Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek de ragihand di 24 saetên borî de li deriyê sinorî yê Kêlê ya ser bi navçeya Qeladizê yek metre befir bariye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li deriyê sinorî yê Hacî Omeran jî 50 santîm befir bariye.
Li gor agahiyan ji ber barîna befrê her du deriyên sinorî yên Kêlê û Hacî Omeran ji çûnûhatina wesayîtan re girtî maye.
Ji şeva borî ve pêlek bihêz ya befir û baranê li Herêma Kurdistanê destpêkiriye. Tê pêşbînîkirin ku heta roja sêşemê berdewam bike. Ji ber barana zêde li hin taxên Hewlêr lehî rabû û av ket hindirê gelek xanî û cihên kar de.

