Platforma Saziyên Demomratîk, tekildarî êrîşên HTŞ, DAÎŞ, SMO û komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê yên ser Rojava, li navçeya Girêsor a Rihayê meş li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên giredayî platformê tevlî meşê bûn.
Girseya li parqeke navçeyê kom bûn û li wir heta ber deriyê avahiya DEM Partî ya navçeya Girêsor meşiya. Di çalakiyê de pankarta “Bijî xwişk-biratiya gelan” û “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyeyê” hat vêkirin. Her wiha gelek kes di meşe de dovîzên li ser, “Yan kefenekî sor an jiyaneke azad” û “Rojava rûmeta me ye” dinîvîsand rakirin. Di daxuyaniyê de gelek caran “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilatê Kurdistan yek Welat e”, “Yek yek e gelê Kurd yek”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan azadî” hatin berzkirin.
Piştî meşê, li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de ewilî hevseroka Rihayê ya DEM Partî Ayşe Surucu axivî. Ayşe Surucu berxwedana Rojava silav kir û got ku heta dawiyê ew ê ji bo Rojava piştgiriyê bikin.
Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî destnîşan kir ku li dijî êrîşan li her derê gelê Kurd di çalakiyê de ne û wiha got: “Heta niha li Rojava hemû gel û bawerî li ser paradîgmaya azadiya jinê dijîn. Ya ku ne li gor mutabakata 10’ê Adarê tevdigerin HTŞ û yên piştgiriyê didin wan in. Sînor nekare berxwedana me rawestînê. Li Başur û Bakur gel li ser pêyan e. Em bang li dewletê dikin; cihê ku hûn lê disekinin şaş e. Cihek hûn bisekinin ne HTŞ ye, li rex serkêftina gelê Kurd e. Gundên Kobanê hatinê dorpêçkirin. Dixwazin Kurd têk biçin. Lê Kurd têk neçûn û dê têkneçin. Em li dijî êrîşan dibêjin Rojava ne tenê ye û bijî berxwedana Rojava. Polîsên li vir pêşiya gelê Kurd digirin, çima pêşiya HTŞ’ê nagirin. Çima deriyê sînor venakin. Qey li bendê ne ku behtir zarok bimirin.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê taybet ê li dijî paradîgmaya Rêber Apo û wiha pê dê çû: “Êrîşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dikin. Dixwazin bê îtîbar bikin. Lê nikarin. Pergala Rojava ji bo hemû Rojhilata Navîn çareseriyek bû. Ji bo wê jî em dibêjin parastina paradîgmaya birêz Ocalan weke deyne stuyê xwe dibînin. Kurd dev jî azadiya xwe, aştî û demokrasiyê û Rêbertiya xwe bernadin. Bila Tirkiye berê xwe bide banga 27’ê Sibatê. Bila berê xwe bidin birêz Ocalan. We dev jî muzakereyê berdaye ne birêz Ocalan e dewlet bixwe ye. Berê xwe bidin çareseriya demokratîk. Piştî vê seatê dev jî vê yekê bernedin. Em ê aştî û azadiyê li Rojava mezin bikin. Yek yek yek e gelê Kurd yek e.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

