Duşem, 9 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îlamê lehî rabû: Av di nav avê de man

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê serdegirtina sosyalîstan: 23 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duygu Ozbay: Sîstema ezmûnê ya navendî newekheviya li perwerdeyê mezin dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşî apê Rojîn Kabaîş hate kirin: Gefa ‘dest ji dozê berdin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî ji ti gel û çandê cuda nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > MSD û Rêveberiya Xweser êrîşa li Humsê şermezar kirin
Rojava

MSD û Rêveberiya Xweser êrîşa li Humsê şermezar kirin

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li dijî Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib li Humsê şermezar kirin û banga parastina perestgehan kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

MSD`ê der barê êrîşa ku li dijî mizgefteke li bajarê Humsê pêk hat û di encamên de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn de daxuyniyek da.

Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:

“Bi navê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) em sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr ji malbatên qurbaniyên ku di êrîşa terorîstî ya xayîn de ku li dijî Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib li Humsê pêk hat, re pêşkêş dikin û ji birîndaran re başbûneke bilez dixwazin.

Vê sûcê terorîstî yê reş bi tundî şermezar dikin û diyar dikin ku kiryarên wiha yên sûc komeke taybetî hedef nagirin, lê belê tevahiya aştiya sivîl a Sûriyeyê têk dibin, li bingehên jiyana hevbeş û yekîtiya neteweyî dixin, û dixwazin nakokiyê gur bikin û tundî û bêaramiyê bidomînin.

Ji bo têkbirina terorê hewldanek neteweyî ya Sûriyeyê ya berfireh li ser bingeha hevkariyê û berpirsiyariya hevpar hewce dike, ji ber ku terorîzm xetereyek e ku herêm û civakan derbas dibe, ne tenê Sûriyeyê, lê di heman demê de ewlehî û aramiya herêm û cîhanê jî dixe xeterê.

Di vê çarçoveyê de, serkeftina Peymana 10`ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e û gavek bingehîn e ber bi jiholêrakirina çavkaniyên terorê û vekirina rê li ber çareseriyek siyasî ya berfireh ku hêviyên gelê Sûriyeyê ji bo ewlehî, aramî û edaletê pêk tîne.

RÊVEBERIYA XWESER: NEBÛNA PROJEYEKE NENAVENDÎ RÊ LI BER TUNDIYÊ VEDIKE

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê teqîna li mizgefta Elî Bin Ebî Talin a taxa Wadî El Deheb a bajarê Humsê de, ku di encamê de 8 kes hatin kuştin û 18 birîndar bûn, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de êrîş wekî êrîşeke hovane û li dijî nirxên mirovahî û exalqî û ewlehiya civakê hat binavkirin.

Berdewama daxuyaniyê wiha ye:

“Ev kiryarê sûcdar di heyameke pir metirsîdar de ku tê de zimanê nefretê zêde bûye û egera şerê navxweyî zêde bûye û perestgeh ji bo qadên tundiyê hatine veguhastin, hatiye pêkanîn û armanc jê têkbirina aştiya civakî û çandina tirs û dabeşbûnê di nav gelê Sûriyeyê de ye. Ev sûc ji valahiyê nayên, aliyên xerabker ên ku ji tevlihevî û dabeşbûnê sûdê dibînin û dixwazin xwîna Sûriyeyî birijînin û civakê ji hev bixin, wan pêk tînin.

Hemwextî vê rewşa aloz a Sûriyeyê û hemwextî zêdebûna tundiyê û hedefgirtina sivîlan, em dîsa dibêjin ku pêdiviya Sûriyeyê bi projeyeke niştimanî ya giştî bi rêya avakirina Sûriyeya demokratîk û nenavnedî li gorî nirxên edaletê û hemwelatîbûna wekhev û misogerkirina mafên hemû pêkhateyên olî û neteweyî, heye. Tunebûna projeyeke niştimanî û demokratîk rê li ber hêzên tundraw vedike, lê belê hebûna wê projeyê û pêkanîna wê rêbaza tekane ya pêşîgirtina li wan aliyan e yên ku dixwazin ewlehiya Sûriyeyê têk bibin û xwîna gelê Sûriyeyê birijînin.

Em berpirsiyariya xwe ya niştimanî û mirovî ji bo başkirina ziman, parastina sivîlan û perestgehan û hesabxwestina ji sûcdar û fîtnekaran dibare dikin, ji ber ku Sûriye bi tundî û nefretê ava nabe, Sûriye bi bawerî û ewlehiyê û rûniştandina jiyana hevbeş û pêkvejiyanê ava dibe.

Di dawiyê de, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û saxiyê ji birîndaran re dixwazin û piştgiriya xwe ji şêniyên Humsê re û ji tevahî sivîlên seranserî Sûriyeyê re dubare dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di êrîşa DAÎŞ’ê de 3 erkdarên gumrikê birîndar bûn
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Li dijî êrîşan têkoşîna hevpar xwedî girîngiyeke jiyanî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

Zanyarê siyasî Naif Bezwan ku rageşiya navbera DYA-Îranê û guhertinên gengaz ên li herêmê nirxand,…

Ji aliyê Stêrk TV

Koreya Bakur li nêzî sînorê Çînê baregeheke moşekan a veşartî ava kir!

Derket holê ku Koreya Bakur bes 27 kîlometrayan dûrî sînorê Çînê baregeheke moşekên balîstîkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê cenazeyek hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îlamê lehî rabû: Av di nav avê de man

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Di COP31’ê de krîza fînansmanê ya avhewayê: Ji NY’ê banga lezgîn li welatan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îzmîrê serdegirtina sosyalîstan: 23 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?