Duşem, 22 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer îstifa kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgul Sakî: Modela ‘Keleh Ewropa’ bi pakta nû re temam dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Encamnameya Kongreya Îslama Demokratîk de banga siyaseta demokratîk hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 Kurdên ji Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî daxwaza edaletê
Rojane

Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî daxwaza edaletê

Malbatên windayan û ÎHD, bi çalakiyên li sê bajaran ji bo birayên hev Eyup û Mahîr Karabey, Îsmaîl Haran û Îsmaîl Bahçecî daxwaza edaletê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çalakiyên ku ji hêla malbatên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve ji bo pirsîna li aqûbeta windayan û daxwaza darizandina sûcdaran hatin lidarxistin, vê hefteyê jî berdewam kirin.

AMED

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê di hefteya 716’emîn de berdewam kir. Çalakiya vê hefteyê li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî ku di 24’ê Kanûna 1994’an de li Navçeya Aksarayê ya Stenbolê hate binçavkirin û ji wê demê ve heta niha tu agahî jê nehatiye girtin hate pirsîn. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’a Êlihê, rêveberên rêxistinên sivîl tevlî çalakiyê bûn.

Metna çapemeniyê ji aliyê rêveberê ÎHD’ê Serdar Yildirim ve hate xwendin.

Metna daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Îsmaîl Bahçecî yê ku di sala 1968’an de li Sêwregê ji dayik bûye, malbata wî di sala 1979’an de koçî Stenbolê kir. Bahçecî xwendekarê Fakulteya Rojnamegerî û Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê bû. Her wiha serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiyeyê jî bû. Ji ber vê yekê, ew bû hedefa polîsan. Polîs du caran hatin mala wî û pirsîn ka Îsmaîl li ku ye? Di 24’ê Kanûna 1994’an de hevalên wî ji malbatê re ragihandine ku Îsmaîl li Aksarayê hatiye binçavkirin. Îsmaîl birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.

Birayên wî Şehmus û Ûgûr çend tişt û hinek pere girtin û çûn qereqola polîsan. Polîsan gotin, ‘Kesekî wisa tune ye, me kesek bi vî navî negirtiye.’ Serokwezîr Çîller û Serokkomar Demîrel daxwazên wan ên ji bo tayînkirinê red kirin. Wezîra Mafên Mirovan a Dewletê Azîmet Koyluoglu ku ew pê re civiyan, ji wan re got, dibe ku Îsmaîl bi êşkenceyê hatibe kuştin û hatibe avêtin çalekê.

Piştre malbat çû Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî. Wezîrê Karên Navxwe ji Dayîka Fatma re got, ‘Dûa bike ku kurê te di destê polîsan de be. Ez ê lêkolîn bikim û ji te re bibêjim.’ Dayîka Fatma hejmara telefona xwe û navnîşana xwe hişt. Lê tu bersiv ji wan jî negirt. Dema ku girtina Îsmaîl hate redkirin, hevalên wî, Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi kampanyayên ku wan organîze kirin ev mijar anîn ber çavên raya giştî ya neteweyî û navneteweyî. Lê lêpirsînek bi bandor nehat kirin. Doza Îsmaîl Bahçecî li ser refikên tozgirtî yên dadgehê man.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê, çalakiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê di hefteya 716’an de berdewam kir. Çalakiya vê hefteyê li ser aqûbeta Îsmaîl Bahçecî bû ku di 24’ê Kanûna 1994’an de li Aksaray a Stenbolê hat binçavkirin û ji wê demê ve tu agahî jê nayê girtin.

Rêveberê ÎHD’ê Sedat Yildirim Bahçecî çîroka windakirina Îsmaîl Bahçecî vegot. Yildirim got ku dosyeya Bahçecî di refiken bitoz ên adliyeyê de hat bicihkirin û doza edaletê kir.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 206’emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankarta bi nivîsa “Bila winda bên ditın, kiryar bên darizandin” hat vekirin, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê, xizmên windayan li kiryarên birayên hev Eyup û Mahîr Karabey ku di 1995’an de hatin binçavkirin cenazeyê wan ê êşkencekirî hat dîtin, pirsîn û doza edaletê kirin.

Daxuyanî ji aliyê rêveberê ÎHD’ê Eren Baskin ve hat xwendin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Pênciwênê çalakvanên jîngehê hatin bibîranîn
Nûçeya Pişt re Hêzên Îranê ji heman malbatê 3 kes binçav kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dagistanê li dijî sînagog û dêran êrîş pêk hat: Herî kêm 9 mirin

Li Dagistan a girêdayî herêma Qefqasya ya Rûsyayê êrîşî sînagog û dêran hate kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Başûr di 2 mehan de 13 jin hatin qetilkirin

Li Başûrê Kurdistanê di 2 mehan de 13 jin hatin qetilkirin yan jî neçarî xweşkuştinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Du şehîdên QSD’ê li Şedadê hatin veşartin

Şervanên QSD'ê Ziyad Hesan El Îbrahîm û Ebud Mehmûd El Hemadê yên li Dêrazorê şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?