Li Wanê qeyûm û şîrketên nêzîkî AKP’ê, talankirin û dizîya gel didomînin. Tevî ku qeyûman bi milyonan lîre deynê ceyranê heye jî VEDAŞ li hemberî vê yekê tu gavan navêje û deynê xwe nastîne lê belê bi fatûreyên pir zêde gelê bajar talan dike û dişelîne.
VEDAŞ’ê li navenda Wanê û navçeyên wê, saetên ceyranê yên li hundirê malan kişand li ser stûnên ceyranê yên derve. VEDAŞ a ku saetên ceyranê bi pergala navendî dixwîne, fatûreyên pir zêde ji gel re derdixîne. Ji ber ku saetên ceyranê li derve li ser stûnên ceyranê ne, welatî nikarin bizanibin bê ka çi qas ceyran xerc kirine û ji gel re her meh farûreyên pir zêde tên.
‘JI BO KU BI REHETÎ DIZÎYÊ BIKIN, EM JI KAR AVÊTIN’
Karkerê ku nêzî 13 salan di şîrketa VEDAŞ’ê de xebitî û meha borî ji kar hate avêtin, derbarê bûyerê de wiha axivî: “Bi salan e ez di vê şîrketê de dixebitim. Beriya niha saetên ceyranê derxistin li ser stûnên bilind. Dema ku saetên ceyranê li hundirê malan bûn, welatiyan dizanî bê ka wan çi qas xerc kiriye. Hesaba xwe li gorî wê dikirin. Dema ku ji welatiyan re fatûreyeke zêde dihat, dikarîn jimareyên li ser saetên ceyranê bigirin, gilî bike û mafên xwe biparêzin. VEDAŞ ji bo ku pêşî li vê yekê bigire û bi rehetî diziyê bike, saetên ceyranê derxist li ser stûnên derve yên bilind. Welatî êdî nizane bê ka çi qas ceyran xerc kiriye. Heya ku carnan ji kesên ku ceyranê bikar naynin jî fatûreyên ceyranê tên. Beriya niha jî gelek hevalên me yên ku li hemberî vê dizîyê nerazîbûnên xwe nîşan dabûn, ji kar hatin avêtin. Me jî carna ji rêveberiya VEDAŞ’ê re digot ku em ji vê dizîyê aciz in. Meha borî bêyî ku ji me re tiştekî bibêjin, em ji karê me avêtin. Kesên ji Trabzonê anîn li şûna me. Ew ê bi wan re rehettir û zêdetir diziyê bikin.”
Beriya niha jî ji aliyê AKP’ê û qeyûman ji gelek bajarên weke Trabzon, Yozgat û Çorûmê mirovên li nêzî xwe anîn û li saziyên Wanê hatin bicihkirin. Bi sedan karkerên ku di Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) de ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ye û di saziyên din ên girêdayî şaredariyê de dixebitîn, ji kar hatin avêtin û li şûna van kesên ji bajarên Tirkiyeyê hatin bicihkirin.