Li Taxa Şorcey ya Kerkûkê li nêzîkî Peykerê Şehîd Mama Rîşe bi tevlîbûna çalakvan, rewşenbîr û xelkê Kerkûkê çalakiyek ji bo piştevaniya gelê Rojava hate lidarxistin.
Ciwanê Kerkûkî yê bi navê Ebdûlbast Necmedîn ku tevlî çalakiyê bibû wiha got: “Em li Kerkûkê li ber peykerê Mam Rîşe peyamek didin xwişk û birayên xwe yên li Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ew jî weke Kerûkê bi salan in di bin dorpêçê de serbilind in û li ber dagirkeran serî natewînin. Bila cîhan hemû zanibin ku Kerkûkî êşa xelkê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Rojhilatê Kurdistanê fam dike. Ji ber ku her sê jî kelhên berxwedanê ne.”
Welatiyê bi navê Eskender Selîm jî axivî û diyar kir ku ew piştevanên yekîtî û yekrêziyê ne û wiha pêde çû: “Dijmin sûdê ji parçebûna me digire. Em li vir spasiya şervanan dikin. Ew li ber êrişên giran yên serdest û Tirkiye sekinîne. Divê Kurd yekîtiya xwe biparêze. Li kûderê Kurdek hebe divê piştevaniya Kurdên li Rojava bike. Ji ber ku Rojava parçeyek ji bedena me ye. Em hemû yek parçe ne û yek xwînin.”
Çalakî bi dirûşma ‘Rojava û Rojhilat Nakevin’ bi dawî bû.

