Li Amûdê, Hesekê û Dêrazorê çalakvan, Desteya Tenduristiyê û Meclisa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd, çalakî li dar xistin û daxuyanî xwendin.
Di çalakî û xwendina daxuyaniyan de, ev êrş hatin şermezarkirin û hat gotin ku hikûmeta demkî li dijî Elewî, Durzî û niha jî li dijî Kurdan komkujiyan pêk tîne.
Çalakvanan da zanîn ku piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, yên ku erkê xwe yê parastina sivîlan û parastina aramiyê pêk tînin, tê wateya parastina mafê hemû gelê Sûryeyê.
Her wiha topbarana li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir û navendên din ên tenduristiyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat şermezarkirin.
Di çalakiyan de bang hat kirin ku piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê were kirin, û ji bo parastina rûmeta gel û parastina sivîlan her kes seferber bibe.
Çalakvanan diyar kir ku berxwedan mafek rewa ye, û gelên têkoşer dikarin serkeftinê bi dest bixin
Di çalakiyan de dirûşmeyên piştgiriya berxwedana gelên Şêxmeqsûd û hatin berzkirin.

