanî van lêgerînan dane, bi ser wan de çûne, wan dehf dane û tundiya fîzîkî li wan kirine.”

‘MAFÊ BERDANA BI ŞERT TÊ ASTENGKIRIN’

Parêzer Destîna Yildiz anî ziman ku mafê berdana bi şert ê girtiyan bi awayekî kêfî tê astengkirin û ev tişt got: “Mafên berdana bi şert a girtiyên ku rojên berdana wan hatine, ji hêla Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve bi hincetên nezelal têne paşxistin. Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ji bo girtiyên siyasî hincetên wekî ‘xwedî li nirxên manewî yên rêxistinê derdikevin, biqasî tê xwestin pirtûkan naxawînin, bi mele re hevdîtinê nakin, teserûfa av/elektrîkê nakin, beşdarî xebatên qada hevpar nabin û biryara nameyên bifikar’ didin pêş.

Kesên ku ji kêliya dikeve girtîgehê, rêveberiya girtîgehê  biryar dide ku ew ê di kîjan ode yan hucreyê de bimîne, bi kê re bimîne û bi kê re beşdarî çalakiyên wekî werzîş/qada hevpar bibe. Lê li gorî mewzûatê, kesên ku ji ber sûcên rêxistinê hatine cezakirin, li gel kesên din ên ku ji ber sûcên rêxistinê hatine cezakirin têne bicihkirin. Kesên ku ji heman sûcî hatine cezakirin bi hev re derdikevin qadên hevpar.”

‘PÊKANÎNÊN KÊFÎ ZÊDE DIBIN’

Destîna Yildiz diyar kir ku pêkanînên kêfî yên nirxandinên ‘halê baş’ ên girtiyên polîtîk berdewam dikin û wiha lê zêde kir: “Girtiyekî dikare bi pereyên xwe ji kantîna derve pirtûkan bikire yan jî malbat û hevalên wî dikarin bi rêya kargoyê pirtûkan ji wan re bişînin. Lê ev yek ji hêla rêveberiyê ve li ber çavan nayê girtin û wekî ku girtî qet pirtûkan naxwînin didin xuyakirin. Rêveberiya girtîgehê ji ber sedemên wekî ewlehiyê û li saziyê cih tineye rê li ber çalakiyên wekî werzîş, sohbet û qursan ên girtiyan digirin vê yekê wekî daxwaza girtiyan dinirxîne. Dîsa, her çiqasî li girtîgehê kotayek avê heye jî, ango mîqdara avê ku girtiyek dikare rojane bikar bîne ji hêla rêveberiyê ve tê destnîşankirin jî, tê îdîakirin ku girtî avê teserûf nakin û ji ber vê yekê wekî “halê nebaş” têne dîtin.

Dema ku em li nakokî û îdîayên razber ên di hincetên biryarên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê de dinêrin, em dibînin ku hinceta sereke ew e ku gelo girtî poşman in an na. Girtiyên dibêjin em ne poşman in an jî poşmanî nîşan nadin, mafê berdana wan a bi şert tê astengkirin. Armanca vê yekê ew e ku îradeya girtiyên polîtîk bişkînin û  wan di bin zextê de bihêlin.”

Destîna Yildiz anî ziman ku binpêkirinên mafên tenduristiyê yên girtiyên polîtîk roj bi roj zêde dibin û got, “Di van demên dawî de gelek binpêkirinên ku em lê rast hatine beşek jê astengkirina dermankirinê û mafê tenduristiyê ve girêdayî ne. Bi wesayîtên yek kesî dibin nexweşxaneyê. Di muayeneyê de kelepçekirinê li ser girtiyan ferz dikin û ev pêk anîn zêde bûye.

Ev pêkanîn rê li ber çûna girtiyan bo nexweşxaneyan an dermakirinê digirin; ji ber vê yekê nexweşî dereng têne teşhîskirin û girtî nikarin di wextê xwe de werin dermankirin. Di hevdîtinên ku me bi girtiyan re kirin de hat gotin ku ji ber bijîşkê revîrê nagihêje muaynekirinê, derxistina revîrê tê derenxistin. Ji ber vê yekê derman di wextê xwe de nayên nivîsandin û di sewqkirina nexweşxaneyê de derengî çêdibe. Hat gotin ku sewqên dermankirina fîzîkî herî kêm 7-8 mehan digire û sewqên din bi gelemperî herî kêm 3-4 mehan digirin.”

Parêzer Destîna Yildiz diyar kir ku girtiyek nexweş li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê ku ji ber nexweşiya fitiqê bijîşkê girtîgehê destûra ranzaya gerok dabûyê, lê rêveberiya girtîgehê ev daxwaz bi qasî mehek şûnde red kir û wiha got, “Agahiyeke din ku me wergirt ew e ku girtiyek di heman girtîgehê de destê wî yê çepê seqet e û ji sala 2023’yan vir ve li benda emeliyatê ye lê dîrokek jê re nehatiye dayîn. Ji ber vê yekê ew bi xetereya windakirina destê xwe yê çepê re rû bi rû ye.”

‘BANDORA KRÎZA ABORÎ GIRANTIR E’

Destîna Yildiz anî ziman ku krîza aborî ya li derve bandorek girantir li ser girtîgehan dike û wiha domand: “Ji ber ku bihayên kantînê pir zêde bûne, ji bo girtiyên ku dahatên wan pir kêm in, gihîştina pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin û pêdiviyên paqijiyê hîn zehmettir dibe.

Di hevdîtinên me de, girtiyan ragihandin ku xwarina ku ji hêla rêveberiyê ve tê belavkirin ji ber pereyên xwarinê kêm e xirab bûye; xwarina ne tendurist û ji hêla xurekî têr nake.  Xwarina ku tê belavkirin têra girtiyên di hucreyan de nake û daxwazên girtiyên ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hewceyî bi xwarinên parêzê heye nayên bicihanîn. Ev rewş ji bo girtiyan dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên demdirêj ên cidî û rê li ber gelek nexweşiyan vedike.”

‘ÇALAKIYÊN QADÊN HEVPAR BI AWAYEKÎ KÊFÎ TÊN ASTENGKIRIN’

Destina Yildiz derbarê hevpeyvînên xwe yên bi girtiyên siyasî yên ku di girtîgehê de rehîn hatine girtin de ev tişt parve kir: “Di hevdîtinên bi girtiyan re, ji me re hat gotin ku çalakiyên qadên hevpar ên wekî werzîş, sohbet û qurs an bi tevahî nayên kirin, an jî dema ku destûr tê dayîn li gorî mewzûatê nayên kirin. Mînak li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê, girtiyan demek dirêj e ku qursên sazê dixwazin, lê ji ber nebûna mamosteyek qursê demek dirêj ev qurs nayê vekirin. Piştî ku mamoste hat, ji girtiyan hat xwestin ku yek bi yek beşdarî qursê bibin; girtiyan ev yek qebûl nekirin û mamoste ji ber ku nexwestin yek bi yek dersê bide, îstîfa kir.

Dîsa bi heman awayî, ji girtiyan hat xwestin ku yek bi yek beşdarî atolyeya wênesaziyê bibin; ev yek demek dirêj hat ferzkirin, lê girtiyan qebûl nekirin. Paşê rêveberî razî bûye ku yên ku di werzîş û sohbetan de bi hev re derdikevin, dikarin bi hev re biçin atolyeya hunerî jî.

Binpêkirinên mafên mirovan ên din ên hatine ragihandin ev in ku destûr tê dayîn ku girtî bîst pirtûkan di hucreyên xwe de bihêlin, ji vê hejmarê pêvtir destûrê nadin. Hin ji van pirtûkan di dema serdegirtinan de têne desteserkirin. Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê ji ber ku wergervanê Zazakî tineye, sal û nîveke van weşanan nadin û weşanên Kurdî bi derengî têne dayîn.”

‘DIVÊ DAWÎ LI VAN PÊKANÎNÊN TECRÎDÊ WERE’

Parêzer Destîna Yildiz bi bîr xist ku di demeke ku nîqaşên li ser aştî û demokratîkbûnê têne kirin de zûdebûna binpêkirina mafan nayê qebûlkirin û ev bang kir: “Divê dawî li pêkanînên tecrîdê û binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan were anîn. Bi taybetî girtiyên nexweş û yên ku roja berdana wan a bi şert hatiye divê demildest werin berdan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TEKÎRDAG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 20’Ê KANÛNA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ‘Neavêtina gavên beramber a ji aliyê dewletê ve, di civakê de dibe sedema nîşana pirsê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Tirkiye divê demildest ji zihniyeta dijminê mirov û xwezayê rizgar bibe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilweşîna madenê ya li navçeya Licik a Erzînganê daxuyaniyek…

Ji aliyê Stêrk TV

Hamas û El Fetîhê li Çînê peymana ‘yekîtiya neteweyî’ îmze kirin

Ji endamên buroya siyasî ya Hamasê Mûsa Ebû Marzûk roja Sêşemê daxuyaniyek da û ragihand…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Miksê gel li dijî desteserkirinê derket kolanan

Nîştecihên Miksê li dijî desteserkirinê derketin kolanan û dest bi çalakiyan kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Wê destûr ji xeteke bazirganiyê ya li ser Tirkiyeyê neyê dayin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sevda Ozbîngol: Çareserî bi mekanîzmayeke koordînasyonê ya şênber dikare bê meşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 8’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVA’yê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?