Çarşem, 14 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Ewropa ji bo piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rêzeçalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkaran li gelek bajaran dest ji kar berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kanadayê êrişên li ser Helebê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê DYE’yî: Divê hesabê sûcên li Helebê bê pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mele Şevket Çakir: Tirkiye ji bo tinekirina nasnameya Kurd Sûriyeyê dixe nava êgir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji xwendekarên Zanîngeha Koye çalakiya ji bo Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hemra Apaydin li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Neam Bedel: Ya HŞT’ê li Helebê kir dûrî exlaqê mirovahiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ di 25’ê Çileyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê melayên ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kirin, hatin gilîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Helebê û pêvajoyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin gihîştin Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê jin barê aştiyê hilgirin û edaletê kontrol bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Jinê: Divê hesabê sûcên hatine kirin bê pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çete bombeyan li gundên li derdora Bendava Tişrînê dibarînin
Çete bi çekên giran bombeyan li Dêr Hafirê dibarînin
SÎHA ya dewleta Tirk cara duyemîn bombe li Meskeneyê barand
Derdora Bendava Tişrînê tê topbarankirin
Li 2 gundên Dêr Hafirê malên sivîlan hedef hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Nasnameya 5 şehîdên ku li Helebê çalakiya fedayî kirin, hate eşkerekirin
Rojava

Nasnameya 5 şehîdên ku li Helebê çalakiya fedayî kirin, hate eşkerekirin

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya Denîz Çiya, Hawar Qendîl, Rojbîn Hesekê, Dilbirîn Qamişlo û Feraşîn Efrîn ên ku li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker û HTŞ’ê çalakiya fedayî kirin, eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Çile 2026 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 5 fedayiyên berxwedana Şêxmeqsûdê aşkera kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em di serî de fedayiyên gelê berxwedêr; Denîz Çiya, Hawar Qendîl, Rojbîn Hesekê, Dilbirîn Qamişlo û Feraşîn Efrîn ku di berxwedaniya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi awayekî fedayane gihîştine şehadetê bi bîr tînin. Li beramberî têkoşîna wan a bêhempa em bejna xwe ditewînin. Di serî de ji mîmarê azadiyê Rêber Apo, malbatê wan ên qehremanên tolhildêr û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Ji 6’ê Çileya 2026’an ve bi konseptekî qirkirinê û bi erêkirina hêzên hegemon re, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta veguhêz a HTŞ’ê êrişekî dermirovî dane destpêkirin. Li hemberî 2 taxên biçûk her cûre çekên hewayî û bejahî hatiye bikaranîn. Li beramberî van êrişan, fermandar û şervanên me roja destpêkê ve ji sekna xwe ya ku teslîmiyetê qebûl nake, tawiz nedan û li ber xwe dane. Di vî şerê rûmetê de fedaiyên hemdemîn Denîz, Hawar, Rojbîn, Dilbirîn û Feraşîn bi biryardariya serkeftinê di çeperên herî pêş de cihê xwe girtine. Di vî şerî de bi bîr û baweriya ku di şexsê xwe de zivirandine vîna tolhildanê re, ji aliyê çeteyên dewleta dagirker ve şerê taybet û polîtîkayên qirkirinê yên ku li dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyan tê meşandin re bûne  bersiveke mezin. Bi moral, coş û kelecanek mezin tevlî cenga rûmetê bûne û bi vê sekna xwe di gel de manewiyatekî mezin ava kirine. Bi  derfetên pir kêm û bi çekên xwe yên ferdî re, ji gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re pêşengtî kirine û bi çalakiyên cûr be cûr re gelek êrişên çeteyan şikandine. Di nava taxên Eşrefiyê û Şexmeqsûdê de bi bihost, bihost xwe kirine mertalên tola hezaran salan û dijminê dagirker bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadi’ re bibin xistine.

Li beramberî vê hêza gel ku di şervan û fermandarên  pêşeng de şênber bûye, dijminê dagirker yê ku  bi hişmendiya xwe ya cîhadist ji bo cîhanê xetereyekî mezin ava dikin, piştî ku dibînin nikarin li beramberî Egîd û Arînên vî gelî bisekinin, serî her cûre pêkanînên dermirovî didin. Kêleka teknîka bejahî û hewayî,  bi hezaran çeteyên ku çi exlaqê mirovî û şer, nas nakin bi gazên jehrê û pêkanînên her awayî êrişî rûmeta vî gelî dikin. Her çiqas van çeteyan, dora şervan û gelê berxwedêr dorpeç kiribin jî fermandarên me yên hemdemin ji sekna xwe ya serhildêr tawiz nadin û heya kêliya dawiyê parastina nirxên  gelê xwe kirin.

Fermandarê vê taxima fedaî, Hawar Qendîl e; Hawar Qendîl di destpêka şer de bi motivasyona xwe ya bilind ku moralê xwe felsefeya ku tu caran bin nakeve Rêber Apo digre, hemû hevalan re dibe hêza moralê. Hemû heval bi xwestek û wêrekiyek mezin cihê xwe di vî şerî de digrin. Fermandar Hawar li gor şerê bi tevger rêhevalên xwe bi cih dike. Her hevalek cihê ku çeper digre xwe dike sengereke ku qet neyê derbaskirin. Biryardariya Hawar biryardariya taximê ye. Piştî şereke pir dijwar fermandar Hawar birîndar dibe. Dema ku van fedayiyên hemdemîn dibînin ku fermandar Hawar birîndar dibe, lê dev ji sengera xwe û rêhevalên xwe bernade, yekser fedayî Denîz fermandariyê hildigre li ser milê xwe û li gor rêveçûna şer, bi  taxima xwe re şer dike. Di nava vî şerî de yekser bi koordîneya şer re tekmil dide û talîmatan  pêk tîne. Dema ku şer dijwar dibe û edî cihê ku lê senger girtine tangav dibe fermandar Denîz yekser bi koordîneya şer re van gotinên dirokî bilêv dike;

‘’Di van kêliyan de dijminê ku bi feraseta cîhadîst ku ji bo hemû cîhanê û gelên heremê bi taybetî ji bo jinan xetereyeke mezin ava dikin, derdora me bi tangên mezin dorpeç kirine. Hejmareke pir zêde çete êrişî me dikin, heya niha me pir awayên cuda, li hemberî wan çalakî pêş xistin lê belê niha em cebilxana ku heyî ji bo neqede bi tedbîr bi kar tînin. Ji xwe pêwîst e hemû heval û gelê me bizanibin çi dibe bila bibe em ê heya henaseya xwe ya dawî şer bikin.  Bangawaziyên teslîmiyetê li me tên kirin, lê çawa ku Zarîfe û Besêyan ji latên Dêrsimê xwe avêtin, Rindêxanan Pira Malabatî de dawiya jiyana xwe anîn û jiyan ava kirin, em jî tu caran ji berxwedaniyê paş de gav neavêjin. Niha li gel me hemûyan bombeyeke ku me rakirî heye. Ger ku em bizanibin êdî cebilxaneya me dawî bû, em her 5 heval yê bi hev re dijminê  dagirker ku her cûre pêkanîn li ser rêheval û gelê me de anîne çalakiya canbexşane pêk bînin. Çi dibe bila bibe, tu tişt ji rûmeta gelê me parastinê girîngtir nîne. Yên ku di demê pêwîst de mirinê nedin ber çavan nikarin bibin henaseya jiyana azad’.

Nasnameya şehîdên ku ji bo me bûne mîrateya jiyana azad;  Fermandara me Denîz Çiya eslê xwe ji bajarê Efrînê ye, lê li bajarê Şamê ji dayik dibe.  Bi çanda welatparêzê ya Efrinê mezin bûye.  Malbata wê gelek bi nirxên civaka xwe û axa xwe ve girêdayî ye. Kesayeta wê  bi xweşikbûnên Efrîna rengîn tê xemilandin. Hîn di zarokatiya xwe de li ser çanda exlaqî û polîtîk tê mezinkirin. Wek zaroka malê ya tenê bi heskirinek mezin, tê mezin irin. Qasî nazerine, ewqas jî xwedî kesayetekî bandorkere ku derdora wê her civat çêdibin. Xwendevanekî jîr e, li ser sosyolojiya jin û civakê lêhûrbûnên kur dike. Hîn di temenekî biçûk de, rastiya doza gelê Kurd û doza heremê nas dike û xwe bi fikrê Rêber Apo re dike yek. Bi taybetî êrişên dagirker yên li ser Efrîn, Serêkaniyê, Şehba û Minbicê, di  rêhevala me de kîneke mezin dide avakirin. Rêheval Denîz li ser armanca ku bibe jineke azad ku civaka xwe re pêşengtî bike di sala 2024’an de tevlî refên têkoşînê dibe. Dem di rêhevala me de zû wate dibe û bi kêliyan de xwe mezin ava dike. Jin, xweza û gerdûn li gel hevala me di nava hevsengiyekê de dibe zimanê jiyanê. Ji bo vê jî jiyana Rêber Apo ava kiriye pir hes dike û dixwaze seknekî sosyalîst di xwe de ava bike ku bibe bersiva hemû pirsgirekên ku di heremê û di Rojhilata Navîn de tê jiyankirin. 

Fermandar  Hawar  Qendîl li  bajarê Kobanê ji dayik dibe.  Hîn di zarokatiya xwe de dibe şahidê şoreşê û rastiya gelê xwe yê sotîner ku bê nasnameye, dinase. Di malbatekî kedkar û welatparêz de mezin dibe. Bi keda xwe ya jiyanê re li her derê ku lê ye pir tê heskirin. Bi hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê re gelek caran rû bi rû dimîne. Û li beramberî hemû êrişên dagirkeriyê sonda berxwedanê dide.  Ev kesayetê kedkar  ku rastiyên jiyanê, temenekî biçûk de nas kiriye wek fermandarekî dizivire kesayetekî xwînsar, otorîter û  bi biryar, ji bo vê her cihê ku fedayî Hawar  lê ye, bi rola pêşeng radibe.  Beriya tev li nava refên têkoşînê jî bibe di gelek kar û xebatên şoreşê de cih digre. Lê piştî êrişên dagirkekiyê yên li dijî Şehba û Minbicê, biryara xwe ya têkoşînekî bêhempa dide û di sala 2024’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe.  Taktik afrêneriya rêhevalê me û girêdana wî ya nirxên civakê, di hevalê me de hêza moralekî mezin çêdike. Cihê ku Hawar heyî hemû hevalên wî digotin li wir binketin nabe. Ji ber Hawar kesayetekî ku bi hebûna xwe dibû çareseriya hemû pirsgirêkan. 

Fedayî  Rojbîn Amara, li bajarê Hesekê jidayik dibe. Di nava malbatekî welatparêz de, ji eşîra sorkî ku girêdayî çanda dayik de tê mezinkirin.  Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re fikrê Rêber Apo nas dike. Ji bo şoreşa ku fikrên Rêber Apo hatiye afirandin, biparêze di sala 2025’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Bi fikrê Rêber Apo yê derbarê jinê de kesayeta xwe danehev dike. Bi kelecaneke mezin tevlî hemû xebatên bîrdozî û leşkerî dibe. Qasî ku dîrokê lêkolîn dike hêrsa wê ya li beramberî dijminê gelê Kurd zêdetir dibe. Kesayeta xwe li ser zanebûna dijmin danehev dike û xwe ava dike. Bi  sekna xwe ya wêrek û ji xwe bawer dibe pêşenga jiyana bi wate.

Fedayî Dilbirîn Qamişlo, li bajarê Dirbêsiyê jidayik dibe. Ji eşîra Omeriye ku wek eşîr bi têkoşîna xwe ya dijî dijminê xwînxwar  tên naskirin.  Di nava malbatekî xwedî nirxên kal û babirên xwe derdikevin de mezin dibe. Hîn di zarokatiya xwe de rastiya şehîdên qehreman nas dike û ev li ser kesayeta wî bandoreke mezin ava dike. Ji ber kesayeta xwe ya dilnizm û pakbûna dilê xwe jiyanê hembêz dike. Xeyalê wî ew bû ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih digrin, bi hev re jiyanekî hevbeş bê ku her roj bên qetil kirin jiyan bikin bû.  Bi xeyalê jiyana azad û wekhev, ji bo sosyalîzma Rêber Apo fêm bike di sala 2025’an de berê xwe dide refên têkoşînê. Ewqas bi heskirin tevlî jiyanê dibe ku jiyan bi her awayî di hevaltiya wî de xweşik dibe.

Fedayî Feraşîn Efrîn, li bajarê Efrînê jidayîk dibe. Bi çanda gelê welatparêz yê Efrinê mezin dibe. Hîn di zarokatiya xwe de bi kesayeta xwe ya bi mereq, xwe di aliyê hunerî û wêjeyi de pêş dixe. Rûxmê temenê xwe yê ciwan sekna wê ya danehev hîn di zarokatî de, wê dike pêşenga hevalên derdora wê kom dibin. Bi rûkenî û kelacana xwe hertim derdora xwe civata heskirinê çêdike. Bi jîrbûn û zekibûna xwe di aliyê fikir û zikîr de zû pêş dikeve. Di nava civakê de seknek û jiyanekî ji rêzê ji xwe re napejirîne û ji bo li nirxên civaka xwe û mîrateyên şehîdên şoreşê xwedî derbikeve û di sala 2025’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Di nav refên têkoşînê de jî, di cihê xwe de nasekine. Kesayeta wê ya mîna cîva xwe her bi fikrê Rêber Apo de çalak dike. Di aliyê leşkerî û bîrdozî de, di demekî pir kin de pir pêş dikeve. Ew êdî dixwaze zimanê gerdûnê fêm bike ku jiyanê fêm bike. Rastiya xwe wek jin nas bike ku bikaribe jiyanê ji xweliyên xwe ava bike. Girêdana wê ya jin û jiyanê fikrê wê zelaltir dike.  Qasî ku fikrên wê zelal dibin, biryara wê ya têkoşînê di çeperên herî pêş de jî wê dike pêşengekî ku di dilê hevalên wê de jî baweriya serkeftinê ava dike.

Piştî ku di pêşengtiya fermandar Denîz de, fermandar Hawar, Rojbîn, Dilbirîn û Feraşîn çalekiya xwe ya fedaî di dîroka 10’ê Çileya 2026’an pêktinin. Çeteyên dagirker li beramberî cenazeyên şehîdên me gelek pêkanînên dermirovî dikin. Dixwazin bi van pêkanînên dermirovî wek di dîroka têkoşîna gelê Kurd de jî, li beramberî gelek têkoşerên dîl hatine girtin û şehîd ketine de gelek mînakên wê hatine jiyankirin, rûmeta  gelê Kurd û gelên herêmê bişkînin. Ji xwe dema ku dibînin ya ku pêşengtiya vî şerê bêhempa dike wek jinek serhildêr Deniz Çiyaye û bi rojane ku nahêle dibin fermandariya wê de  2 taxên biçûk bikevin destê vî dijminê xwînxwar, bi hêrsekî ku tu exlaqekî mirovî nas nake pêkanînên dermirovî dikin û pêşenga me li mala ku çalekiya xwe kiriye de ji jor di-avêjin xwarê. Wana xwestin bi vî awayî rûmeta jinek têkoşînvan û gelek têkoşînvan bişkinîn, lê fermandara me bi mirina xwe jiyan afirand û xwedî derketina rûmeta gelê xwe re dijminê xwînxwar û dagirker re bû bersiveke bê eman.

Em fermandar û fedayiyên vê dozê Denîz, Hawar , Rojbin, Dilbirîn û Feraşîn dubare bi minetdarî û rêzdarî bibîrtinin û soz didin Rêberê Rêberan, jinên ku serî netewandîn, egidên ku gav paşde neavêtin û qêrînên zarokên ku li Şêxmesûd û Eşrefiyê dengên wan bilind dibûn; wê biryara wan biryara me be û heya em tola wan ranekin û xeyalên wan pêkneynin em ê tu caran nerawestin. Em ê bi biryardarî doza wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

Nasnav: Denîz Çiya

Nav û Paşnav: Zeyneb Kirdelî

Navê Dayik: Emîne

Navê Bav: Emîn

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêxmeqsûd/Heleb

Nasnav: Hawar Qendîl

Nav û Paşnav: Dawud Mihemed

Navê Dayik: Xanim

Navê Bav: Emîn

Cîh  û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêxmeqsûd/Heleb

Nansnav: Rojbîn Amara

Nav û Paşnav: Wîdad Mamo

Navê Dayik:  Delal

Navê Bav: Burhan

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêxmeqsûd/Heleb

Nasnav: Dilbirîn Qamişlo

Nav û Paşnav: Rojkar Nuhî

Navê Dayik: Seher

Navê Bav: Asim

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10. 01. 2026-Şêxmeqsûd/Heleb

Nasnav: Feraşîn Efrîn

Nav û Paşnav: Meryem Horo

Navê Dayik: Şêrîn

Navê Bav: Mihemed

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêxmeqsûd/Heleb.”

 
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çete bombeyan li gundên li derdora Bendava Tişrînê dibarînin
Nûçeya Pişt re Rapor: Li seranserê cîhanê 388 milyon Xiristiyan di bin gefa giran de ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ ya Rêber Apo bi Spanî hate wergerandin

Bergê sêyemîn ê rêze pirtûkên 'Manîfestoya Şaredariya Demokratîk' ên Rêber Apo bi hevkariya Weşanxaneya Katalan,…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Girîng e ku jin karên xwe nîşan bidin û pişta xwe bidin behremendiyên xwe’

Festîvala Payîzeyê ya Kelarê berdewam e û jinên beşdar têkildarî vê yekê diyar kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Rahîb Joe Ryan: Abdullah Ocalan lîdereke ku îlham dide mirovan

Yek ji rahîbên teqawid ê Serpîskopostiya Westminster a Londonê Joe Ryan diyar kir ku fikrên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Nerazîbûnên girseyî li dijî êrîşên li ser Helebê dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çete bi dronan êrîşî derdora Tişrînê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 96 malbat hatin 5 bajarên Cizîrê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Ewropa ji bo piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rêzeçalakî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?