Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’, li girtîgehan greva birçîbûnê, li derve jî çalakiyên Nobeda Edaletê yên xizmên girtiyan dewam dikin.
Girtiyan di 27’ê Mijdara 2023’an de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya grevê kete roja 61’ê.
Li gelek bajaran jî bi dehan roj in çalakiyên Nobeda Edaletê têne lidarxistin.
Rêveberên Rêxistina Bajarê Edeneyê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ji bo bicihanîna daxwazên girtiyan û malbatên wan li avahiya partiya xwe ji bo rojekê dest bi ‘Nobeda Edaletê’ kirin.
Endamê Meclîsa Partiyê ya ESP’ê Osman Kara anî ziman ku 3 sal in Abdullah Ocalan bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye û got, tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan e, lê li dijî hemû girtiyan û her beşên civakê ye.
Kara diyar kir ku weke ESP ji bo ‘şikandina tecrîdê’ ew li Edeenyê dikevin Nobeda Edaletê ya ji bo rojekê.
Çalakî wê heta danê êvarê dewam bike.