Seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê her ku diçe bi tevlîbûna hemû azadîxwaz û pêkhateyên cûda dewam dike. Bi taybet li Başûr gel li ser piyane û ji bo Rojava di nava liv û tevgerê dene.
Divê çarçoveyê de ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, kampanyayek alîkariyê hatiye destpê kirin.
Mesîhiyên li gundê Hermote yê ser bi Koye, tevlî kampanyayê bûn û dest bi komkirina alîkariyan kirin.

