Şemî, 10 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Ermenîstanê şehîdên komkujiya Parîsê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Li Helebê bi awayekî eşkere sûcên şer tên kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyva Sor a Kurdistanê ji bo taxên Helebê banga alîkariyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şêxmeqsûdê berxwedan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber gotina ‘Kurdistanê’ ceza li endama DEM Partiyê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Karaca: Îradeya jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê hedef digirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştgiriya Êzidî û Ereban ji bo berxwedana Şêxmeqsûdê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê çalakiyek ji bo piştgiriya Rojava hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Duhokê ji bo Kurdên li Helebê rabû ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebatkara Heyva Sor a Kurd û birayê wê di heman rojê de jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Rizgarî êrîşên li Helebê yên li ser Kurdan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Duhokê êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Abya Yala ji bo Rojava û Rojhilat banga piştgiriyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Başûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Li Şêxmeqsûd çalakiyên fedayî
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bozan: Mejiyê înkarê yê Tirkiyeyê li Sûriyeyê çareseriyê bi xwe re nîne
Rojane

Bozan: Mejiyê înkarê yê Tirkiyeyê li Sûriyeyê çareseriyê bi xwe re nîne

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku mejiyê înkarê yên dewleta Tirk li Sûriyeyê çareseriyê bi xwe re nîne û got, demokrasiya rasteqîn bi helwestê dibe ne bi gotinê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di demekê de ku komên ser bi hikumeta veguhêz êriş birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê, SÎHA yên Tirkiyeyê jî êriş birin ser sîloyên genim ên li Til Temirê. Êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û zextên li ser Rojava piştî gefên Devlet Bahçelî yên li dijî Rojava û QSD’ê zêde bûn. Parlamenterê Mersînê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan êriş nirxand.

Alî Bozan anî ziman ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê feraseteke welê derxist holê ku li Sûriyeyê çareseriyeke mayinde naxwaze û got, “Mutabaqata 10’ê Adarê ne metneke ku tenê çekdanînê li YPG’ê ferz dike.”

Bozan diyar kir ku 2 roj in li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bombardûman û êriş li ser sivîlan têne kirin û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser van êrişan, dibînin ku feraseteke rêveberiyê derketiye holê ku li Sûriyeyê alîgirê çareseriyeke mayinde nîne.”

Parlamenterê DEM Partiyê anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê de ya ku li Tirkiyeyê saleke dewam dike, desthilatdarî û dewletê meseleya Kurd li ser mijara çekdanîna PKK’ê û şer nirxandiye û got, “Halbûkî cewhera meseleyê demokratîkbûn bû; înkarkirina nasname, ziman û hebûna gelê Kurd bû.”

Bozan ragihand ku ji aliyê hiqûqî û polîtîk ve di meseleya Kurd de gavên şênber nehatine avêtin û got, “Ji bo ev înkar ji holê bê rakirin îradeyek nehate danîn. Timî qala meseleya çekdanînê hate kirin. Lewma nêzîkatiya rêveberiya li Sûriyeyê û feraseta siyasî ya li Tirkiyeyê dişibin hev.”

‘ÊRIŞ BAWERIYA BI PÊVAJOYA LI VÊ DERÊ WÊ KÊM BIKE’

Bozan destnîşan kir ku êrişên li Helebê dewam dikin, wê baweriya bi pêvajoya li Tirkiyeyê kêm bike û got, “Di demekê de ku li Tirkiyeyê bi Kurdan re qala aşttiyê tê kirin, li Sûriyeyê dewamkirina bombardûmana li ser Kurdan û sivîlan nayê qebûlkirin. Beşeke girîng a yekîneyên OSO û HTŞ ên êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin, avaniyên leşkerî ne ku nêzî Tirkiyeyê ne.”

‘TÊ XWESTIN KU FERASETA YEKPEREST LI SÛRIYEYÊ BI CIH BÊ ANÎN’

Parlamenter Bozan têkildarî feraseta ku tê xwestin li Sûriyeyê bi cih bê anîn got, “Tê xwestin, Ddestûra Bingehîn a 1982’an a ku berhema darbeyê ya Komara Tirkiyeyê ye bê wergirtin, li şûna ‘Tirk’ û ‘Tirkiyeyê’ gotinên ‘Ereb’ û ‘Sûriye’ bê nivîsandin û bi vî rengî li Sûriyeyê bi cih bê anîn. Yanî hewl tê dayin ku feraseteke dişibe feraseta înkar û tekperest a bi salan a li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê bi cih bê anîn.”

‘BI MEJIYÊ ÎNKARÊ ÇARESERÎ NABE’

Bozan destnîşan kir ku ev nêzîkatî bi gelan nade qezençkirin û got, “Ev mejiyê înkarê yê bi dehan salan li Tirkiyeyê hate meşandin çawa ku çareserî bi xwe re neanî, li Sûriyeyê jî wê bi gelan û baweriyên cuda nede qezençkirin. Eger Tirkiye bi rastî jî xwedî armanceke komareke demokratîk e, rêya vê yekê gotin nîne, lê helwest e. Divê zimanê înkar û gefxwarinê yên li hemberî Kurdan bê terikandin.”

‘GEL WÊ XWEDÎ LI DESTKETIYÊN XWE DERKEVE’

Parlamenter Bozan bal kişand ser ruhê yekîtiyê yê Kurdan û got, “Di berxwedana Kobanê ya 2014’an de Kurdan nîşanî tevahiya cîhanê dan ku li hemberî êrişan li çar parçeyan dibe yek. Li Sûriye, Rojava yan jî Helebê eger êrişên li dijî Kurdan dewam bikin, Kurdên li çar parçeyan wê careke din bi heman ruhê yekîtiyê tevbigerin û xwedî li destketiyên xwe derkevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêvan çû û li ber xwe da
Nûçeya Pişt re Temellî: Li Sûriyeyê divê hurmet ji mafên muzakereyê yên aliyan re bê nîşandan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ciwanên Şengalê meşiyan: Em ji bo tevlîbûna berxwedanê amade ne

Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Şengalê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Namzetê YNK’ê Rêbwar Taha bû Waliyê Kerkûkê

Di civîna Encûmena Bajêr a Kerkûkê de namzetê YNK'ê Rêbwar Taha dengê 3 endamên Ereb,…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star komkujî şermezar kir: Wê bê ceza nemîne

Kongra Star êrîşa li dijî sivîlên li Der Hefîrê şermezar kir û rgihand ku ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Piştgiriya Êzidî û Ereban ji bo berxwedana Şêxmeqsûdê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê çalakiyek ji bo piştgiriya Rojava hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê hatin şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koçberên ji Efrînê li ber NY’ê çalakiya ‘edaletê’ kirin: Colanî û DAÎŞ yek e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?