Pêncşem, 16 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    6 girtî piştî 30 salan hatin berdan: Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinan li Meclisê got: Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 15’emîn a komîsyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên ciwanan pêşniyarên xwe yên ‘çareseriyê’ pêşkêşî komîsyonê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa endamên KESK’ê gihîşt Edeneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna komîsyonê: Ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin Kurdî di qada cemaweriyê de were axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ajokaran rêya Dihok-Hewlêr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komxebata ‘Têkoşîna ji bo Kurdî’ de girîngiya ‘statuya fermî’ ya Kurdî hate destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din xwîn çû ser mejiyê Huseyîn Aykol

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Ne faşîzm, lê têkoşîna aştiyê ya jinan wê bi ser bikeve”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên nedîtbar: Rûyên bêdeng ên şoreşa li Hindistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Bersiva herî bi wate ya ji komployê re tevlîbûna kampanyaya azadiyê ye
Kurdistan

KCK: Bersiva herî bi wate ya ji komployê re tevlîbûna kampanyaya azadiyê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da û got ku bersiva herî bi wate ya ji komployê re bê dayîn, tevlîbûna kampanyaya azadiyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Hevserokatiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de hate destpêkirin, hat destnîşankirin ku ev pêngav dikare bi temamî komployê bêencam bihêle. Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Bi vê baweriyê em car din bang li her kesî dikin ku bi rengekî xurt tevlî kampanyaya azadiyê bibin. Bersiva herî bi wate ya ji komploya navneteweyî û hêzên komploger re bê dayîn, bi rengekî xurt tevlîbûna kampanyaya azadiyê ye. Em li Bakur, Başûr, Rohilat, Rojava û li her devera cîhanê tevlî kampanyaya azadiyê bibin, komployê têk bibin û jiyana azad biafirînin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“25 sal li ser komploya esareta Rêber Apo re derbas bûn ku bi komployeke navneteweyî hat girtin. Di salvegera 25’an a komploya navneteweyî de em car din komployê û hêzên di komployê de cih girtin bi tundî şermezar dikin.

EM SOZA XWE YA SERKETINÊ YA JI ŞEHÎDAN RE DUBARE DIKIN

Gelê Kurd 25 sal in li dijî komployê di nava têkoşîneke bênavber de ye. Têkoşîna li dijî komployê û yekbûna bi Rêber Apo re li Kurdistanê veguherî têkoşîna xwedî derketina li azadiyê. Veguherî ziman, nasname, îrade û jiyana gelê Kurd. Bi komploya navneteweyî dihat armanckirin ku gelê Kurd dest ji têkoşîna azadiyê berde, lê gelê Kurd li dijî komployê têkoşîna azadiyê mezin kir û roj bi roj hîn bêhtir nêzî azadiyê bûye. Ev têkoşîn bi dirûşmeya HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN destpê kir û îro bûye gerdûnî. Di encama pêvajoya 25 salan de, her çendî ku hêzên komploger sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê didomînin û di helwesta xwe de israr bikin jî, komplo û komploger teşhîr bûne, lewaz bûne û têk çûne. Têkoşîna li dijî komployê jî mezin bûye, bûye gerdûnî û bûye îfadeya jiyana azad. Di şexsê şehîdên me yên nemir Halît Oral, Aynûr Artan û Selamet Menteş de ku ji roja destpêkê komplo ferq kirin û li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir, em çalakvanên HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN û di şexsê wan de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin, li ber bîranînên wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Em soza xwe ya dilsozî, têkoşîn û serketinê ya ku me ji şehîdan re daye, car din dubare dikin.

Li Rojhilata Navîn û cîhanê nakokî û şerê di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst de kûr bûye û li gel vê jî têkoşîna li dijî komployê gerdûnî bûye. Di pêvajoyeke wiha de fêmkirina komployê û rastiya dîrokî ji her demê girîngtir e. Hêza ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê pêk anî, DYE ye. DYE ji bo Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bike, dixwest yên weke astengî dibîne, ji holê rake. Di destpêka van de jî Rêber Apo û PKK dihat. Ji ber ku di nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn de cihê Kurdan nebû. Di dizaynkirina Rojhilata Navîn de nebûna Kurdan encamek bû ku ji aliyê sîstema modernîteya kapîtalîst ve hate afirandin. Ev yek quralê destpêkê yê lîstokê bû. DYE jî weke serkêşê sîstema kapîtalîst şêwazekî nû dida Rojhilata Navîn, li gorî quralê navborî tevgeriya û di şexsê Rêber Apo de hebûna Kurdan hedef girtiye.

KOMPLO JI ALIYÊ NATO’YÊ VE HATE KOORDÎNEKIRIN

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dema Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hate dizaynkirin, cih ji Kurdan re nehatiye dayîn. Di civîna sala 1920’an a li Qahîreyê hatî kirin de, biryara înkar û çaresernekirina pirsgirêka Kurd hate dayîn û Kurdistan belavî çar parçeyan hate kirin. Dewlet netewên Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran li ser înkar û îmhaya Kurd hatine avakirin. Dewleta Tirk a mêtinger û qirker jî li Rojhilata Navîn weke hêza herî baş a ku berjwendiyên sîstema modernîteya kapîtalîst diparêze û pêş têxe, pêşeng û bedevkiya qirkirina Kurd kiriye. Li ser vî bingehî dewleta Tirk bi dijminahî û înkara Kurd tîmar bû. Her îtîraz û rabûneke Kurdan a li dijî mêtingeriyê, ji aliyê dewleta Tirk ve bi komkujiyan hatiya tepisandin. Hêzên modernîteya kapîtalîst jî polîtîkayên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurd erê kirine. Dema ku Rêber Apo li Kurdistanê xeteke nû afirand û dewleta Tirk li hemberî serhildana nû ya Kurdan bi bin ket, hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata navîn ji dest nedin ketin dewrê û ji bo têkçûna têkoşîna azadiyê piştgirî dan dewleta Tirk. DYE’yê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xala 5’emîn a NATO’yê pêk aniye. Komploya navneteweyî ya bi serkêşiya DYE û Îsraîlê, ji aliyê NATO’yê ve hatiye koordînekirin.

Rêber Apo di demeke ku hêzên hegemonîk li dijî Rojhilata Navîn planên nû dikin de, dixwest pirsgirêka Kurd bigihîne qonaxeke nû û çareseriya siyasî û bi vî rengî li Rojhilata Navîn pêşî li pêvajoyeke demokratîk veke. Lewma tercîh kir ku biçe Ewropayê. Ji ber ku Rêber Apo difikirî ku çavkaniya pirsgirêka Kurd, Ewropa ye. Rastî jî bi vî rengî bû. Li ser neçareserkirina pirsgirêka Kurd, li Rojhilata Navîn serweriya modernîteya kapîtalîst pêş dixist. Di bin hukmê modernîteya kapîtalîst de Rojhilata Navîn veguherîbû meydana şer, mêtingerî û qirkirinê. Di meydana Rojhilata Navîn de gel ji hêzên modernîteya kapîtalîst û dewlet netewên hevkarên wan re weke êm dihatin pêşkêşkirin. Êma herî mezin a ji dirindeyan re dihat pêşwazîkirin jî, gelê Kurd bû. Rêber Apo ji bo xerakirina vê lîstokê çû Ewropayê û dixwest Ewropayê neçarî çareseriyê bike. Weke tê zanîn Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û derbasî qada Ewropayê bû. Lê hêzên komploger a bi serkêşiya DYE’yê, rasterast îmhaya Rêber Apo armanc kirine. Lê dema ku Rêber Apo ev zemîn ji holê rakir, plan kirin ku bi sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bigihijin vê armancê. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bi vê armancê hat avakirin. Bi vî rengî wê bi îmhaya Rêber Apo şerê Kurd-Tirk çêbibe, Kurd wê bên qirkirin, Tirkiye wê hîn jî hêza kontrolê ya modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn be, berjwendî û serweriya modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn wê dewam bike.

RÊBER APO HEMÛ KOMPLO PÛÇ KIRIN

Helwesta Rêber Apo ya li hemberî komployê û li hemberî komployê kombûna gelê Kurd a li dora Rêber Apo, rê li ber armanca komplogeran girt. Rêber Apo helwesta herî bi wate nîşan da û nehişt ku komplo bigihije encamê. Bi kûrbûna xwe feraseta azadiyê nîşanî mirovahiyê da û ne tenê komploya 15’ê Sibatê hemû komplo pûç kirin. Bi avakirina rêya jiyana baş û rast bersiva herî bi wate da hemû xirabiyan. Li Îmraliyê bi pêşxistina teoriya modernîteya demokratîk û bi pêşxistina paradîgmaya civaka demokratîk a derbarê ekolojî û azadiya jinan de pergala jiyana azad a îroyîn pêşkêşî mirovahiyê kir. Em dibîbin ku îro li seranserê cîhanê kesên ku li azadî û demokrasiyê digerin, çareseriyê di paradîgmayên Rêber Apo de dibînin. Em dikarin bibêjin ku gelê Kurd jî berxwedana dîrokê ya herî mezin nîşan da û li dijî îxanet, zilm û xerabiyê, nîşanî hemû cîhanê da bê ka sedeqat, tekoşîn û başî çi ye. Gelê Kurd bi dirûşmeya HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN ji roja ewil li ser piyan maye, her cure berdêl daye û meşa xwe ya azadiyê bê navber berdewam kiriye. Dilsozî û hezkirina gelê Kurd a ji bo Rêber Apo bûye sedem ku li dijî her cure êrîşan têbikoşe û her cure astengî û zehmetiyan derbas bike. Rêber Apo bes xwe rizgar nekiriye, bi saya têkoşîna xwe ya bi israr û bênavber, manîfestoya jiyana azad pêşkêşî hemû gelên cîhanê, hemû civakên bindest û jinan kiriye û bi vî awayî ji bo rizgariya hemû mirovahiyê kar kiriye.

AKP PROJEYEK E KU JI BO KOMPLOYÊ BIGIHÎNE ENCAMEKÊ HATIYE PÊŞXISTIN

Hêzên komploger, bi taybetî desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ber ku dest ji armancên xwe bernadin, hewl didin komploya navneteweyî bidomînin. Lê belê sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê êdî hatiye rewşek wisa ku asta exlaqî û hiqûqî ji her aliyê ve hatiye binpêkirin. Têkoşîna li dijî komployê ji ber ku wesfeke xwe ya neteweyî qezenc kir, zemînek ji bo dewamkirina komployê nema. Tevî vê yekê jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji ber ku xwedî zîhniyeteke dij-Kurd e di polîtîkaya tecrîda mutleq de israr dike. Ji ber ku AKP projeyek e ku ji bo komployê bigihîne encamekê hatiye pêşxistin. Ji bo fêmkirina rastiya hikûmet û desthilatdariyên li Tirkiyeyê, lazim e wan bi komployê re, bi hev re binirxînin. Di destpêkê de Bulent Ecevît ji bo ku komplo bi encam bibe hate wezîfedarkirin. Rêber Apo bi tezên ku pêşxistî re nehişt ku komplo ji hêla Ecevît ve bi encam bibe. Dema ku Ecevît bi ser neket, ji bo ku komplo bi encam bibe AKP û Tayyîp Erdogan anîn ser desthilatdariyê. Dema ku AKP’ê bi tena serê xwe nekarî vê bike, MHP û Devlet Bahçelî dan gel wî. Niha, ev her du şefên faşîst, tevî ku bingehek wan nema ye jî, ji ber ku li ser desthilatdariyê ne, bi israr hewl didin komployê bi encam bikin. Ji ber ku dizanin ku eger ev pêk neyê wê têk biçin.

EM TEVLÎ PÊNGAVA AZADIYÊ BIBIN

Armanca komploya navneteweyî ew bû ku Kurd û Tirk şerê hev bikin, Rojhilata Navîn veguherînin qadên pevçûnê û bi vî awayî serdestiya modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn pêk were. Rêber Apo û gelê Kurd bi helwest û berxwedana xwe ev polîtîka vala derxistine. Vê têkoşînê hişt ku bi gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn re xeta neteweya demokratîk û jiyana hevpar derkeve holê. Bi lêgerîna azadiyê ya gelên cîhanê re, jinan, ciwanan û mirovahiya pêşverû re bû yek, bû parçeyek ji têkoşîna gerdûnî. Ya ku komployê têk bir ev rastî bû. Bê guman hêzên komploger dest ji armancên xwe bernedane. Dixwazin bi mayîndekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê, ragirtina Rêber Apo di esaretê de û pêkanîna qirkirina Kurdan, armancên xwe yên qirêj û xirab pêk bînin. Lê belê girêdan û têkoşîna azadiyê gelekî xurtir e û êdî gihîştiye wê astê ku komployê bi temamî têk bibe. Pêngava azadiyê ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li qada navneteweyî bi dirûşma ‘JI RÊBER APO RE AZADÎ Û JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERIYA SIYASÎ’ hat destpêkirin, wê bigihêje vê armancê û komployê bi temamî bê encam bihêle. Bi vê bîr û baweriyê em careke din bang li her kesî dikin ku bi xurtî tevlî pêngava azadiyê bibin. Bersiva herî watedar a li hemberî komploya navneteweyî û hêzên komploker ew e ku bi xurtî tevlî pêngava azadiyê bibin. Em li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û hemû cîhanê tevlî pêngava azadiyê bibin, komployê têk bibin û jiyana azad ava bikin.

Bimire komploya 15’ê Sibatê!

Bijî Rêber Apo!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Xweseriya Şengalê wê bi fikrê Rêber Apo bê qebûlkirin’
Nûçeya Pişt re Qeyûm bi 10 hezar lîreyî balon kirî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Malbatên Altûn û Kaytan: Erk û wezîfeya me ye ku meşa wan bi azadiyê tacîdar bikin!

"Ji Qamişloyê heta bi Kolnê, bi deh hezaran Kurd xwedî lê derketin. Li pêşberî vê…

Ji aliyê Stêrk TV

YJK-S’ê 8’emîn kongreya xwe li dar xist

Di 8’emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ku li ser esasê rêxistinbûna serdema…

Ji aliyê Stêrk TV

Paşînyan ji bo endamtiya YE’yê banga şêwira neteweyî kir

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan bang li hemwelatiyan kir ku li ser îhtîmala bûyîna endamtiya Yekîtiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ajokaran rêya Dihok-Hewlêr girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?