Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beşdarî Kongreya Asayî ya 1’emîn a Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê bû ku li Çand Amedê tê lidarxistin. Di axaftina xwe de işaret bi ‘girîngî û dîrokîbûna’ karê kongreyê kir. Hatîmogûllari anî ziman ku piştî dema destpêkê ya Îslamê hêzên mêtinger li Rojhilata Navîn û Efrîkayê ol û bawerî li ber hev rakirin, şerê mezhebî sor kirin û vê yekê sedan sal in ‘xwîn û êş’ li cografyayê belav kiriye.
‘DIVÊ EM HESAB JI WAN RÊXISTINAN BIXWAZIN KU BI NAVÊ ÎSLAMÊ KOMKUJIYAN DIKIN’
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku herêm salên dawî bi encamên hilweşîner ên ji ber Îslama siyasî rû bi rû ye û destnîşan kir ku rêxistinên weke DAÎŞ, El Nûsra, El Qaîde û Boko Haram bi navê Îslamê xwîna xwişk û birayan rijandine. Tulay Hatîmogûllari li pêşberî vê rewşê bal kişand ser girîngiya “Kombûna li ser xeta Îslama demokratîk” û got, “Li hemberî van rêxistinên ku nirxên herî girîng ên Îslamê pûç kirin, divê li ser xeta îslama demokratîk kombûneke xurt bê kirin. Gelekî girîng e ku Îslam li gel nirxên xwe li ser zemîneke demokratîk bi cih bibe.”
BERPIRSYARIYA AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK LI HER QADÊ
Hevseroka DEM Partiyê destnîşan kir ku bi banga Rêber Apo re divê civaka demokratîk li her qadê bê avakirin û got, “Divê xeta Îslama demokratîk bê avakirin, xurtkirin û li nava civakê bi temamî bê belavkirin.” Hatîmogûllari ragihand ku pirsgirêka Kurd “Meseleya heqîqî û qedîm a welêt e” û anî ziman ku di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de “Gavên hiqûqî, qanûnên aştî û demokrasiyê di rojevê de ne.”
Tulay Hatîmogûllari ragihand ku tundiya li jinê, îstîsmarkirina zarokan, narkotîk, birçîbûn û xizanî ji aliyê ti olê ve nayê qebûlkirin û got, “Desthilatdariya heyî Îslama siyasî bi kar tîne û dibêje ‘Bawermend wê sebir bike’. Em birçîbûnê weke qederê nabînin, em ê têbikoşin.” Hatîmogûllari got, “Bazirganên olî xwişk û biratiya olî îstîsmar dikin” û ji bo têkoşîna hevpar a li dijî vê ferasetê bang kir.
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku divê Kurd karibin bi rengekî azad bi zimanê xwe yê dayikê ola xwe pêk bîne, li qada cemaweriyê Quranê bi Kurdî bixwîne û destwerdana li cenaze û taziyeyan rexne kir. Hatîmogûllari got, “Hurmeta li mirî beriya her tiştî ye” û bang kir ku dest ji van kiryaran bê berdan.

