Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di bernameyeke taybet a Stêrk TV de axivî û anî ziman ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabe ku tenê weke meseleyeke ewlekariyê ya herêmî bê dîtin, êriş yekser li dijî pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye. Avesta diyar kir ku her kesên pêvajoyê ji nêz ve dişopînin dibînin ku êrişa navborî êrişek li ser pêvajoyê ye.
Hevpeyvîna bi Sozdar Avesta re bi vî rengî ye:
Çavê herkesî lê bû ku li Bakûr û Rojhilatê Sûrî, di navbera hikumeta Sûrî û Rêveberiya Xweser de lihevkirin û peymanên ku hatine kirin êdî reng bigure û hîn bêtir ber bi muzakereye ve biçe û Sûrî bi giştî demokratîk bibe. Lê dijberî wê rewşek derket ew jî êrişên li ser gelên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ye. Bi giştî hûn rewşa niha a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, êrişa li ser gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatiye meşandin çawa şîrove dikin, sedema vê êrişê çi bû?
Destpêkê ez di şexsê rêheval Ziyad Heleb, heval Leyla Qasim, Dilbirîn, Amara, Hawar…di şexşên van berxwedêran de, van lehengan de, tevahî şehîdên gele me, şehîdên li Helebê ez bi rêzdarî, bi hurmet, û bi minet bi bîrtînim. Ji tevahî malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazim. Ji birîndaran re şifa lezgîn dixwazim. Û dîsa serê tevahî gelê Kurdistanê û mirovahiya pêşketî sax be. Bi rastî wekî tê zanîn, yanê bi rojan e em jî di çapemeniyê de dişopînin, êrişên ku li ser taxên Şêx Mexsûd û Eşrefiyê pêşketin, wekî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku li Şengalê li serê gelê me yê Êzîdxanê de anîn, ew roj anîne bîra me, û heman hest di nava gelê me de, nava mirovahiyê de û di tevahî heremê de hestên wisa bi êş, hêrs û bi kîn da ava kirin. Niha çima hate vê merhelê, sedemê hatina vê merhelê çi bûn?….berî vê, hevdîtin ku dihatine kirin, peymanên ku hatibûn çêkirin, ji bo ku ev rojana, ev pêvajoya neyên pêşxistin bû, lê çi bû ku van bûyeran destpêkir û ev encamên wisa hovane û qirker derxistin holê?
Niha weke tê zanîn sala derbasbûyî heta di 2024’an de, di meha 12’an de, bi amadekirina Colanî ji hêla hêzên koalîsyon û yên ji derve ve, û taybetî dewleta Tirk a ku bi her awayî piştgiriya wî kir û amade kir û bi vî rengî ew li Şamê danîne li ser textê desthilatdariyê. Yanê Colanî di Sûrî de şerekî mezin nekir, û lehengiyek nekir û neçû rejîma Baas hilneweşand. Mirov dikare bibêje ku bermahiyên rejîma Baas bûn, ya Esad bûn û bixwe jî berdewamiya wî ye. Heta binemala wî bixwe jî di hikumeta Esad de cih girtine. Ji ber vê jî, yekî ku ji wir tê ye. Bi gotineke din, di esasê xwe de, ev Baasiyên bi rû û simbêl in. Yanê li ser rû û simbêlên xwe hinek qravêt jî dane girêdan, bi vî rengî jî xwe weke kesên bir modern dane diyar kirin. Ev hemû bi plan çêbûn, bi bername çêbûn, bi peyman çêbûn. Ji bo ku ev anîn danîne ser wî textî wekî ku em dizanin, erka yekemîn ku dane pêşiyê jî û tim jî ew di vî warî de amade kirin li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, ew destkeftiyên tevahî Bakûr û Rojhilatê Surî de jiyan dikin û ji bo wan a têk bibe ev erka danê. Ji ber vê jî, ji bo pêşî li van bê girtin. Bi taybetî jî di vî warî de, pêşniyar û piştgiriyên Rêber Apo xwest ku pêşî li van qirkirinan bê girtin û di navbera gelan de qirkirin çênebe û êşên mezintir neyên jiyan kirin, her tim hewlên Rêber Apo çêbûn. Berî vê 2025’an di Adarê de, di navbera fermandarê QSD’ê û Colanî de hevpeymaneke hatibû îmze kirin. Roja piştî vê peymanê, gotin di cih de be ku hin ew murekeba ku pê hatî îmzekirin ziwa nebûyî, dewleta Tirk destwerdanek li Şamê kir. Wezîrê xwe yê parastinê, wezîrê xwe yê derve û mişteşarê xwe yê ewlekariyê yê MÎT’ê şand wê derê û jê re dane diyar kirin ku ev mutebeqat çawa bê meşandin. Niha di tevahî raya giştî de tê hewldan têgihiştînekî ava bikin ku wekî QSD’ê, Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê a Xweser mutebeqata 10’ê Adarê nepejirandiye an jî xira kiriye. Ev dereweke mezin e. Mutebaqata 10’ê Adarê ji 8 xalan pêk tê. Dewleta Tirk 7 xal danîne aliyekî, 7 xalan ji nedîtî ve hatin, tenê bi yek xalê ve girt û da pêşiya Colanî. Ev xal jî çi ye? Hêzên çekdar yên parastina cewherî ê ku ew xaka ku niha tê de jiyan dikin, tevahî Sûrî ji bo tevahî rûmeta Surî ji bo tevahî rûmeta gelan, ji bo tevahî mirovahiyê li dijî çetên DAÎŞ’ê şer kirin û ew xak rizgar kirin ji bo hêza xwe ya parastinê ava kirin. Hêza parastinê hêza parastina gelê Kurd e, Ereb e, Elewî ye, Asûr e, Êzidî ye, Tirkmen e, Durziyan e, û ya tevahî gelan e. Heke vê hêzê ev têkoşîna bêhempa li dijî DAÎŞ’ê nekirba, niha ne tene Sûrî, Iraq û Rojhilata Navîn û heta tevahî Ewropa jî silta DAÎŞ’ê dê li ser serwer bûya. Ji bo ku ev yek çêkir, wan di bin navê mutebaqata 10’ê Adarê pêk nayê, gotin hewce ye ew hêz êdî xwe bê çek bike, radest bibe, desthilar, dewlet heye divê tevahî hêz û çekên xwe radestî dewletê bikin. Niha mutebaqatek heye divê gavan ber bi hev ve biavêjin, divê ew jî din ava destura bingehîn ya Sûrî de mafê gelan nas bikin, mafê gele Kurd nas bikin zimanê wê nas bikin, çanda wê nas bikin, rêveberiyê wê yê heremî nas bikin. Û ji bo vê divê dan û standin çêbibin komîte ava bibin. Ev jî çêbûn, çend hevdîtin jî çêkirin. Lê ya ku li pêşiya vê bu asteng tevahî cîhanê dît û ne tene ku ev yek îdîayê me ye. Ev pêş çavê herkesi qewimî. Dewleta Tirk û hikumeta niha AKPê û MHPê nehîşt pêk were. Her carê ku gaveke erênî ber bi hev de avêtin roja dine destwerdan, yan berî hevdîtinê yan jî piştî hevdîtinê Bakûr û Rojilatê Sûrî weke teror dane nîşandan. Û gotin hewce ye tiştên em dibêjin hûn weke wê bikin. Ji bo vê ev mutebaqata têk çû û berî wê çend rojan li Şamê hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de fermandarên QSD’ê, rayedarên Bakûr û Rojhilatên Sûrî, çapemeniya biyanî, weke el-monîtor û wan tevan dane diyar kirin ku destwerdanek li van hevdîtinan hatiye kirin. Dema ku dixwazin ev hevdîtina ji bo erênî bikin, ji bo ku êdî îmze bikin û daxuyaniyeke dine bidin raya giştî ku êdî ev pirsgirêk çareser dibe, di nîvê civînê de midaxaleyî civînê dikin û civîne bi dawî dikin, û dibêjin bila niha bimîne em ê daxuyaniyekî bidin û êrişên xwe dixin meriyete. Tê zanîn, ev êrişana berî hîngê hatine plan kirin û dema wê jî wisa hatiye çêkirin û ev bi piştgiriya dewleta Tirk û yên ku dewleta Tirk hevalbendê wî ye, yên ku piştgiriya Colanî dikin, ev êriş tevahî bi fermana wan hatiye pêk anîn. Û em baş jî dizanin ku yê serkêşiya vê jî kir, serokwezîrê karên derve yên dewleta Tirk e. Di zimanê wî de diyar e, bi wî zimanê gefê li gelê Kurd dixwe. Çi dibêje? Rojekî berî wê li Parîsê di navbera Îsraîl û Sûrî de peymanek tê çêkirin, wê îstixbarata xwe bi hev re parve bikin, wê tevahî başûrê Sûrî wê tê de bimîne, wî bi hevdû re kar bikin, û dewleta Tirk wê bi hemû awayî piştgiriya Îsraîlê bike û tevî ku ewqasî li Xezayê komkujiyên mezin çêkirine dewleta Tirk yek rojê jî danûstandina xwe pê re qut nekiriye. Hem wê bixwe bike hem jî bi zimanekî xapînok û helwesteke dirû dê bêje Kurd, QSD bi Îsraîlê re tevdigere. Çima tu herkesi re tevdigerî lê bila kesekî bi Kurd re têkilî daneyne û di tevahî cîhanê de hewl dide bi van gotinan Kurdan reş bike. Bi vî rengî jî şerê taybet tê meşandin. Dixaze tirşe, xofê bide ava kirin. Yanê bê exlaqî derdikeve li ber qamereyan û dibêje em wan baş dikin ew ji zorê fêm dikin. Em jî baş wan nas dikin. Gele Kurd jî helbet dost û dijminê xwe baş nas dike. Ji bo wê jî bi kî re dê çawa tevbigere jî baş dizane. Em jî wê hişmendiyê baş nas dikin, wê hişmendiya qirker em sedsal berî niha baş nas dikin. Em komkujiyên tevahî di Kurdistanê de hatine kirin nas dikin. Em ji Şêx Seîd, ji Seyîd Riza nas dikin, em ji geliyê Zîlan nas dikin, em ji Helebçe, Roboskî, Şengalê nas dikin. Em li beravên Sûrî bi komkujiya Durziyan nas dikin, em ji komkujiya Elewiyan nas dikin. Em jî wan nas dikin. Kî pêşengtiya vê dike kê vê yeke dimeşîne em jî wan baş nas dikin. Em vê hişmendiyê baş nas dikin, ev hişmendî, li dijî tevahî gelên azadîxwaz e. Yê ku îro pêşengtiyê ji gele azadîxwaz re dike Bakûr û Rojhilatê Sûrî ye. Berdêlên mezin dane, ji destpêka şoreşê heta niha zêdeyî 12 hezar şehîd dane. Her roj ji cîh û warên xwe têne koçber kirin. Tu yê wisa li vî gelî binêrî û bêjî ew dewlet e û ev jî teror e. Yanê ewqasî bêxlaqî û durûtî heye. Ew bi her awayî destek kirin. Bang dike dibêje bila Surî midaxale bike em ê bi her awayî piştgiriyê bidinê. Vê carê jî hincetên wisa ava dike, heman tişt bi DAÎŞ’ê re kir. Piştgirî da her êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî. Ev yek bi belgan jî derketin holê. Niha dixwazin li ser vê jî bigirin, bi hinceta ku mutebaqat pêk neanîne. Heke ewqasî bandora wî li ser Şamê heye bila navbeynkarî di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de bikira. Tiştên li wan dihate xwestin ev bûn. Lê xwe da aliyekî û dibêje bila yê din jî hewce ye were teslîm bibe. Pir leyîstikeke xeter heye. Me weke tevger daxuyaniyek da û bal kişand ser vê yekê. Û dibêjin ev yek tenê bi Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re jî nemine û gefa dixwin û dixwazin herkesi jî bi vê yekê agahdar bikin.
Di heman demê pêşiya vê yekê vedikin ku hê bêtir van êrişên xwe berdewam bikin û niha Tişrîn jî dirojevê de ye. Bêguman bixwe gotin; dibêjin hewce ye hûn bi tevahî xwe radest bikin. Divê tu tiştekî Kurdan nemîne, ev berdêlên mezin û ev destkeftiyên ku te ji desten guran girtiye, çeten DAÎŞ’ê te girtiye divê radestî çakalan bikî. Lê ev gel jî vê yekê dizane van destkeftiyên xwe radest nake.
Belê we jî qala sedemên vê êrişê kir, lê ji ber ku pir di rojevê de ye, bi taybet em bi gelemperî li êrişê dinhêrin ne tiştekî ku yekser hatiye kirin e, ji bo vê plan hatine çêkirin, li gorî wê zimanê ragihandina Ereb, Tirk û bicihkirina ewqas çek bi hezaran leşkeran, yanê çeteyên dewleta Tirkiyê û hikumeta Şamê, mirov dibîne ku planek e. Û pirsa min jî ev e: destên ji derve û ya dewleta Tirk di çêkirina vê planê de çi ye?
Dewleta Tirk ji ber ku pêşkêşiya vê dike li ser hêzên din jî bandora xwe dike. Dewleta Tirk, Şamê dîl girtiye. Yanê tu gav bêyî Tirkiyê li wir çênabe û bi hev re tê plan kirin. Berî wê Colanî çû serdaneke Emerika kir, peymana xwe li wir çi çêkirin li wê derê Hakan Fîdan derket û berî niha jî me got bi heman awayî li Parîsê jî dîsa Tirk derketin. Yanê pozisyona xwe a jeopolitik a stratejîk bikartînin. Di heremê de bi vê polîtikayê li dijî aşitiyê, li dijî jiyana hevpar tevdigere û rola xwe a li gorî berjewendiyên hereme naleyîze. Berovajiyê vê tenê roleke nijadperest a dewletperest ji bo xwe dilîze. Ji bo vê jî ev plana ku çêkirin wê demên pêş de zêdetir derkevin holê. Di sedsala 21. de, di Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê de nexşe ji nû de têne xêz kirin û berjewendî careke dinê têne par kirin. Di sedsala peymana Lozanê de, Kurd careke din li derveyî berjewendiyên Kurdan hatin hîştin. Di şerê rizgarkirina Tirkiyeyê de wê demê yên herî di eniyên pêş de şer kirin Kurd bûn. Lê dema çûn Lozanê gotin em xwişk û birane em yek in, û gotin nûnerê Kurdan jî hatine, lê çi kirin li wê derê? Li Lozanê peymanek çêkirin û vegeriyan peymana qirkirina Kurdan dan. Bi gotin xwîşk û biratî ye lê kiryar cuda ye. Bahçelî dibêje Kurd û Tirk xwişk û bira ne, û xwîna Kurdan nehatiye rijandin. Bê fedî ne, herkes bê fedî ye di vê pêvajoyê de. Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi hate jiyan kirin? Pitika 8 mehî ji ber gaza kîmyewî bê nefes ma û fetisî, kal û pîr û bi dehan mirov hatin kuştin û mirov di qatan de hatin avêtin, em ê li ser vê cuda bisekinin. Bila birayek her cure bê exlaqiyê bike û yê din jî stûyê xwe bitewîne û bêje ka min bide ber kêrê. Dibê bibin berxê li ber kêrê, û dengê xwe nekin lê we dema dengê xwe kir jî hûn teror in. Li Helebê jî tişta ku hate jiyan kirin ev bû. Dixwazin mafê Kurdan yê parastinê wê nîn be, mafê Kurdan ku ew jî azad jiyan bikin nîn be mafê gelan yê tune be. Hêzên derve vê yekê dibînin. Ev dewlet çima bêdeng man? Pirsgirêka herî mezin a Kurdan ew e ku Kurdan bê hiqûq dihêlin. Di destûra bingehîn de cih nadinê. Vê yekê em napejirînin, gelê me qebûl nake, jin qebûl nake, mirovahî qebûl nake. Di nava gelan de agir gur dikin. Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yekitiya gelê Kurd û Ereb armanc kir. Tifaqa Kurd û Ereban dîrokî ne, em nikarin van êrişan bikin malê tevahî gelê Ereb. Gelê Ereb ev 11 û 12 sal e bi gelê Kurd re li hember van êrişan têkoşîn dike. Bi hev re xwedî hêzeke siyasî ne, xwedî îradeyekî ne. Tiştên ku hikumeta Sûrî nake jî bi wan didin kirin û gotin. Di zimanê çapemeniya Ereb de zimanê çapemeniya Tirk heye. Di pişt gotinên Colanî de gotinên dewleta Tirk hene. Di Helebê komkujiyeke etnîkî a Kurdan kirin. Berî wê li ser Elewî û Durziyan kirin. Divê gelê Ereb vê yekê bibîne. Ev êriş ne tene Colanî kir dewleta Tirk bixwe piştgirî kir. Qaşo Colanî serokkomar e, wî û Trump didine li ber hev…Sedam Hisên wisa dikirin…Çiqasî serokkomar e, çiqasî serfermandar e ku li taxên Helebê qirkirinê çêdike. Şerê qirkirina Kurdan Colanî bixwe kordîne dike û vê yekê jî nîşanî cîhanê didin. Bi vî awayî hikumeta Colanî jî ber bi hilweşandinê dibin.
Wekî we jî bilêv kir ku hovîtiya li herdu taxan pêk hatî meşandin diyar e, tecrubeyên dewleta Tirk hene, ji bo wê jî, ji bo hovitiyên li wir neyên weşandin bi taybet midexale û ew hiş dane wan. Lê rexmê wê jî gelek dîmen hebûn, di weşanan de hate dîtin bê ka gel çawa kariye xwe biparêze, tene parastina hundurîn e, bi çeken navîn û ferdî xwe parastin e, lê li hemberî vê çawa bi hovane hatiye şer kirin. Yek ji mînaka van dîmenên ku mirov ji mirovatiyê şerm dike, deqek be li ser mirovahiyê ku neyê jibîrkirin ewe e ku şervana jin a ku parastina herêma xwe dike, heta dawî şer dike û piştî digihîje şehadetê ji aliye van çetên hov ve ji avahiyê tê avêtin, hûn ê ji bo vê yekê çi bêjin?
Bi rastî hîna kîjan heval e ez nizanim, ew ferîştaha azadiyê ye. Ew xwedavendek e, ez wê bi rêzdarî, bi hurmet û bi minet bi bîrtînim. Di wir da ya hate avêtin tenê ew heval nîn e, ya hate avêtin wijdana mirovahiyê ye. Yanê cihê gotin lê nemaye ye, cihê gotin lê dawî bûye ye. Ev yek ji bo jinên azadîxwaz peyam e û ji bo hemû jinên cîhanê re jî çavtirsandin e. Ji yên azadîxwaz re peyam e ku dibêje tola xwe rake, ji tevahî jinan re jî dibêje tu yê serî li ber pergala min a “Kujerê Qastîk” ranekî. Di dîrokê de dibêje ez “Kujerê Qastîk”im û ez bi vî rengî hatime û dibêje li ezman xwedê ye, li erdê dewlet e û ez jî desthilatdar im û tu yê di bin fermana min de bî. Dixwaze vê felsefe di tevahî erdnîgariyê dîsa bide serwer kirin. Lê ev yek mezin bûna wan na lê tirsa wan dide diyar kirin. Ya di wir de bi serket a rihê jina azad e, rûmeta gelê Kurd û Kurdistanê ye, ya gelê heremê ye û ya tevahî gel û jinên cîhanê ye. Bila herkes vê bizanibe ew rêhevala bi rûmet xwedavenda tevahî jinan ya azadiyê ye. Sedam Hisên bi darvekirina Leyla Qasim bi ser neket. Me dît Sedam Hisên di 1974^an de keça Kurd darve kir ku ji bo çavê jinan bitirsîne. Di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de dîsa bi navê Leyla Qasim careke din derkete pêşiya wan. Li Îranê bi darvekirina Şirîn Elemhûlî hewl dan xwe ji hilweşînê biparêzin lê îro bi mîlyonan Şirîn Elemhûlî li kolanan e. Yanê ev bi dehan caran hatine îspat kirin. Ne jî dewleta Tirk bi qetilkirina jinan, Sêvêyan, Pakîzeyan, Fatmayan û dîsa pêşenga têkoşîna azadiyê Sara, Rojbîn, Leyla, Evînan karî dawî lê bîne. Yanê ew çiqasî di van kiryarên xwe de israr dikin ewqasî em jî di têkoşîna xwe de bi biryar dibin.
Yên ku ew kiryar kirin DAÎŞ’î ne. Tola DAÎŞ’ê radikin. Ji bo vê gelên Kurdistanê, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya jinên Sûriyeyê bila vê zanibin. Li gorî destûra bingehîn yê Colanî wê jin tenê di malê de xizmetkarek be û tenê kole be. Di peymana 10’ê Adarê de jî cih nedabû wan û tola wê ji yên têkoşînê dimeşînin radike. Dibêjin hûn çavên jinan vedikin, hûn jinan zane dikin û hûn jinan dikin xwedî îrade. Tola wan radike. Jinên civaka Ereb dîtin. Li Minbîcê dîtin, jinên ku di nava saziyên demokratîk de cihên xwe digirtin, li Dêrazorê çi bi serê wan de anîn. Ev zîhniyeteke qirker a desthilata giştî ye. Ji bo vê ew hêza wan nade xuya kirin, berovajî nîşan dide bê ka çiqasî biçûk in, çiqas ji teqet ketine. Wekî bi Kurdî dibêjin, “Bê çare ne”. Vê didin diyarkirin. Bi vê awayî dixwazin tirsa xwe mezin bikin. Bila vê yekê bizanibin. Ew ê tu carî nikaribin li pêşiya azadiya jinan bibin asteng. Ev zîhniyeta bi hezaran salan jinan ditepisîne. Jin êdî bi fikir û felsefe bûne rêxistin, bûne hêza parastinê. Divê hemû jin ji bûyera li Helebê encam derxin û parastina xwe mezin bikin. Parastina cewherî xurt bikin. Rêxistinbûna xwe xurt bikin. Yekîtiya xwe xurt bikin. Û xwe çalak bikin, xwe bi siyasî bikin. Divê zanibin parastina xwe bikin. Tu zindî bê parastin nabe. Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê parastina xwe û gelê xwe kirin. Tenê çekên ferdî di destê wan de hebûn. Ji bo gelê xwe biparêzin ew berxwedana bi rûmet hilbijartin. Ji bo vê parastin beriya tiştî ji bo jinan pêwîst e. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahiya cîhanê pêwîst e. Ji Venezuelayê bigire heta Ukrayna, Filistînê. Di hemû şeran de kî derban dixwin? Jin dixwin. Bi mîlyonan jin di bin qirkirinê de ne. Ji bo vê jî yê ku ev fikir û felsefeya pêş xist a Rêber Apo ye. Ji bo wê dixwazin tolê ji me rakin. Yê ku pêşengiya vê bi bîrdozî, pergal, rêxistin, hêz û hwd. dike Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ye. Ji bo wê ewqasî bi hovane bi ser de tên û dixwazin bitepisînin. Wê tu carî nikarin encam bigirin. Encama wê ya hêza berxwedêr û serhildêr e. Ev ji dîrokê daye îspatkirin.
We beriya niha di nirxandinên xwe de ji bo gotinên Bahçelî diyar kir. Niha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê meşandin. Lê li kêleka wê ev êrîş hene. Rêbertî timî bal dişîne ser mijaran û dibêje dibe ku darbe çêbibin. Yanî qala mekanîka darbeyê dike. Dema ku em li vê êrîşê dinêrin em dikarin bibêjin ku ev êrîş êrîşeke li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Yanî wekî mudaleyeke li hemberî wê ye?
Heverokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wekî tevgera me derbarê vê yekê de daxuyaniyeke girîng da. Ev daxuyaniyeke heftane an jî rojane nebû. Pir girîng e. Divê baş were fêmkirin û were zanîn. Di wê daxuyaniyê de jî heye, ne tenê em, tevahî cîhan û kesên pê re eleqedar in û bala wan dikşîne û dixwazin aramiya herêmê bê misogerkiri, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê xwişk û biratî çêbibe, aştî û wekhevî çêbibe, êrîşa li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê wekî êrîşa li ser pêvajoyê dîtin. Yanî kes nikare vê ji hev qut bike. Yê ku vê êrîşê dike, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê muxatabê pêvajoyê ye. Ji bon wê tu nikarî wê ji hev qut bikî. Bixwe jî vêya dibêje. Bi dehan caran hişyariya Tevgera me çêbûn. Ji hev cûda girtina dest daxwaza me bû. Pirsgirkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêka wan e. Di gelek bernameyên me çêkirine bi xwe min jî gelek caran gotiye, dewleta Tirk bila destê xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikşîne. Heke destê xwe jê bikşanda ev tişt ewqasî pêş nediket. Em vê baş dizanin. Tê bêjî em ê li Bakurê Kurdistanê pêvajoyekê pêk bînin, lê em ê we li vir jî qetil bikin! Wekî ku henekê xwe bi aqilê Kurdan dikin. Yanî dixwazin ji xwe re wisa bibêjin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk eynî wekî Peymana 10’ê Adarê kî çi jê fêm dike ye.
27’ê Sibata 2025’an de Rêber Apo banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Em li ser vê bangê, li ser vê dirûşmê, li ser vê perspektîfê tevdigerin. Pêngavên ku me pêşxistine li ser vê ye. Lê ew çi navî lê dikin? Dibêjin “Tirkiyeya bê teror û herêma bê teror”. Peymana 10’ê Adarê jî wisa ye.. Lê tîne vir û dixwaze bibêje “Peyman tenê teslîmbûn e”. Ji bona wê di daxuyaniya Hevserokatiya KCK’ê de jî wekî helwesta Tevgera me hebû. Daxuyaniyeke pir girîng e. Ev gumanên mezin bi me re dide avakirin. Ev me dixe nava lêhûrbûnên cûda. Gelo ji niha ve amadekariyeke mezin tê kirin? Bi gotinan dibêjin Kurd û Tirk xwişk-bira ne. Xwîna wan yek e. Dixwazin raya giştî bixapînin. Lê kiryarên wan ev e. Sibê jî di bin navê tiştên din de êrîşan pêş bixînin. Mesela li Meclisê komîsyonek avakirin. Me êrênî dît. Komîsyon hinek kar û xebat kir. Lê beriya komîsyonê me weke Tevgera Azadiyê gavên stratejîk û dîrokî avêtin. Bê teredut me hemû erkên xwe bê kêmanî bi cih anî. 27’ê Sibatê bang hat kirin, me 1’ê Adarê agirbest îlan kir. Me xwest ku pêvajo pêş bikeve. Me agirbest îlan kir, hişt ku peymana 10’ê Adarê pêş bikeve. Lê nehiştin ku nefesê bistîne. Me dîsa erkên xwe pêk anî. Me Kongre çêkir. PKK’ê xwe fesix kir. Bi pêşengiya Hevseroka me ya KCK’ê re çek hatin şewitandin. Me qismek hêzên xwe li herêmên ku metirsiya pevçûnê lê hene paşve kişandin. Em dubare van pêngavan tînin bîra her kesî. 3 salan nikarîbûn gav bavêjin Zapê. Ji teknîkê zêdetir, berxwedana Zapê pêş ket. Ji bo pêvajo pêş bikeve me hêzên xwe ji Zapê kişandin. Wan çi pêngav pêş xistin. Pêngavên pêşxistin, Heleb e. Pêngavek nîne. Hîn jî şert û mercên Rêber Apo weke xwe ne. Derfet çêkiribana, Rêber Apo di dewrê de bûya, peyamên xwe bidana û hevdîtin çêbikirana. Heta peyamên xwe vekirî bigihanda rêveberiya Sûrî û rêveberiya xweser û nîqaşên xwe bikirana, wê ev pêvajo (êrîş) pêş nediketin. Madem hevpar dike û bi wir ve girê dide tê ewilî pêşiya mîmarê pêvajoyê Rêber Apo vekî. Bahçelî di civîna koma de xwe axivî. Salek berê jî di axaftina xwe gotibû bila were meclisê biaxive. Em vê timî bînin bîra her kesî. Heta gotibû heke tiştên dibêje pêk werin bila mafê hêviyê pêk were û li koma DEM’ê biaxive. Îro jî dibêje bila Kurd bên qetilkirin û tu kes dengê xwe dernexe. Dibêje dengê xwe dernexin, neaxivin. Bila hemû çapemeniya wan a şerê taybet biaxive, lê em li we bixin jî neaxivin. Li gorî min biaxivin, weke min biaxivin. Mesele di vir de ye.
Pêvajo helbet darbe dixwe. Bi vî rengî darbe dixwe. Li şûna ku êşan kêm bikin, li şûna ku zêdetir baweriyê ava bikin, baweriyê bi hev re bînin, ev kiryarane dikin. Jixwe prisgirêka herî mezin bêbawerî ye. Bi çavên xwe dibîne. Ma wê baweriya kê pê were. Wê her tiştî li ser keçên Kurdan bikin, wan di avahiyan de bavêjin, tê rabe bibêje ew e. Helbet darbeye ev. Rêber Apo bal kişand ser vê. Got, “Darbe wekî Habîtûs e, timî xwe diafirîne”. Darbe tenê leşker biçe dest deyne ser tiştekî nîne. Xerakirina pêvajoyê ye. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket dewrê wê sibê li cihekî din têkeve dewrê. Ji bon vê hişyariya Tevgera me girîng e. Divê ziman bê guhertin. Divê hesasiyet bê nîşandan. Divê bê teredut şert û mercên Rêber Apo demildest bê sererastkirin. Heke bi rastî jî di pêvajoyê de samîmî ne û durist in; divê vê bikin. Anha komîsyon raporekê amade dike. Gumanên me hene. Zimanên ku tên bikaranîn hene. Raporên her partiyan nêrînên wan dide diyarkirin. Lê pirsgirkek mezin li pêşiya Tirkiyeyê heye. Pirsgirêkek ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin heye. Mafên Kurdan ên demokratîk hene. Mafên Kurdan ên hiqûqî hene. Kurdên ku li derveyî hiqûqê hatiye hiştin divê beşdarî hiqûqa gerdûnî bibe, hiqûqa çareseriyê bibe. Heke Kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê de cihê bigirtana îro ev tişt çênedibûn. Divê Kurd têkevin nava destûra bingehîn, nava hiqûqê. Divê mafê wî yê siyaseta demokratîk bê dayîn. Divê qanûnên bên derxistin, qanûnên tevahî yên azadiyê bin. Divê qanûnên ku hebûn û nasnameya Kurdan biparêzin bin. Ne yên teslîmkariyên bin. Gumanên me di vir de heye. Em nizanin bê ew çi nîqaş dikin. Em di zimanên çapmeniya wan de dibînin. Beriya ku tiştekî bikin çapemeniya şerê taybet wê diweşîne.
Pîvan diyar e. Yek; şert û mercên Rêber Apo ne. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û mafê gelê Kurd ê azadiyê ye. Ger bi vî rengî be û xwe ji gemgeşiya derve dûr bixîne, hîn zêdetir bi berpirsyar tevbigerin wê çaxê Tevgera Azadiya Kurd bi pêşengiya Rêber Apo di noqteya banga 27’ê Sibatê de ye.
Lê tiştekî wisa nîne ku ew ê her tiştê bikin û em ê di vê nuqteyê de bin. Bila her kes vê jî bizanibe. Niha tiştê ku tê xuya kirin ew e ku heta niha pêngavên ku hatine pêşxistin, zêde pêngaveke ku gelê Kurd razî bike nîne. Pêşketina çareseriyeke tenê li ser vê pir zehmet e. Encex pêngavên têne xwestin, pêngavên demokratîktir, pêngavên qanûnîtir, pêngavên hê zêdetir pêşiya pêvajoyê vedike bêne aêvtin û di serî de zimanê xwe rast bikin û hurmet li îradeya gelê Kurd re bigrin. Rencîde nekin. Her tiştê bêjî, heqeretê bikî, yê dike jî ne tenê çapameniyê ye, rayedarê te ye, wezîrê karên derve ye, wezîrê te yê parastinê ye. Tu heqeretê bikî û ji gelê Kurd re jî bêjî pêvajo dimeşe. Divê dev ji van tiştan berdin. Me hişyarî daye, hişyariya me berdewam e.
Ez dixwazim pirsa xwe dawî wiha dawî bikim. Niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildaneke mezin a gelan heye. Bi taybet gelê Kurd bi xwe jî di nava vê serhildanê de ye. Gelemperî li ser her êrîşên li ser Kurdan û gelan tên meşandin, divê gel xwedî têkoşîneke çawa be. Bi taybet di vê demê de girîngiya yekîtiya neteweyî çi ye?
Nêzîkî 20 roj in Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji pêvajoyeke şoreşê derbas dibe. Jixwe çend roj in qet agahî jê nayê girtin. Bi qasî ku em di çapemeniyê de dişopînin, nûçeyên pir cuda cuda tên. Behsa bi hezaran kuştiyan, şehîdan dikin. Behsa bi deh hezaran girtiyan dikin. Behsa qirkirin û komkujiyan dikin. Ji ber ku agahî ji nayê girtin, gumaneke mezin dide avakirin. Çima ev têne kirin? Tiştê ku heta niha me gotî, dewleta Tirk bi taybetî Sûrî û tevahî herêmê, li Îranê jî ev yek êdî diyar bûye ku bi vê desthilatdarî û zîhniyetê ji pirsgirêkê civakê re nabin bersiv. Tundî, darvekirin, qetilkirin, li derdora xwe avakirina hêzên cuda û şerên cuda pêşxistinê, xizanîkirina gel, di rojekî de wê teqandinên wisa bi xwe re derxe. Heta neyê ser her rejîmekî, ji yên din jî ji xwe re encaman dernaxin. Yanî heta niha kijan hêz an jî dewlete despot, olîgarşîk, bi hemû awayê nîjadperest û qirker kariye xwe demdirêj bidomîne? Roj hatiye êdî şikandineke mezin hatiye jiyankirin. Siyaseta gelê Îranê jî heye, her tim ji bo ku demokratîkbûn tê de bê çêkirin û ji bo mafê gelan, yekîtiya gelan, berjewendiyên gelan guhertin û veguhertinê ku bêne çêkirin, gelek caran daxuyanî dan, têkoşîn kirin û hîna jî berdewam dikin. Lê hemûya guhê xwe girtin û wekî xwe dayîna meşandin, têre nake. Niha jî ger nûçeyên ku têne gotin rast bin, tiştekî din nebe jî wê rejîm çawa bi wê civakê re carekî din desthilatdariya xwe bide meşandin? Bi hezaran kesan qetil dike û piştre bêje ezê desthilatdar bibim li ser te!
Divê ev desthilatdar xwe lêpirsîn bikin. Eger bi milyonan kes, li hemû eyaletan, li hemû bajaran, bajarokan, hemû gelê Îranî, Fars, Azerî, Belûc, Kurd, ji hemû pêkhateyên civakê, karker, gundî, rewşenbîr, xwendevan, her kes dadikevin kolanan û hemû jî ketine bin bandora hêzên derve, vê çaxê tu çawa bidî meşandin? Yanî madem hemû civaka te niha bi hêzên derve re hatine girêdan, vê çaxê te rewabûna xwe winda kiriye. Ev hişyariyên wisa gelek car hatine dayîn. Li Îranê di sala 2022’an de bi qetilkirina Jîna Emînî re hişyariya jinan çêbû, serhildanên jinan çêbûn. Piştî vê çi pêş ket? Heta niha jî rojane yên ku beşdarî van protestoyan bûne, têne darvekirin. Gavek neavêt, guhertînek çênekir. Sedema vî bû bingehek ku di gel de xizaniyê ava dike. Xizaniyek mezin ava dike, civak êdî nikare dabara xwe bike. Wekî nêrandina xwe dibêjim; ti carê heta niha ti hêzekî ti welatekî bi mudaxaleya derve re guhertina wê derê re em ne pêre ne. Em Tevgereke demokratîk, sosyalîst, şoreşger in. Bi milyonan gelê Kurd û dostên wê li Îranê jiyan dikin. Têkoşîna demokrasiyê didin, têkoşîna azadiyê didin, têkoşîna wekheviyê didin. Ti carî zimaneke têkbirin û şikandinê jî bikar nanîn. Lê bi vî despotîzmê çênabe. Divê Îranê guh bide van daxwazan. Divê tavile guhertinên pêwîst bikiriba. Eger neke wê gel gotina xwe ya dawî bêje. Ji bo na vî bi geşedanên li Îranê pêşdikevin re, gelê Kurdistan li wê derê bi xeteriyên mezin re rû bi rû ye. Ji ber ku em dizanin siyaseteke dijberê Kurd tê birêxistinkirin. Siyaseteke qirkirinê ya dijberê Kurd bi taybetî di herêmê de tê rêxistinkirin. Partiyê Kurd li Îranê daxuyaniya xwe dane çapemeniyê, me di çapemeniyê de şopand, em tam nizanin asta wê jî çi ye. Dixwazin di wê qadê de gelê xwe zêdetir rêxistin bikin û bibin xwedî gotin. Ev girîng e. Divê tevahî gelê Kurdistanê, li derveyî welat û li welat, ji zindanan heta hemû qadan di vê pêvajoyê de hişyar be. Êrîşê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dîsa pêvajoya ku li bakurê Kurdistanê tê meşandin, dîsa raperîna li Îran û rojhilatê Kurdistanê hem ji bo gelê Kurdistanê û hem jî ji bo tevahî gelan, ji bo jinan, ji bo ku êdî bikaribin bibin xwedî mafê xwe, derfetên mezin hene. Lê ewqas jî xeteriyên wê hene. Ger gelê Kurd, dostên wan û tevahî kesên li ser xeta azadiyê xwe baş rêxistin nekin, xwe bi yek helwest nekin, xwe bi yek gotin nekin, xwe bi yek çalakî nekin, xeteriyên mezin hene. Li ser gelê Kurd heye, em vê hişyariyê ji bo gelê Kurd didin. Helwesta gelê Kurd li dijî komkujiya Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê ku hîna jî dewam dike, di lutkeya jor de derket. Em pîroz dikin û silav dikin. Lê divê tenê li vir nemîne, divê ev helwest veguhere rêxistinbûneke netewî, helwestekî netewî, parastineke netewî, dîplomasiyekî netewî. Hinek tişt kêfxweşiyê didin me, dîsa hinek tişt me dixin nava gumanan. Gelê başûrê Kurdistanê wekî tim ji gel re gotineke ku mirov bêje ji xeynê rûmetê tiştek din nîne, em rêzê jê re digrin. Ji ber ku gelekî ku pir êş xwarin e. Enfal jiyankiriye, Helebçe jiyankiriye. Xwedî li van herêman derketin. Siyasetmedarên başûrê Kurdistanê gotina xwe kirin. Lê tîştekî balkêş e, yê ku li Eşrefiyê qirkirin pêk anî Colanî dema ku spasiya yên ku piştgiriyê wî kirine kir, partiyeke siyasî serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî di nav de bû. Wê demê divê îzahata wê bike. Wekî jinek, wekî şervanek, wekî mîlîtanek dipirsim, çima yê ku qirkirinê dike spasiya wî dike? Ez vê bi navê xwe dibêjim û ez bang dikim; divê îzaheta vê bê kirin. Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ji Kurdan hate xalî kirin, paqijiyekî etnîkî kirin. Dema daxuyanî da hemû gelê Kurd pê kêfxweş bûn. Lê bi vê spasiyê gelê Kurd çi jiyan kir? Ev tê çi wateyê? Ez naxwazim niha tîştên cuda bêjim. Di wir de tîştên cuda tîne bîra mirov. Plan û proje têne kirin. Divê ev jî bêne zanîn. Ji bo ku kesek nebe xwedî vê gunehê û rast siyaseta berjewendiya gelê Kurd bike, siyaseta demokratîk bike, wê çaxê divê dev ji berjewendiyên partîbûnê berde. Divê yekîtiya gelê Kurd û berjewendiyê wê li tevahî Kurdistanê esas bigre. Ev di serî de ji bo gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî derbasdar e.
Ji bo carekî din peymana Lozanê, peymanên Cezayirê û peymanên cuda li ser Kurdan çênebin, siyaseta Kurd divê bikeve nava lîv û tevgereke. Divê her kes bizanibe ku ev pêvajo pêvajoyeke ewqas xeternak e ku divê yan bi ser bikeve yan jî bi ser bikeve. Yê din tevahî qirkirin, jênosîd û têkçûn e, naşibe ti deman. Em di vê warî de jî hişyariyê dikin, em bang li tevahî gelê xwe dikin; Berxwedana Şêxmeqsûdê, şehîdên li wê derê ku rûmeta tevahî gelê Kurdistanê û mirovahiyê parastine, banga wan ji bo me tevan yekîtî û hevgirtin e, ne hêstirê çavan, qederekî mezin û êş e. Ez tim dibêjim û bawer jî dikim, êşên mezin dikare bibe bingeha derketinên mezin. Erê, em pê êşiyan, dostên gelê me pê êşiyan, jin êşiyan, lê ji bo ku carekî din Şêxmeqsûd û Eşrefiyê neyên jiyankirin, tiştên ku bi çalakiyê bên kirin werin meşandin. Êdî ji dema gotinê zêdetir dema kirinê ye, têkbirina lîstokên dijmin e.

