Daxuyanî ji aliyê waliyê herêmê yê ji aliyê Rûsyayê ve hatî tayînkirin Vladimir Saldo ve hate dayîn. Saldo li ser Telegramê daxuyaniyek da û ragihand ku kafe-oteleke li Gundê Horli yê li bereva Behra Reş ji aliyê sê dronan ve hatiye hedefgirtin. Hate diyarkirin ku di encama êrîşê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 50 kes jî birîndar bûne.
Hate îdîakirin ku di heman şevê de Ûkraynayê li ser xakên Rûsyayê gelek êrîşên bi dronan pêk anîne. Li gorî çavkaniyên Rûsyayê armanca sereke ya êrîşan binesaziyên enerjiyê bûne. Hate ragihandin ku li herêma Kalugayê depoyeke sotemeniyê hatiye hedefgirtin û li başûrê welêt jî li dijî rafînerekê êrîş pêk hatiye.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku 168 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê hatine xistin. Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê jî ragihand ku Rûsyayê bi 205 dronan êrîş pêk anine, ji wan 176 hatine îmhakirin û li seranserê welêt 24 cihan teqîn çêbûne.

