Berxwedana Bendava Tirşînê di salvegera yekemîn de ye ku şervanên QSD û YPJ’ê li dijî çeteyên HTŞ-SMO’yê bi biryardarî û daxwazeke mezin têkoşiyan. Şopa nuqteyên berxwedana bi mehan a li eniyên şer hîn jî teze ne û ji bo bîranîna şervanan ew şop têne parastin. Ji bo destana vê berxwedana dîrokî û çîrokên berxwedanê yên şervanan binivîsînim diviyabûm biçûma herêmê, bidam ser şopa berxwedanê. Zanim her gotina ku li ser berxwedana Tişrînê bê gotin têra vegotina kêkilyeke wan rojên bi têkoşînê dagirtî nake. Lê dîsa jî her kêlî û çîroka berxwedanê ya ku em ê li rûpelên dîrokê bihêlin, bi qasî dilê şervanan divê sade be.
Dema min gava xwe avêt qada şer, di her bihostê de li şopa berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê rast hatim ku li dijî çeteyan bi biryardarî û baweriyeke mezin meşandin. Li aliyekî hilweşîna ji ber şerê giran, li çeperên berxwedanê û tunelên şer dinihêrim, li aliyê din jî li wê yekê difikirim bê vê berxwedana bêhempa karibim bi hevokan binivîsînim, raxim pêş çavan.
Di rêwîtiyê de şervanekî QSD’ê yê bi navê Gelhat li gel min e ku hingî ji roja destpêkê heta ya dawiyê di nava berxwedana Tişrînê de bû. Dema min bi çavên rojnamevantiyê da ser şopa berxweedanê, wî şahidî ji her kêliya wê berxwedanê re kiribû. Bi rojan li gel hevalên xwe li dijî çeteyan şer kiribû. Gelhat qala kêliyên balkêş ên di çeperên berxwedanê de kir. Piştî ku bi şervan Gelhat re demekê em meşiyan, min bir çeperekê ku berxwedan li wê derê bi rojan dewam kir, dibe ku berxwedana herî giran bû. Çepera ku em hatin, avahiyek û derdora avahiyekê bû ku di pêvajoya şer de gelekî stratejîk bû. Bi refleksa rojnamevantiyê min makîneya xwe ya wêneyan derxist û dîmenê avahiyê û derdora wê kişand.
Di dema berxwedanê de avahî û derdora wê her roj bi tankan, obus, çekên giran û balafirên şer bê navber hate bombekirin, lewma cihekî saxlem ê avahiyê nema bû. Darên çinarê qelişî bûn, qebloyên elektrîkê li naverastê bûn, dîrekên elektrîkê xwar bûbûn. Min bi baldarî bala xwe da ser dîwarên hilweşiyayî yê avahiyê. Li berxwedana şervanan fikirîm ku bi rojan dîwar ji xwe re kiribûn çeper. Weke ku gotinên dawî, hestên dawî, qîrînên dawî yên ketin hembêza xakê li dîwaran neqişî bû.
QADA BERXWEDANA HERÎ XURT
Gelhat qala fermandara YPJ’ê Ronahî Yekta kir ku bi 2 hevalên xwe li vê avahiyê û derdora wê 17 rojan berxwedaneke mezin kirin, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û 25’ê Kanûna 2024’an de şehîd bû. Fermandar Ronahî Yekta û hevalên wê rê nedabûn çeteyan. Di şerê Tişrînê de ev avahî û derdora wê ku qada berxwedana herî xurt a fermandar Ronahî bû, nuqteya herî germ bû ku şer û heqîqet lê gihîştibûn hev.
Şervan Gelhat anî ziman ku Ronahî Yekta fermandara Tabûrê bû, lê di dema şer de bi berpirsyariya xwezayî tevdigeriya, dihat çeperên şervanan û şervan motîve dikir. Ji gotinên Gelhat min fêhm kir ku Ronahî hêz, xwen û xeyal, hesret, hêvî, tecrûbeyên xwe ji nifşên paşerojê re radigihand. Ronahî li dijî çeteyên ku dixwestin hêviya gelekî tine bikin bê eman şer kiribû. Dibe ku xewneke azadiyê bû Ronahî. Dibe ku êş, zehmetî, utopya û gelek tiştên din ên mirovan di dilê xwe de veşartibû.
BI HÊRSA EFRÎNÊ LI NAVA YPJ’Ê BÛ
Ronahî Yekta (Arşîn Hisên) Li Efrînê ji dayik bû û mezin bû. Di zarokatiya xwe de tevlî nava karên çand û hunerê bû. Di nava jiyana xwe de huner û şoreş bi hev re nirxand, bi dengê xwe yê bedew eleqeya xwe ya ji bo hunerê li nava hevrêyên xwe nîşan dida. Huner ji bo wê bûbû qadeke têkoşînê ya jiyanê ku dest jê bernede.
Ronahî jiyana xwe bi pîvanên jineke şoreşger hûnand. Sala 2012’an dema ku çeteyên El Nûsra êriş birin ser Helebê, wê kêliyê bêyî teredut bike rêya xwe dît û tevlî nava karên şoreşê bû.
Ronahî destpêkê tevlî nava karên Ciwanên Şoreşger bû. Di perwerdekirina jinên ciwan û ciwanan de, di birêxistinkirinê de berpirsyariyeke bingehîn hilgirt ser milê xwe û bû hevrêya jinên ciwan û ciwanan. Dema ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, di meşa jiyanê ya Ronahî de êdî hêrseke mezin hebû. Ji ber vê yekê tevlîbûna xwe ya li nava têkoşînê di ber çavan re derbas kir û hîs kir ku rêya herî xurt a parastina Efrînê bi tevlîbûna li nava refên YPJ’ê dibe.
Di demeke kurt de Ronahî hunera xwe ya şer û li qada parastina jinê xwe bi pêş ve bir, bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû yek ji fermandarên ciwan ên YPJ’ê. Bi pratîka xwe ya erênî û encamgir, bi sedan şervan gihand û bi maneiyata herî xurt a xeta azadiyê ya jinê jiya. Fermandara YPJ’ê Ronahî Yekta 25’ê Kanûna 2024’an di Berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bû.
Di dema meşê de bernameya ji xebatkarên çapemeniya azad hevalê me Enes Yildiz û Serdar Semsûr hate bîra min ku di roja 5’emîn a berxwedanê de li pêşiya tankeke çeteyan a îmhakirî bi Ronahî Yekta û du şervanan re li ser berxwedana wan kişandibû. Di vê bernameya girîng de ku derew û dezenformasyonên medya şerê taybet a li ser Bendava Tişrînê raxist pêş çavan, Ronahî bi vî rengî qala berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê, şerê 5 rojan û êrişên çeteyên dagirker kiribû:
“Ev şerê mezin ku hem li binê erdê hem jî li ser erdê dewam dike, li gel ku bi carekê destpê kir bi taktîkên afirîner û berxwedana têkoşînê ya hevalên me re bi tena serê xwe serketineke mezin e. Li ser her qada Tişrînê êriş çêbûn. Lê belê hevalên me li eniya şer di nava berxwedaneke mezin de ne û rê nadin çeteyan.”
AVAHIYA KU VEGUHERÎ ÇEPERA BERXWEDANÊ
Li gel şervan Gelhat em li vê avahiyê û derdora wê digerin ku di eniya berxwedanê de ji Ronahî û hevalên wê re bû çeper. Anî ziman ku fermandara YPJ’ê Ronahî ji aliyekî ve şervan koordîne dikir, li aliyê din jî diçû eniyên berxweedanê, bi şervanan re sobetên motîvasyonê dikir. Dema ku em nêzîkî wê bûn, min dît bê fermandara YPJ’ê Ronahî ev avahiya ji rêzê xuya dikir çawa kir çepereke berxwedanê. Hevalên Ronahî ji bo wê digotin li cihê xwe nasekine, hîperaktîf e, zû hînî şer dibe. Li gel komek ji hevalên xwe hewl da vê avahiyê ji şerên gengaz re amade bike. Di dema şer de du qatên destpêkê yên avahiyê, hemû derî û paceyên wê yên ber bi derve ve kamûfle kiribûn. Şervan Gelhat qalê kir ku ev der çawa kirine çepera şer.
Ev avahî dûrî lojmanên Tişrînê li nava bexçeyekî bi tena serê xwe ye, lewma ji bo êrişan hîn bêhtir guncaw dihate dîtin. Şervanên QSD û YPJ’ê bi zehmetî jî ber êrişên li ser derdora avahiyê şikandibûn. Şaşitiya yekane, kêmasiya yekane ya ku fermandar Ronahî li vê derê bikira wê çarenûsa berxwedana li vê derê diyar bikira. Hîn bûm ku ji ber vê yekê timî li ser rê û rêbazan difikirî û di nava hewldanan de bû.
MORAL, BAWERÎ Û HEVRÊTIYA BI RÊXISTIN
Gelhat di dema meşê de rol û serweriya Ronahî ya di şer de carna bi hestewarî carna jî bi serbilindî vedigot. Kêliyekê sekinî, li ser yek ji kevirên mezin rûnişt ku nava xirbeyê malekê pengizî bû. Li çepera berxwedanê nihêrî ku bi rojan li gel hevalên xwe bêrawestan lê li ber xwe da. Dema ku nêzî wî bûm, bi dengekî nizm lê fêhmker ji min re got, ‘Hevala Ronahî bi bawerî, bi biryar, bêdudilî, ji bo azadiya gelê xwe heta mirinê şer dikir.” Belê ya ku Gelhat û bi hezaran şervanên weke wî li ser piyan dihişt moral, îdeolojî, bawerî û hevrêtiya rêxistinbûyî bû.
Şervan Gelhat piştî ku xwe komî ser hev kir û rabû ser piyan, me rêwîstiya xwe ya li ser şopa berxwedana li avahiyê û derdora wê dewam kir. Dema li eniyên berxwedana Tişrînê digeriyam min dît ku her şervan li ser şopa fermandara xwe Ronahî ne. Di rûyê her yekî de biryardariya berxwedanê û çavên dibiriqî yên Ronahî hebûn. Şervan Gelhat anî ziman ku dema bi şehadeta fermandar Ronahî Yekta hesiya, weke hemû şervanan wan dirûşma ‘Şehîd namirin, Jin, Jiyan, Azadî’ qîriyan. Şervanan ji bo dilsoziya bi fermandara xwe navê “Eniya Berxwedanê ya Şehîd Ronahî Yekta’ li vê avahiyê û derdora wê kirin ku 17 rojan li ber xwe dan.
Piştî ku min çavdêriyên xwe yên li eniya berxwedanê qedand û hevpeyvînên xwe wergirt, hêdî hêdî ji Tişrînê vediqetim. Dema ku min spasiya şervan Gelhat kir ku di rêwîtiyê de timî bi min re bû, got ‘Hûn çavê me yê di berxwedanê de ne’.
Belê ji berxwedanekê wêdetir Tişrîn avakirina paşerojê bû. Gelek şervanên ku di bin fermandariya Şehîd Ronahî Yekta de li ber xwe dan, ji bo avakirina paşerojekê şer kiribûn. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dora şervanên xwe bû yek û mizgîniya paşerojê dabû. Ya ku dibe para me xebatkarên çapemeniya azad ew e ku di vê rêya ronîkirina rastiyê de weke hevalên xwe yên rojnamevan ên hatin qetilkirinn Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Egîd Roj qeydkirina vê heqîqetê ye. Dilxwazî, dilsozî û baweriya wan a ji bo parastina heqîqetê wê meşa Çapemeniya Azad jî her tim bi biryar û wêrek bike.

