Duşem, 13 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Helbestvan Ahmet Tellî hate oxirkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Karagoz: Çareseriya pirsgirêka Kurd wê mercên aboriyê jî sererast bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak ê beşdarî merasîma şewitandina çekan bû: Ji bo rêveçûna pêvajoyê qanûna çarçoveyê divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê li Sîdekanê şivenek qetil kirin û dest danîn ser pezê wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Andok: Dewleta Tirk ji bilî komîsyona li meclîsê ti gav neavêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şengalê bang: Em cangoriyên xwe li Solaxê bi hev re bi bîr bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê rêgeha têkoşîna me diyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Salîha Aydenîz: Ev meş ji zû ve ye gihîştiye armanca xwe
Kurdistan

Salîha Aydenîz: Ev meş ji zû ve ye gihîştiye armanca xwe

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz işaret bi xwedîderketina gel a li Meşa Azadiyê kir û got, "Ji ber vê yekê ev meş ji zû ve ye gihîştiye armanca xwe. Gelê me ji vê yekê bawer dike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1’ê Sibatê de li Wan û Qersê destpê kir, di roja 10’an de ye. Meşvan li her bajarî bi tilîlî, çepik û dirûşman têne pêşwazîkirin. Meş li gel dorpêçî û zexta polîsan bi coşeke mezin dewam dike. Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz ku li baskê Wanê yê meşê ye, li ser meşê axivî.

NAVNÎŞANA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD ÎMRALI YE

Salîha Aydenîz ragihand ku yekane navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Îmrali ye û bi bîr xist ku ji bo dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were di 1’ê Sibatê de wan dest bi meşê kirin. Aydenîz got, “Ev meş meşeke welê nîne ku hinekan bi serê xwe dane destpêkirin. Niha li girtîgehan bi dehan girtî di greva birçîbûnê de ne, dayik di Nobeda Edaletê de ne, li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê meş têne lidarxistin. Yanî gelê Kurd û dostên wan li dijî tecrîdê rabûne ser piyan. Îro li gelek deverên cîhanê, her kesên ku felsefe, îdeolojî, perspektîfa çareseriyê û baweriya Birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê girîng dibînin, ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan çalakiyan dikin. Meşa me jî di vê çarçoveyê de ye.”

GEL JI DIL XWEDÎ LI MEŞÊ DERDIKEVE

Aydenîz anî ziman ku di 1’ê Sibatê de wan li Wan û Qersê dest bi meşê kirin û li her cihî bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin. Aydenîz diyar kir ku li navçe, gund û taxan digerin û got, “Li her deverê gel bi hêviyeke mezin me pêşwazî dike. Em piştî vê pêşwaziyê meşa xwe dewam dikin. Li her deverê em gora kesayetên naskirî yên wê derê, cihên dîrokî ziyaret dikin û daxuyaniyê didin çapemeniyê. Kesên ku em hevdîtinê bi wan re dikin dibêjin ku ew meşê dişopînin û jê kêfxweş in. Em fêhm dikin ku gelê me li benda vê bû. Yanî li benda pêngavekê bû. Me jî bi çalakî û meşa xwe li dijî tecrîdê gavek avêt, dest bi pêngavekê kir. Gel ji dil ve xwedî li vê meşê û çalakiyên li dijî tecrîdê derdikeve.”

DIYARÎ TÊNE DAYIN KU EM BIGIHÎNIN ÎMRALIYÊ

Aydenîz bi dewamî got, “Mirov gore û lepikên bi xwe çêkirine, zarok pêlîstokên xwe, hinek jî alavên xwe yên taybet, diyariyan didin me ku em bigihînin Îmraliyê. Ji ber vê yekê ev meşa me ji zû ve ye gihîştiye armanca xwe. Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd perspektîfeke çareseriyê daniye holê. Rastiyeke sîstemê heye ku îro veguheriye krîz û kaosê. Ev sîstem tê wateya komkujî, şer û polîtîkaya tunehesibandinê. Lê belê perspektîfa ku Birêz Ocalan daniye holê ji bo gelan, jinan, baweriyan û ciwanan sîstemeke ji rêveberî û jiyaneke hevpar e. Rojava mînaka dawî ya vê yekê ye. Çareseriya krîzan hemûyan misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan û hevdîtina bi wî re ye. Gelê me ji vê yekê bawer dike, lewma ev meş digihêje armanca xwe û civakî dibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin û ciwanên Ereb ên Şengalê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
Nûçeya Pişt re Temellî: Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, krîza ekonomiyê çareser nabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nasnameya şervanekî QSD’ê yê şehîd bû hate eşkerekirin

QSD'ê ragihand ku şervanê wan El Eşqer El Idlibî li Minbicê dema bi erka xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Birêxistinkirina Hîzbûlkontra (Huda-Par)

Gelê Kurd, hêj ji destpêkê fam kir ku “Hîzbûllah” amûra dewletê ye û ew wekî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê li Sîdekanê şivenek qetil kirin û dest danîn ser pezê wî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Andok: Dewleta Tirk ji bilî komîsyona li meclîsê ti gav neavêt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?