Parlamentera Mêrdînê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz bûyerên dawî nirxand û anî ziman ku pêvajoya heyî ne tenê şerekî herêmî ye lê şerekî piralî yê navbera sîstema kapîtalîst û modernîteya demokratîk e. Aydenîz diyar kir ku krîzên piralî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê kûr bûn veguherî krîzeke sîstemê û got, “Ev krîza sîstemê ji bo xwe li ser piyan bigire şer, komkujî û faşîzmê li ser îradeya jiyana bi hev re ferz dike.”
‘PARADÎGMA HEDEF TÊ GIRTIN’
Aydenîz işaret bi potansiyela civakîbûna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê kir ku gelê Kurd bi gelan re li Sûriyeyê afirandin û anî ziman ku vê rewşê desthiltdarî aciz kiriye. Aydenîz got, “Vê paradîgmayê nîşan da ku dikare sîstema netewe-dewletê ya faşîst têk bibe. Bûyerên ku niha li Sûriyeyê diqewimin li dijî civakîbûnê hewldana jinûve avakirina desthilatdariyê ye. Ev yek bi rengekî eşkere şerekî desthilatdariyê ye.”
‘DIXWAZIN HÊVIYA KU GELÊ KURD AFIRANDIYE TINE BIKIN’
Aydenîz diyar kir ku têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê ne tenê parastin, lê di heman demê de têkoşîneke mirovahiyê ye û got, “Kurdan li dijî DAÎŞ’ê bi navê mirovahiyê têkoşînek meşandin. Vê têkoşînê li cîhanê hêviyeke xurt afirand ku li hemberî faşîzmê demokrasî dikare bê avakirin. Ya ku îro li Sûriyeyê tinebûn lê tê ferzkirin ev hêvî ye. Ji bo Kurd li ser xaka xwe sîstema xwe ava nekin têne astengkirin û avaniya demografîk tê guhertin. Li hemû herêmên ku Kurd lê ne polîtîkaya hiştina bê Kurdan tê ferzkirin.”
Aydenîz bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Di vir de Tirkiye bi roleke cidî radibe. Hikumeta AKP’ê û dewlet di çarçoveya armancên xwe yên Osmanî de bi rêya çeteyên xwe hewl dide qadeke fîlî ava bike û sînorên xwe berfireh bike. Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin nîşaneya vê polîtîkayê ye.”
‘EM ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK DIPARÊZIN’
Aydenîz qala pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Tirkiyeyê jî kir û diyar kir ku ev pêvajo weke projeyeke dewletê tê dîtin û got, “Desthilatdarî û rayedarên dewletê bi rengekî eşkere dibêjin ku ev proje projeyeke dewletê ye. Lê belê çareseriya ku dixwazin ferz bikin, kêmkirina destketiyên têkoşîna gelê Kurd a sed salên dawî ye, helandina van destketiyan li nava sîstema dewletê ye.”
Aydenîz destnîşan kir ku ew di entegrasyona demokratîk de israr dikin, perspektîfa Rêber Apo jî di vê çarçoveyê de ye û got, “Em entegrasyona demokratîk diparêzin. Lê belê tişta ku dewlet ji entegrasyonê fêhm dike asîmîlasyon e; helandina nasnameya Kurd li nava sîstema hiqûqî û siyasî ya Tirkiyeyê ye. Ev hewldan ji bo wê yekê ye ku hêza Kurdan a li dora maseya muzakereyê daxîne asta herî kêm.”
‘HEWL DIDIN KU LI SER SÛRIYEYÊ PRESTÎJÊ BI DEST BIXIN’
Aydenîz ragihand ku hin derdor hewl didin pêvajoyê sabote bikin, ew bawer in ku li gel vê yekê jî nêta dewletê ya ji bo bidawîkirina pêvajoyê nîne û got, “Eşkere ye ku hewl didin Kurdan di pozîsyona herî lawaz de tevlî pêvajoyê bikin û tişta dixwazin ferz bikin, bi Kurdan bidin qebûlkirin. Tirkiye dixwaze bi rêya Sûriyeyê prestîja xwe ya li Rojhilata Navîn winda kiriye ji nû ve bi dest bixe. Lê belê di sedsala 21’ê de Tirkiye wê li herêmê jinûve nebe hêzeke diyarker. Li gel vê yekê jî rol ji Tirkiyeyê re tê dayin ku bi rêya lawazkirina Kurdan gardiyaniyê bike.”
‘HEWLDANA LAWAZKIRINA KURDAN ÇARESERÎ NÎNE, BÊÇARESERÎ YE’
Aydenîz diyar kir ku li şûna daxwazên gelê Kurd û gelên din ên bi hev re dijîn, çareseriyeke xwe dispêre netewe dewletê tê ferzkirin û got, “Ev çareserî nîne. Ev neçareserî ye, kûrkirina kaosê ye û astengiya herî mezin a li pêşiya pêşketina demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn e.”
Aydenîz herî dawî destnîşan kir ku ev polîtîka li ser paşeroja Tirkiyeyê jî metirsî ye û got, “Her hewldaneke ji bo lawazkirina Kurdan di heman demê de lawazkirina Tirkiyeyê ye. Tirkiyeyeke lawaz tê wateya Tirkiyeyeke welê ku ji aliyê hêzên hegemonîk ve bi hêsanî dikare bê bikaranîn. Ev nêzîkatî çareserî nîne, israra di neçareseriyê de ye.”

