Di dema ku êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî a bi piştgiriya dewleta Tirk ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin de, rexneyên ji raya giştî ya navneteweyî jî zêde dibin. Parêzer Ezio Menzione, yek ji parêzerên pêşeng ên Îtalyayê û parêzvanê mafên mirovan e, di nirxandina xwe ya ji bo ANF’ê de destnîşan kir ku êrîşên li herêmê ne tenê leşkerî ne, armanca wan tasfiyeya siyasî, demografîk û civakî ye.
Menzione bal kişand ser êrîşên li ser Elewî û Dûrziyan û bertekên cidî nîşan nedana di asta navnetewî de, wek cesaret dayîna hikûmeta demkî ku êrîşên nû li ser Kurdan bike. Û got ku êrîşên li taxa Kurdan a Helebê û herêmên rêveberiya xweser, nîşan didin ku armanca van operasyonan ne leşkerî ye, guhertina avahiya demografîk e.
Menzione wiha got: “Armancgirtina rasterast a sivîlan, bombebarana warên niştecîh û wêrankirina sîstematîk a cihên jiyanê, nîşana eşkere ya siyaseta valakirina van herêman û koçberkirina bi zorê ya gel e.”
‘EL ŞARA TENÊ QUQLA YE, HÊZA ESASÎ TIRKIYE YE’
Menzione hêzên li pişt êrîşan nirxandin û got ku El-Şara yê serokê rêveberiya demkî a Şamê tenê vitrîn û quqle ye û wiha dewam kir: “El-Şara tenê quqle ye. Du aktorên mezin hene: Tirkiye û DYA. DYA tu carî ne hevalbendê rastîn ê Kurdan bûye. Di dema têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de jî ev hevkarî ne pêbawer bû. Îro em dibînin ku ev rûpoş bi temamî ketiye.”
‘MODELEKÊ KU BIBE MÎNAK, WEKÎ METIRSÎ TÊ DÎTÎN’
Menzione destnîşan kir ku Tirkiye mîmarê esasî yê êrîşan e û rêveberiya xweser a Rojava wekî metirsiyeke hebûnî dibîne. Û got ku rêveberiya xweser a Rojava ji aliyê Tirkiye û hikûmeta demkî ve ne tenê wekî metirsiyeke leşkerî, wekî metirsiyeke bîrdozîk jî tê dîtin û wiha nirxand: “Modela Rojava li ser wekheviya jin-mêr, wekheviya etnîkî û olî, demokrasiya herêmî û rêveberiya xwecihî ava bûye. Ev ji bo Kurdên li Tirkiyeyê û gelên herêmê mînakeke bi hêz e. Ji bo Tirkiyeyê metirsiya esasî ev e. Ji ber vê yekê armanc ew e ku ezmûna li Rojava bê tunekirin.”
‘JI ALIYÊ HIQÛQA NAVNETEWÎ VE NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Menzione bibîr xist ku avahiya li Rojava ne dewleteke serbixwe ye, tenê rêveberiyeke xweser e, Êrîşên li ser wê ji aliyê hiqûqa navnetewî ve nayên qebûlkirin. Û got: “Ev avahî ne serbixwe ye, tenê xweser e. Modelek e ku armanc dike têkiliyeke federalî bi rêveberiya navendî re ava bike. Jixwe li hember vê yekê jî tahamûl naye kirin. Ev rewş ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve nayê fêmkirin.”
Parêzer Menzione diyar kir ku êrîşên Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî li hember peymanên heyî, nîşan dide ku hebûna hêzên navnetewî li pişt vê yekê ye û wiha got: “Niha dibêjin ku hêzên leşkerî yên Rojava dê bikevin nav artêşa Sûriyeyê. Kesî bawer nake. Bi quqleyekê wekî Şara re peymaneke wiha ne gengaz e. Şara tam berevajiyê ezmûna Rojava ye. Qebûlkirina Kurdan tê wateya qebûlkirina vê modelê; ez bawer nakim ew wisa bikin.”
‘SÛCÊ HERÎ GIRAN Ê SERDEMA MODERN TÊ KIRIN’
Menzione bal kişand ku di van êrîşan de hiqûqa navnetewî li ber çavên cîhanê bi temamî tê binpêkirin û got ku li Sûriyeyê li dijî Kurdan sûcên herî giran a sedsala modern tê kirin. Menzîone wiha domand: “Di van êrîşan de sûcê herî giran koçberkirina bi zorê ya gel e. Kuştin û wêrankirin sûcên mezin in. Lê sûcê herî mezin ew e ku gel bi zorê ji cihê xwe tê derxistin. Gelên kevnar bêmal, bêerd têne hiştin; di kampan de, li ba xizmên xwe, di nîvê zivistanê de li ber hewaya vekirî têne mehkûmkirin. Ev yek ji sûcên herî giran ên sedsala modern e. Tam a li Helebê û îro li herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn ev e. Koçberkirin, li vir û li gelek deverên din ên cîhanê, sûcê sereke yê kesên ku şer dixwazin û vîzyoneke cuda li ser cîhanê ferz dikin bûye.”
‘BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWÎ HEVKARIYA SÛCÊ YE’
Menzione bêdengiya Ewropa û cîhana Rojava bi gotinên tund rexne kir û got ku ev yek berpirsiyariyeke cuda diafirîne. Menzione got: “Berpirsiyariyeke din a van êrîşan jî ya hikûmetên ku dixwazin ezmûna azad a Rojava bê tepisandin û tunekirin e û li hember vê yekê tiştekî nabêjin, yanî bêdeng dimînin. Dema ku Xaze tê gotin, bi zexta raya giştî neçar dimînin ku biaxivin. Lê yên li Rojava di bêdengiyê de tên derbaskirin. Wekî ku yên li Rojava di nava nedîtî de tên jiyîn. Ev bêdengî rasterast hevkarîya sûcê ye.”
‘ÊRÎŞ JI BO EWROPAYÊ JÎ METIRSÎYEKE MEZIN IN’
Menzione bal kişand ser îhtîmala serbestberdana deh hezaran DAÎŞ’iyên li herêmê û got ku ev yek ji bo ewlehiya cîhanî metirsiyeke mezin e. Menzione got: “Ev rewş ji bo Tirkiyeyê ne metirsî ye; ji ber ku Tirkiye gelek salan piştgirî da DAÎŞ’ê. Çek û cebilxane yên ji bo DAÎŞ’ê di rêya Tirkiyeyê re çûn. Niha jî dixwazin ev kes bên serbestberdan. Serbestberdana deh hezar DAÎŞ’iyan ji bo Ewropayê jî metirsiyeke pir mezin e.”
‘TÊGIHÎŞTINA GELÊ ROJAVA HÊZA WAN A HERÎ MEZIN E’
Tevî tabloya giran a ji ber êrîşan derketiye holê jî, parêzer Menzione got ku ew bi berxwedan û hişmendiya siyasî ya gelê Rojava bawer e û di dawiyê de wiha got: “Gelê Rojava li cîhanê ezmûneke civakî ya kêm tê dîtîn ava kiriye. Ev hişmendî û rêxistinbûn hêza wan a herî mezin e. Ez bawer im ku ew ê li hember van êrîşan jî heman berxwedanê nîşan bidin. Kesên ku kapasîteyeke wiha nîşan dane, ez pê bawerim ku hê jî li hember van êrîşên dagirkeriyê xwedî hêz û berxwedan in. Ya ku li ser me dikeve ew e ku em li hember vê berxwedanê di her warî de xwedî derkevin, piştgiriyê bidin û Rojava biparêzin.”

