Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), di çarçoveya civînên “Aştî û Civaka Demokratîk” de li gelek navendan civînên gel hatin lidarxistin. Civînên ku li navend û navçeyên Serhed, Amed û Dêrsimê hatin kirin, di du baskan de hatin meşandin. Veysî Aktaş ê ku ji girtîgeha Îmraliyê hatibû berdan û Çetîn Arkaş ê ku heyamekê li Îmraliyê di sekreteryayê de bû, û bi hezaran kes tevlî van civînan bûn. Di civînên ku gel eleqeyeke mezin nîşan da de, der barê pêvajoya civaka demokratîk de nirxandin hatin kirin; daxwaz, rexne û fikarên gel hatin guhdarîkirin. Civînên gel ên ku li navçeyên herî biçûk jî bi qelebalixiyeke mezin pêk hatin, herî dawî li Amed û Qersê bi dawî bûn.
Yek ji navên ku di dîwana civînan de cih girt jî Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akipa bû. Suzan Akipa ya ku herî dawî di meha Cotmehê de tevî parêzer Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Emran Emekçî çûbû Girava Îmraliyê, tevî Çetîn Arkaş û Ayla Akat di civînan de cih girt. Akipa, çavdêriyên xwe û daxwazên bingehîn ên gel ji ajansa me re vegot û diyar kir ku rojeva sereke ya civînan; herikîna dîrokî ya pirsgirêka Kurd, polîtîkayên înkarê û têkoşîna Kurd a li dijî van polîtîkayan bûye.
‘HEMÛ MIJAR BI TÊKILIYEKE MEZIN HATIN ŞOPANDIN’
Akipa destnîşan kir ku mijara herî zêde gel têkilî nîşan daye, şert û mercên jiyanê yên li Girava Îmraliyê bûye. Akipa anî ziman ku yek ji sedemên vê têkiliyê beşdarbûna du kesên ku berê Rêber Apo kirine bû û wiha got: “Jiyana li Girava Îmraliyê, şert û mercên ragirtina Birêz Ocalan, têkiliyên bi wî re hatine danîn, bîranîn û mahiyeta masaya hevdîtinê ya li Îmraliyê hatibû avakirin, ji aliyê gel ve bi baldarî hatin guhdarîkirin. Naveroka hevdîtinên parêzeran ên bi Birêz Ocalan re jî bi têkiliyeke mezin hatin şopandin. Van mijaran ji bo gel rewşa rêbertî şênbertir kir.”
Akipa diyar kir ku mijareke din a bingehîn a di navenda civînan de jinên Kurd bûn û bal kişand ser rola jinên Kurd a di têkoşînê de: “Jina Kurd, wekî dînamîk û hêza motor a herî girîng a têkoşîna Kurd hate nirxandin. Li ser cihê jinan ê di berxwedanê de, teyîsîna şer a li ser jinan û rola jinan a avaker di avakirina aştiyê de nirxandinên berfireh hatin kirin.”
‘DAXWAZA HERÎ MEZIN Û HEVPAR AZADIYA FÎZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN BÛ’
Akipa tekez kir ku daxwaza herî xurt a ku li salonan bi eşkereyî dihat dîtin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Akipa da zanîn ku gel, Rêber Apo wekî garantiya şoreşgerî ya azadiya Kurd û aştiya Kurd dibîne û ev gotin anî ziman: “Daxwaza herî mezin û hevpar, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Hate destnîşankirin ku ji bo hem bikaribe rasterast bi civakê re bicive û hem jî di bin şert û mercên wekhev de tevlî pêvajoya aştî û civaka demokratîk bibe, divê azad bibe. Di civînan de rewşa Rojava jî bi kûrayî hate nîqaşkirin. Hate destnîşankirin ku di pêvajoya înkarê ya 200 salî de, ji destkeftiyên Kurd ên bi berdêlên mezin hatine bidestxistin, tawîz nayên dayîn.”
‘GEL AŞTIYEKE RAST Û MAYÎNDE DIXWAZE’
Akipa anî ziman ku yek ji tespîtên hevpar ên civînan ew bû ku dewlet demeke dirêj e tu gavên şênber neavêtine û diyar kir ku heke aştiyeke rast a Kurd-Tirk tê armanckirin, divê dewlet demildest gavan biavêje. Akipa destnîşan kir ku divê ev gav di serî de girtiyên siyasî, girtiyên nexweş, sepanên qeyûman û qadên siyaseta demokratîk lixwe bigire.
Akipa di berdewamiya axaftina xwe de cih da van xalan: “Bêbaweriya gel a li hemberî dewletê di van civînan de jî bi awayekî zelal hate dîtin. Ev bêbawerî ne hestekî razber e. Di civînan de bi eşkereyî hate gotin ku hîn gaveke şênber a ku baweriyê ji nû ve ava bike nehatiye avêtin. Gel bi zelalî îfade dike ku heger aştiyek pêk were, divê ev aştî ji bo gel û bi gel re be. Ew nêrîna ku dibêje aştiya li dijî gel nayê meşandin nabe aştî û mayînde, bi hêz hate ziman.”
‘KELECANA DI CIVÎNAN DE RASTERAST JI BO BIRÊZ OCALAN BÛ’
Di vê çarçoveyê de Akipa destnîşan kir ku divê hevdîtinên Rêber Apo ên li Îmraliyê hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê aktorên siyasî yên Kurd ve bi awayekî zelaltir bi gel re werin parvekirin û tekez kir ku eleqe û kelecana li salonan rasterast ji bo Rêber Apo bû. Akipa got: “Beşdarbûna du hevalên ku di sekreteriya wî de cih girtine, kir ku parçeyek ji Birêz Ocalan derbasî salonê bibe û ev hevdîtin ji bo gel bûn amûreke têkiliyê ya bi wî re. Ew coş û kelecana derketî holê, dikare wekî mizgîniya azadiya Birêz Ocalan jî were nirxandin.”
‘CIVÎN JI BO PÊVAJOYA LI PÊŞIYA ME NEXŞERÊYEKE AVA DIKIN’
Akipa diyar kir ku civîn dê tenê di asta nirxandinê de nemînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev civîn wekî ‘çêbû û qediya’ nayên dest girtin. Daxwaz û rexneyên ku gel, jin û pêkhateyên civînê anîne ziman tên notkirin û ji bo pêvajoya li pêşiya me nexşerêyekê ava dikin. Ev civîn bi daxwaz û daxwaza Birêz Ocalan bixwe hatine kirin. Encamên derketine holê jî bê guman dê bi wî re werin parvekirin.”

