Duşem, 29 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ekmen: Divê zemînekî siyasî ku hiqûq û demokrasî derkeve pêş were amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Yalovayê operasyona li dijî DAÎŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, şer dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên Roboskî: Bila berpirsyar bêne darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ez bawerim ku wê ciwan bi rola pêşengiyê rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji rêbazên şerê taybet: Çete

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li zozanên Lolanê 21 kes ji ber berfê winda bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Roboskiyê li Mexmûrê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiyên li Amedê hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber berfê deriyên sînor Kêlê û Hacî Omeran hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Orhan Kobanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî bi hesabdayina Komkujiya Roboskî dikare pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Cemal Şerîk: Hevala Berfîn miroveke zana bû ku rê nîşan dida
Kurdistan

Cemal Şerîk: Hevala Berfîn miroveke zana bû ku rê nîşan dida

Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Cemal Şerîk, şehîd Berfîn Nûrhaq di 4’emîn salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got: “Di nav gel de hinek mirov hene, bi dîtinên xwe rê nîşan didin. Hevala Berfîn bi rastî jî miroveke zana bû.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 32 dq.
Parvekirin

Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Cemal Şerîk, endama HPG’ê BÎM, Meclîsa PAJK’ê, Konseyên Fermandariyê yên HPG û YJA Starê û endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaq a ku di 13’ê Kanûna 2021’an de di encama êrîşên dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên 
Medyayê şehîd bûbû, bi bîr anî.

Cemal Şerîk diyar kir ku naskirina wan û şehîd Berfîn Nûrhaq digihîje salên 1994-95’an û got: “Wê demê heval Berfîn Nûrhaq li Çanakkaleyê zanîngeh dixwend. Ez jî wê demê li girtîgeha Çanakkaleyê dimam. Tevî wê hevalên din jî hebûn. Ew koma ku li Çanakkaleyê hatibû cem hev, hemû zarokên malbatên xizan bûn. Û malbatên wan jiyana xwe bi zehmetî dimeşandin. Sempatîzanbûn û alîgirbûna wan a ji bo tevgera Apoyî, rasterast bi sempatî û alîgirbûna wan a ji bo tevgerên şoreşgerî yên giştî ve girêdayî bû. Ji ber wê jî xwedî wê taybetmendiyê bûn ku di têkoşîna antîfaşîst a li dijî faşîstan de bi rengekî çalak cih digirtin. Di şerên li dijî faşîstan de yên herî pêş de bûn. Heval Berfîn li çiyê jî têkoşîna xwe bi vî rengî domand. Li qadên herî dijwar ên Kurdistanê şer kir, her tim dixwest biçe herêmên ku têkoşîn û şer lê di lûtkeyê de bû. Bijartina xwe bi çûyîna qadên herî zehmet re dikir.”

Cemal Şerîk, hevala xwe ya têkoşînê şehîd Berfîn Nûrhaq bi van gotinan vegot: “Di rojên borî de şehadeta heval Berfîn Nûrhaq û Sema Roza hatin eşkere kirin. Hate diyarkirin ku her du heval di 13’ê Kanûna 2021’an de li Garê şehîd bûne. Bi vî rengî em 4 salên şehadeta her du hevalan li pey xwe dihêlin. Bi vê sedemê di şexsê heval Berfîn Nûrhaq û Sema Roza de hemû şehîdên me bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim, bejna xwe li ber bîranînên wa rêzdarî ditewînim.

Şehadeta heval Berfîn û Sema di dîroka têkoşîna me de valahiyek çêkir. Lê ez bawer dikim ku bi xwedîderketina li bîranînên her du hevalan, valahiyên ku wan li pey xwe hiştine wê ji aliyê hevalên me ve werin dagirtin. Bi vê baweriyê ez her du hevalan careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

MIN HEVAL BERFÎN DI SALÊN ZANÎNGEHÊ DE NAS KIR

Min heval Berfîn Nûrhaq herî dawî di sala 2019’an de dîtibû. Li Xakurkê erkdar bû. Di wê pêvajoyê de eyaleta Xakurkê yek ji wan herêman bû ku şer û pevçûn lê herî giran bû. Ew ji wan hevalan bû ku di meşandin û koordînekirina wî şerî de xwedî erkdar bû û ev erk girtibû ser milê xwe. Piştre ji ber xebatên rêxistinî li qadên cuda hat erkdarkirin. Çû qada Behdînanê. Jixwe li Garê gihişt şehadetê.

Tevî ku min heval Berfîn herî dawî di sala 2019’an de dîtibû, beriya wê me gelek caran hev dîtibû. Em li cihekî nêzî qada ku wê lê xebat dimeşand bi cih bûbûn. Ji ber vê yekê dem bi dem derfeta me ya dîtina hev çêdibû.

Naskirina min a heval Berfîn digihîje salên gelek berê. Heya salên 1994-95’an diçe. Wê demê heval Berfîn Nûrhaq li Çanakkaleyê zanîngeh dixwend. Tevî wê hevalên din jî hebûn. Di wê demê de asta pêşketina têkoşînê, girseyek mezin a gel jî qezencî tevgera Apoyî kiribû. Gelek kesên ku bûbûn alîgirên tevgera Apoyî, piştgirî didanê, sempatî pê re çêbûbû û dixwestin bi rengekî çalak tê de cih bigirin, di wê pêvajoyê de ketibûn nava lêgerîna têkiliyeke rasterast bi Tevgerê re. Heval Berfîn jî yek ji wan hevalan bû. Têkiliyeke wê ya rasterast bi tevgerê re tune bû lê weşanên tevgerê dixwend. Kovara Ozgur Halk (Gelê Azad) dixwend. Rojnameyên rojane û hefteyane yên derdiketin dixwend. Weşan û pirtûkên ku derdiketin dişopandin. Bi vî alî ve ji tevgerê re ne xerîb bû.

LI ÇANAKKALEYÊ KARKER Û XWENDEKARÊN KU JI GELEK BAJARÊN KURDISTANÊ HATIBÛN HEBÛN

Di warê ramanî û pratîka têkoşînê de Tevger di hinek aliyan de ji wan çavkaniyan nas kiribû. Heval Berfîn li Çanakkaleyê ne tenê bû; li dibistana ku lê dixwend gelek heval hebûn. Ne tenê di derdora zanîngehê de, hevalên karker û alîgirên karker ên ku ji bo xebatê hatibûn Çanakkaleyê jî hebûn. Çi di nav karkeran de çi jî di nav xwendekaran de be, binyadeke fireh a alîgiran a ji bo tevgera Apoyî pêk hatibû. Taybetmendiyên hevpar ên vê binyada alîgiran hebûn. Berî her tiştî hemû jî ji derve hatibûn Çanakkaleyê. Ji bajarên cuda yên Kurdistanê hatibûn. Bi vî re yên ku neçar mabûn bi malbatên xwe re li metropolên Tirkiyeyê bijîn hebûn. Ji wan deran hatibûn. Hevalên din ên ku bi hev re dixebitîn û tevdigeriyan jî hebûn.

Ew jî ji deverên cuda yên Anatolyayê hatibûn; ji Uşak, Zonguldak, Çorum û Hatayê hatibûn. Weke ku alîgirên tevgera Apoyî yên bi vî rengî pêk hatibûn, ji keç û xortên ciwan ên di nav gelên Kurdistan û Tirkiyeyê de derketibûn pêk dihat. Mozayîkek bû. Kurdê wê hebû, Tirkê wê hebû, yê Ereb hebû, yê Tirkmen hebû. Xala hevpar a ku her kes li hev dicivand Tevgera Apoyî bû. Bêyî ku li cudahiya bajar, welat, ziman, nasnameya neteweyî û cudahiyên çandî were nêrîn, hemû jî li heman xalê hatibûn cem hev. Bi rastî ew civîna wan, civîneke ku bi taybetmendiyên avabûna tevgera Apoyî re yek bi yek li hev dikir bû.

LI DIJÎ FAŞÎSTAN BÛBÛN KOMEKE MÎLÎTAN

Tevgera Apoyî jî gava cara yekem derketibû, bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kiribû. Di avabûna wê de jî ligel Rêber Apo hevalên Hakî û Kemal cih girtibûn. Koma ku li derdora wan pêk hatibû jî ev taybetmendiya hevpar îfade dikir. Koma ku li Çanakkaleyê hatibû cem hev jî xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî bû. Hemû jî zarokên malbatên xizan bûn. Û malbatên wan  jiyana xwe bi zorê dimeşandin. Yên ku em dikarin bibêjin navîn jî hebûn. Lê hemû jî di warê mercên jiyanê de ji qadên nêzî hev hatibûn. Sempatîzanbûn û alîgirbûna wan a ji bo tevgera Apoyî, rasterast bi sempatî û alîgirbûna wan a ji bo tevgerên şoreşgerî yên giştî ve girêdayî bû. Ji ber wê jî ew kom xwedî wê taybetmendiyê bû ku di têkoşîna antîfaşîst a li dijî faşîstan de bi rengekî çalak cih digirt.
Bi vî aliyê xwe ve li Çanakkaleyê bal dikişandin. Di şerên li dijî faşîstan de yên herî pêş de bûn. Faşîstan ji bo ku karibin li wê qadê birêxistin bibin, ji bo ku bandora xwe li zanîngehê ava bikin, ew heval weke asteng li pêşiya xwe didîtin. Bi vî rengî xwedî taybetmendiya komeke ku her kesî bi tiliyê nîşan dida, komeke mîlîtan bûn ku her kesî dixwest bi wan re be. Têkiliyên vê komê di wê pêvajoyê de bi hevalên ku li Girtîgeha Çanakkaleyê bûn re jî çêbû. Ez jî di wê pêvajoyê de ji Girtîgeha Bursayê hatibûm Girtîgeha Çanakkaleyê. Yên ku bi min re hatibûn jî hebûn. Û ew kom bi hevalên li girtîgeha Çanakkaleyê re di nav têkiliyê de bû. Ango li aliyekî weke sempatîzan-alîgir xebatên xwe dimeşandin, di heman demê de komeke ku têkiliyên wan ên rasterast bi girtîgehê re jî hebûn.

Ji ber vê yekê, ketibûn nava toreke têkiliyan a bi Tevgerê re jî. Ew taybetmendiyên wan ên mîlîtan, asteng bû li pêşiya sînordar mayîna wan a di nav têkoşîna li hawirdora wan de. Ew coş, taybetmendiyeke ku di cihê xwe de natebitî îfade dikir. Ew taybetmendiya wan ya bê tebat, daxwaza wan a têkoşîna li qadeke berfirehtir derxistibû holê. Ango êdî dibistan ji wan re teng dihatin. Çanakkele ji wan re teng dihat. Tiştekî ku dibistanan bidaya wan jî tune bû. Jixwe heger gelek tiştên ku dibistanan bidaya wan hebûna jî, rewşeke wan a ku wan qebûl bikin tune bû. Xwedî wê ramanê û biryardariyê bûn ku vê yekê napejirînin. Meyla komê ku di nav rastiyeke wisa de bû ji bo çûyîna gerîla û cihgirtina di nav têkoşîna ku li qadên têkoşîn dijwartir e de pêş diket.

Vê meyla xwe jî bi awayên cuda anîn ziman. Hevalên ku xwediyê vê meylê bûn hebûn, pêşengî dikirin. Lê hemû koma xwendekaran a li Çanakkaleyê pêşeng bû. Bi rastî yek ji yê din pêştir nebû. Yên ku têkoşîn dikirin hemû li pêş bûn, di rewşeke pêşbaziyê de bûn. Di nav vê koma ku bi hev re pêşbazî dikir de yên ku xwestin tevli bibin çêbûn. Yekem kesên ku tevli bûn û gihîştin gerîla û Qada Serokatiyê, ji nav wan bûn. Yek ji van hevala me Sadegul Okmen e. Di nav Tevgerê de weke Rojbîn Serhat tê naskirin. Ew yekem heval bû ku ji nav koma xwendekaran derket, xwest bi rengekî çalaktir beşdarî têkoşînê bibe û beşdar bû. Di meha Hezîrana sala 1996’an de ew beşdarbûn pêk hat. Çû Yewnanîstanê, piştî ku demekê li wir ma derbasî Qada Serokatiyê bû. Çûyîna heval Sadegul a Qada Serokatiyê û peyama ku li pey xwe hişt, di pratîkkirina biryarên hevalên din de roleke pêşeng lîst.

TEVLÎBÛNA WAN A BI KOMÎ YA BO GERÎLA LI ÇANAKKALEYÊ BANDOREKE MEZIN ÇÊKIRIBÛ

Piştre hevalên ku li pey man -ku jimara wan li ser 20’î ye bû, bi girtina biryara beşdarbûna bi hev re, tevli refên têkoşînê bûn. Di nav van de yên ku bi heval Rojbîn Serhat re cih girtin û li pey wê çûn hebûn. Di nav kesên ku li pey wê çûn de heval Gokhan Erhan hebû. Ferhan… Ew bi xwe ji Serhedê ye. Hevalekî bi navê Erol Bul hebû, ji Dêrsimê. Di nav rêxistinê de weke Îsa dihat binavkirin. Heval Gokhan jî navê Ferhan digire. Dîsa Azê Malazgirt, heval Berfîn Nûrhaq di nav wê komê de ne. Hevalên din jî hene. Di nav hevalên ku hîn jî di nav têkoşîna me de erk û berpirsiyariyên çalak digirin ser xwe de cih digirin.

Komeke wisa bi nirx, koma ku piştî heval Sadegul bi komî beşdar bû, xwedî taybetmendiyeke wisa ye. Helbet beşdarbûna bi komî ya wê komê li Çanakkaleyê jî bandoreke mezin çêdike. Li qadên cuda jî bandoreke mezin çêdike.

Mirov dikare bibêje ku di wê pêvajoyê de ji qadên cuda jî beşdarbûnên bi komî çêbûbûn. Ji Başûr-rojava jî beşdarbûnên cuda çêbûbûn. Lê ew beşdarbûn berî ku bigihîjin cihên xwe, bi komkujiyekê re rû bi rû man. Hevalên pir bi nirx bûn û wê gelek tevkarî li têkoşînê bikirana. Piraniya wan jî hevalên ku ji zanîngehê beşdar bûbûn. Taybetmendiyên wan ên dişibin hevalên li Çanakkaleyê hebûn. Di demekê de ku hinek hevalên bi vî rengî gihîştin şehadetê, beşdarbûna wê komê ya ji Çanakkaleyê serkeftinek mezin û beşdarbûneke watedar bû. Hevalên ku di wê beşdarbûna watedar de cih girtin jî piştî ku demek kurt li Balkanê man, ew jî derbasî Qada Serokatiyê bûn û li wir perwerdeya Serokatiyê dîtin. Helbet ev heval piştî ku perwerdeya xwe dîtin, di nav wan de yên li Rojava hatin, hatin erkdarkirin, yên din jî hildan perwerdeyeke kûr. Hevalên ku bi kûrbûneke zêdetir derfeta tevkariya zêdetir a ji bo têkoşînê dan wan, bi vî rengî bûn.

Yên ku hatin qada welat jî hebûn. Di nav koma ku di dawiya sala 1997’an de hat de heval Ferhan; Gokhan Erhan jî hebû. Bextreşiya heval Gokhan Erhan… Dema dihat, dema di xeta PDK’ê re derbas dibû, dikevin kemîna PDK’ê û heval Gokhan li wir şehîd dibe. Heval Gokhan şehîdê yekem ê wê komê ye. Hevalekî ji Agiriyê bû. Ji malbata wî yên beşdarî serhildana Agiriyê bûbûn hebûn. Derdoreke fireh a malbatê jî hebû. Di nav koma xwendekaran a li Çanakkaleyê de ji hevalên ku herî çalak têkoşîn dikirin bû. Tu carî li paş mayînê qebûl nekiribû. Her tim li pêş bû. Bi rastî ew heval bû ku dixwest berî her kesî were çiyê. Heval Sadegul jê zûtir tevgeriya. Ew zû hat. Ango heman derfet bi heval Gokhan re hebûna, ew ê jî bihatiba, hevalên din jî wê bihatana. Lê heval Gokhan bû hevalê ku di nav wê komê de herî zû gihîşt şehadetê.

JI BER JIYANA LI ÇİYÊ KÊFXWEŞ BÛN 

Piştre ji xizmên heval Gokhan, ji biraziyên wî yên tevli bûne jî çêbûn. Mînak, heval Serxwebûn hebû; di Hêzên Taybet de cih girt. Şansê min ê naskirina wî hevalî jî çêbû. Mesela ew heval şehîd ket. Xizmên wî yên din jî hene, hîn jî di nav têkoşînê de cih digirin. Bi vê sedemê dixwazim diyar bikim ku ez heval Gokhan li vir bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Piştî wê koma ku heval Gokhan pê re hatibû, yên ji Çanakkaleyê hatin jî çêbûn. Heval Berfîn Nûrhaq di nav wan hevalan de bû. Dîsa heval Delal hebû. Delal Afşîn jî di nav wan hevalan de ye. Her çend ne di nav koma Çanakkaleyê de be jî, heval Emine Erciyes a ku di heman pêvajoyê de beşdar bûbû jî bi wê koma hatî re bû.

Piştî hatinê, dîtina perwerdeya şervanên nû û girtina erkên di qadên cuda yên têkoşînê de pêş ket. Min nekarî heval Erhan dema dihat gerîla bibînim lê min heval Berfîn, heval Delal û heval Emîne dema cara yekem hatin gerîla dîtin. Em axivîn, me hev dît; di nav coşeke mezin de bûn, kêfxweşiya bi cih anîna hesreta xwe dijiyan. Kelecana hatina çiyê, li çiyê bûnê di tevger, reftar û axaftinên her sê hevalan de jî gengaz bû ku mirov fêm bike. Piştre ev heval ji bo xebatan çûn qadên cuda.

Di pêvajoya piştre de, ji yên ku di nav wê komê de cih digirtin û beşdar bûn jî çêbûn. Bi taybetî Komploya Navneteweyî pêk hatibû. Di pêvajoya ku Komploya Navneteweyî pêk hat de hevalên ku li Qada Serokatiyê bûn û hatin çêbûn. Heval Erol; ango heval Îsa ji wan hevalan bû. Heval Yusuf hebû, ji wan hevalan bû, hatin. Heval Yusuf ji wan hevalan e ku weke pêdiviya dilsoziya bi bîranîna hevalên xwe ve wezîfe û berpirsiyariyên xwe bi cih tîne. Heval İlke hebû. Ew jî weke heval Yusuf ji wan hevalan e ku xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derdikeve. Piştre di pêvajoya Komploya Navneteweyî de hevala ku hat Rojbîn bû; ango heval Sadegul. Heval Sadegul, berî hevalên din çûbû Qada Serokatiyê, berî wan beşdarî perwerdeyan bûbû. Di nav hevalên ku di lêhûrbûna Qada Serokatiyê de mabûn de cih girt. Lêhûrbûna Serokatiyê jiya. Li Rojava beşdarî xebatan bû. Di rojên nêzî Komploya Navneteweyî de li Qada Serokatiyê, li qada perwerdeyê bû. Piştî ku Serokatî ji Sûriyeyê derket, ji hevalên li wê qadê yên hatin çiyê çêbûn. Heval Sadegul jî di nav wan hevalan de bû. Di nav wan de cih girt.

HEVALA BERFÎN BÛ ŞEHÎDÊ PÊNCEMÎN Ê KOMA ÇANAKKALEYÊ

Di nav wan komên hatin de min pêşî Îsa dît, Erol Bul. Koma ku perwerde dîtibû û ji bo Dêrsimê dihat amadekirin hebû. Ew koma hatî amadekirin hatibû qada ku em lê bûn; min li wir dît. Heval Sadegul, bi komek heval re hatibû, li Mexmûrê mabûn. Agahiya me çêbûbû ku ew hatine wir. Ku piştre ew jî hat qada ku em lê bûn. Pêvajoya piştî Komploya Navneteweyî mehên zivistanê bû. Hat, piştî ku demekê bêhna xwe veda û ma, derbasî aliyê Metînayê bûn. Vesaziyên wan ji bo wê xetê bûbû. Ew jî demeke kurt piştî Komploya Navneteweyî di 13’ê Gulana 1999’an de li Metînayê şehîd bû. Di êrîşeke ku PDK û hinek kesên ji me reviyabûn, kontrabûbûn û hêzên TC’ê dabûn destpêkirin de şehîd bû. Digel heval Sadegul, heval Murat Demirhan heye. Heval Sinan, weke Sinan Amed tê naskirin.

Heval Sinan Amed dema ku beşdar bûbû, di çapemeniya Tirk de gelek bandor çêkiribû. Di ezmûnên hilbijartina zanîngehê de ji yên yekemîn bû. Di rojnameyan de nûçe bi sernavê “PKK zarokê zêrîn bir” derketibûn. Hem di nav gerîla de çalak bû, hevalekî ku erk û berpirsiyarî digirt ser xwe bû. Hevalekî ku jêhatiya leşkerî, bi jêhatiya siyasî, îdeolojîk û rêxistinî re dikir yek bû. Di nav têkoşîna me de ji hevalên ku dikaribû erk û berpirsiyariyên girîng bimeşîne û rol bilîze bû. Di wê êrîşê de tevî heval Rojbîn şehîd bû. Helbet ez her du rêhevalan careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Hevalên din jî di wê pevçûnê de şehîd bûn. Navên wan tam ne di bîra min de ne lê yek jê heval Egîd bû. Bi qasî ku di bîra min de maye Rojavayî bû. Hevalên birîndar bûn çêbûn.
Heval Sadegul, di nav wê komê de yekem heval bû ku çûbû qada Serokatiyê. Piştî heval Gokhan weke şehîdê duyem ê wê komê cih girt. Ango li gorî gotinên hevalên ku di wê pêvajoyê de li wê qadê mabûn, heval Sadegul birîndar dibe. Heval dixwazin li cihekî bihêlin. PDK’î, ew hêzên kontra tên cihê ku ew lê mayî. Li wir dema ku birîndar e bangên “teslîm bibe” lê tê kirin. Ew bersivê dide, bi vî rengî tê qetilkirin.

Şehadeta heval Sadegul tevî heval Gokhan ji bo têkoşîna me jî bû windahiyek mezin. Ji bo hevalên ku li Çanakkaleyê beşdar bûbûn jî, hem weke windahiyekê û hem jî weke rêhevalên ku wê di şopa wan de biçin, di hişê wan de cihê girt. Û di pêvajoya piştre de hevalan bi wê biryardariyê têkoşîna xwe domandin. Piştre heval Îsa dema diçû Dêrsimê şehîd bû. Di nav wê koma li Çanakkaleyê beşdar bûbû de bû şehîdê sêyemîn. Di pêvajoya piştre de heval Azê, di payîza sala 2017’an de tevî heval Delal Amed şehîd bûn. Li gel wan hevalên din jî gihîştin şehadetê.

Heval Azê jî mîna heval Îsa di nav pêvajoyeke pratîkî de ma. Heval Azê pratîkek zêdetir meşand. Di nav têkoşînê de erk û berpirsiyariyên girîng girt ser xwe. Di qadên ku HPG’ê şer lê dimeşand de erk û berpirsiyarî jî girt ser xwe. Herî dawî li Botanê bû. Di nav hevalên ku bi heval Delal re gihîştin şehadetê de cih girt. Heval Azê jî di dema xwendekariyê de weke hevalên din pir çalak bû, pir li pêş bû, di nav şeran de di nav kesên herî pêş de bû. Piştî heval Azê hat ragihandin ku heval Berfîn di sala 2021’an de, di 13’ê Kanûnê de şehîd bûye. Hevala Berfîn bi vî rengî di nav koma ku ji Çanakkaleyê beşdar bûbû de weke şehîdê pêncemîn cih girt.

HEVAL BERFÎN HER TIM DIXWEST DI LÛTKEYA TÊKOŞÎNÊ DE BE

Me heval Berfîn ji hevalên din zêdetir dît. Nîqaşên me çêbûn. Hevalan ji bo bîranîna wê nirxandinan kirin. Bi rastî jî wekî di nirxandinên hevalan de taybetmendiyek wê ya zana hebû. Ne tenê di aliyê pêşxistina nêrîn û avakirina ramanan li ser mijarên cuda de; di hin civak û gelan de hinek mirov hene ku bi pêşbiniyên xwe rê nîşan didin. Ji gelek mirovan zêdetir dibînin. Ramanên wan hin zêdetir lihev, gihîştîtir û tên qebûlkirin in. Heval Berfîn jî xwedî vê taybetmendiyê bû. Di qadên perwerdeyê de jî taybetmendiyên wê yên heman hebûn. Tevlî perwerdeyên dewrêya Ocaxa Sakîna Cansiz a PKK’ê bû. Di rêveberiya wê de jî cih girt. Dema ku di Ocaxa PKK’ê de hem wekî xwendekar û hem jî wekî rêveber erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî, taybetmendiyên xwe yên hevşib her tim hilgirt.

Beriya Ocaxa PKK’ê jî di hin xebatan de cih girt. Hevalan vegotin. Dîsa rojnivîskên wê di çapemeniyê de hatin weşandin. Cihgirtina wî ya li Şengalê bi vî rengî bû. Di rojnivîskên xwe de serpêhatî û dîtinên xwe yên li Şengalê bi zimanekî sade aniye ser ziman. Car caran, dema ew li Şengalê bû, li vir hevalên ku me bi hev re naskiribû hebûn. Hevalên ku wê demê li Çanakkaleyê pê re xwendekar bû, hebûn. Carna derfetê me çêdibû ku em bi telefonê biaxivin. Bi axaftin û nêrînên xwe yên di nava şer de dibû çavkaniya moralê. Nêrînên ku dihişt rastiya şer a heyî baştir were fêmkirin, dikir. Di wê wateyê de têkiliyên me di nava şer de jî bi rengekî dewam kir. 
Di salên beriya wê de, di nava xebatên Rojhilat de cih girt û çû Şahoyê. Beriya ku biçe Şahoyê jî hevdîtinên me çêdibûn. Bi coş bû nedixwest di cihê xwe de bisekine. Her tim dixwest li cihên ku têkoşîn di lûtkeyê de dihat jiiyîn, cih bigire. Di salên xwendekariya xwe de jî wisa bû. Dema ku diaxivî û nîqaşê dikir, her tim bi heyecan û coş bû. Dixwest têkoşînê bi awayekî herî rast, herî bi coş û herî dijwar jiyan bike. Ew taybetmendiya wê ya di salên xwendekariyê de, taybetmendiya wê ya bi yekbûna gerîla re, piştî ku hat çiyê zêdetir dewam kir. Ev yek di xebatên wê yên Rojhilat de jî xwe pir zelal nîşan da. Mînak her tim daxwaza çûyîna qadên herî zehmet dikir. Ew bi xwe dixwest, zor dida û dida qebûlkirin. 

ŞEHADETA WÊ PIR BANDOR LI ME KIR

Hevala Berfîn xwedî kesayetek taybet bû. Dibêjin ya zimanşîrîn, rûken; wisa bû. Di hêrsbûna xwe de jî dev ji wê ziman û rûkeniya xwe bernedida. Ji ber vê yekê di qebûlkirina gotinên xwe de zêde zehmetî nedikişand. Bi wî awayî paşê derbasî qadên din bû. Piştre çû Şahoyê. Demeke dirêj li wê derê ma. Piştî ku hat hevalan xwestin ji derveyî xebatên leşkerî jî wê binirxînin. Di xebatên îdeolojîk de jî cih girt. Hevdîtinên me wê demê jî pê re çêbûn. Bi awayekî çalak erk û berpirsyariyên xwe bi cih dianî. Herî kêm di pozîsyoneke bi wî rengî de xwe digirt. Lê çavê wê her tim li ser HPG’ê û xebatên leşkerî bû. Ew li gorî kesayeta wê jî bû.

Mînak hinek heval dema nirxandinan dikirin, wekî ku helwesta xwe ya zimanşirîn û rûken di jiyanê de jî wisa her tim di xalekî sabît de digire, dinirxandin. Ne wisa bû. Dema ku ew çû Dewreya Ocaxa PKK’ê jî me li wê derê dîsa hev dîtibû. Dîsa hînek nirxandin dihatin kiri. Nirxandinên heman rengî ji bo heval Berfîn jî hatin kirin. Lê dema ku navber hate dayîn, min ji heval Berfîn re got, “Ew te nas nakin.” Min got aliyê te ya bi heyecan, coş, xwesteka her tim li pêş bûn, li lûtkeyê bûn û di kêliya herî germ a pêvçûnê de bûnê, nizanin. Got, “Te ew li wê derê gotiba ya!” Hevala Berfîn wisa bû. Xwedî wê taybetmendiyê bû ku dikarîbû di xebatên qada îdeolojîk de jî bibandor ba. Daneheva wê ya zanînê, taybetmendiyên wê yên kesî, aliyên wê yên fêrker, li gorî vê bû, dikarîbû bike. Lê ew qada herî dijwar a şer xwest. Xwest di wan qadan de be. Xwest wan kêliyan jiyan bike. Û bi wî rengî bi awayekî çalak di qadên ku şer herî zêde lê dijwar e de, cih girt. 

Herî dawî li Gareyê şehîd bû. Her çiqas şehadeta heval Berfîn piştre hat ragihandin jî, bi rengekî hat bihîstin. Dijmin jî di çavkaniyên xwe yên çapemeniyê de ev yek anî ser ziman. Ji ber vê yekê bihîstina şehadeta wê ji berê ve, asta hestên destpêkê yên li hemberî şehadeta wê nîşan dide. Windakirina hevalek wiha pir bandor li me kir. Bandora ku têkiliya nêzîk a bi koma ku ji Çanakkaleyê tevlî bûn, naskirina gelek ji wan û nîqaşkirina bi wan re, heye. Bandora naskirina ev aliyên wan helbet cuda ye. Her çiqas şehadeta wê piştî 4 salan hatibe ragihandin jî, bi qasî ku wekî bihîstina ewil bandor neke jî, dîsa bandorê li ser mirov dike. 

BERSIVA HERÎ BI WATE YA JI BO ŞEHADETAN BICIHANÎNA BERPIRSYARIYÊN ME YE

Lê, rast şêwedana vê bandorê, ya herî rast e. Ji ber ku me gelek şehîd dan. Ji deh hezaran derbas dibe. Di nava van de gelek hevalên ku her yek ji me nas dikin heye! Gelek tiştên ku me parve kirine hene! Rast fêmkirina wan, bicihanîna berpirsyariyên xwe û nêzîkatiyek layiqa wan raber kirin, bersiva herî wate ya li hemberî şehadeta heval Berfîn û hevalên din e. Şehadeta wê, di destpêkê de hêrseke kûr û asta biryardariyeke kûr derdixe. Ez di wê baweriyê de me ku bandora şehadeta wê li ser hemû hevalên ku Berfîn nas dikirin, di vê astê de ye. Naskirina wê û şerkirina pê re di nava heman têkoşînê de, nêzîkatiyeke wiha ferz dike. 

Ez dixwazim li vir tiştekî din jî diyar bikim. Heval Berfîn ne tenê navê Berfîn li xwe girt, navê Nûrhaq jî li xwe girt. Her du jî bi wate ne. Carna di televîzyonê de dîmenên çiyayên Nûrhaq nîşan didin. Ev dîmen ihtîşama çiyayên Nûrhaq jî nîşan didin. Çiyayên Nûrhaq bi taybet ji bo nifşê ku piştî salên 1970’ê di nava têkoşîna şoreşgerî de cih girtine, bi wate ye. Bi gerîla re bûye yek. Sînan Cemgîlan li wir şehîd bûne. Denîz Gezmîşan jî dema diçûn wê derê, di rêde hatine girtin. Her tim di bîranînan de bi vî rengî jiyan dike. Yanî Nûrhaq û gerîla bi vî rengî ye; bûne yek. Heval Berfîn, Nûrhaq wekî paşnav li xwe girt. Ew mezinbûna Nûrhaqê vedibêje. Li girên Nûrhaqê berf tên, lê ber bi binî ve dihele. Di zemînên nerm ku berf lê dihele de berfîn derdikevin. Tê wateya derbaskirina zehmetiyan, welidîna jiyanê û hevdîtina bi rojê re. Navê rast a heval Berfîn Hanim Demîr bû, Berfîn Nûrhaq yanî Hanim Demîr bi vî rengî veguherî Berfîn Nûrhaqê. Ez ê her tim hevala Berfîn bi van taybetmendiyên wê bi bîr bînim û hewl bidim bibim layiqê bîranîna wê. Dubare di şexsê heval Berfîn û Sema de hemû şehîdên me bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim û bejna xwe bi rêz li hemberî bîranîna wan ditewînim.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Hevdîtina navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîd Ramiz Bîlal li Dêrikê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Ramiz Mihemed Bîlal bi merasîmekê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayan li Zap û Metînayê gelek çalakî lidar xistin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap û Metînayê gelek çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komploya 9'ê Cotmehê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li zozanên Lolanê 21 kes ji ber berfê winda bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên Roboskiyê li Mexmûrê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana sersaxiyên li Amedê hatin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji ber berfê deriyên sînor Kêlê û Hacî Omeran hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?