Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku 5 girtî di bin îşkenceyê de li girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Ev binpêkirina aşkera ya mafên mirovan e.
SOHRˊê diyar kir ku 4 kes ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne, piştî di bûyerên 26ˊê Çilyê li her du taxan de hatin girtin, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.
SOHRˊê destnîşan kir ku girtiyê din jî Elewî ye, di 9ˊê Çileyê de li girtîgeheke hikumetê ya li bajarê Humsê ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

