Di êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê ya piştgiriya dewleta Tirk de, Kobanê ji aliyê çeteyan ve hate dorpêçkirin, elektrîk û av hate birîn.
Ji ber ku HTŞ nikaribû berxwedana Kobanê bişkîne, li hemberî rêbazên ku wek sûcê şer têne pejirandin, Kurd û dostên wan li hemû cîhanê ji bo vebûna korîdoreke mirovî ya Kobanê û gihandina alîkariyan seferberiyeke mezin dan destpêkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag, ambargoya li ser Kobanê û krîza mirovahî ya ku tê jiyîn ji ANF’ê re nirxand.
‘HEDEFGIRTINA TENDURISTVANAN NÎŞANA SINOR NAS NAKIRINÊ YE’
Heval Bozdag got ku dorpêçkirina bajarokan, girtina derketin û ketinan, qutkirina xwarin, elektrîk û avê û gihandina wan hewcedariyên bingehîn, bi taybetî li ser zarok, kal û pîr û nexweşan encamên mirinê yên giran tîne û wiha dewam kir:
“Dewamkirina dorpêçkirinê wê encamên xerab bîne. Niha şeş zarok ji ber sermayê cemidîn û ji ber ku negihiştin xwarinê jiyana xwe ji dest dan. Nexweşên dîyalîzê û yên nexweşiyên kronîk ên ku divê bi domdarî derman bikar bînin, tedawiya wan tê astengkirin û bêyî piştgiriya bijîşkî nikarin xizmetên tenduristiyê bidomînin. Ev hemû dorpêçkirin armanc dike ku hêza berxwedanê winda bike û civakê bixe bin kontrolê. Divê ev dorpêçkirin bê rakirin berî ku bibe felaketeke pir mezintir. Hemû cîhan divê li hemberî rakirina van dorpêçkirinan helwesteke xurt nîşan bide. Bêdengiya Tirkiyê û eşkere kirina aliyê xwe yê nayê qebûlkirin.
Bi kêmanî divê ji Tirkiyê, bi rêya deriyê sînorê Mûrşîtpinar korîdoreke tenduristî û jiyanê vebe. Wekî din, mirinên ku li wir bên jiyîn, rasterast Tirkiye jê berpirsiyar e.”
Heval Bozdag diyar kir ku armancgirtina tenduristvanan û saziyên tenduristiyê nîşana wê yekê ye ku çeteyên cîhadî û hêzên serdest di şer de sînor nas nakin û wiha dewam kir:
“Nexweşxane qadên bêparastin in ku nexweş û xebatkarên tenduristiyê lê ne. Hedefgirtina van qadan sûcê şer e û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Me li Filistînê û Ukraynayê jî dît ku nexweşxane hatin hedefgirtin. Li Helebê jî nexweşxane, sivîl, nexweş û bijîşk, xebatkarên tenduristiyê hatin hedefgirtin. Bi van êrîşên ku nirxên mirovahiyê nas nakin, dixwazin tirs û bêbaweriyê di hişmendiya civakî de kûr bikin. Dixwazin psîkolojiyeke bêparastiniyê ava bikin. Rayagiştî ya demokratîk li hemberî van êrîşan nerazîbûneke pir xurt nîşan dide. Parastina nirxên gerdûnî tenê bi helwesteke dijber a li hemberî van êrîşan gengaz e. Li vir berpirsiyariyeke zêde li ser milê rêxistinên tenduristiyê û bijîşkan heye.
‘WÊ YÊ KU DI VÊ PÊVAJOYÊ DE SERBIKEVE TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BE’
Heval Bozdag diyar kir ku tenduristvan li Tirkiyê ji bo êrîşan serî li Wezareta Tenduristiyê dane û ji bo çûyîna Kobanê israr dikin û wiha got:
“Tenduristvan bi rêya SES û Odeyên Bijîşkan serî li Wezareta Tenduristiyê û Walîtiya Rihayê dane. Hem ji bo tespîtkirina cihê û hem jî ji bo daxwaza vebûna korîdora tenduristî û jiyanê. Lê hîn bersivek nehatiye standin. Yekîtiya Tabîban a Tirk ji ber astengkirina koçberkirina bi zorê û astengkirina gihandina xizmetên tenduristiyê bang li raportor û komên taybet ên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî kiriye. Nameya amadekirî ji bo mekanîzmayên NY yên qadên mafên mirovan, mafê tenduristiyê, , girtinên keyfî, nijadperestî, îşkence û rêxistina navnetewî hatiye şandin. Di nameyê de behsa raporên Heyva Sor a Kurd jî hatiye kirin. Her wiha hat gotin ku berdana endamên DAIŞ’ê ji girtîgehan metirsiyeke îstîqrar û ewlehiya herêmî û cîhanî diafirîne.
Kurd di ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de û li Rojava jî gelek tecrûbe jiyankirin. Li hemberî têkoşîna azadî û demokrasiyê hin aliyan li ku rawestiyane û helwestên wan ên ne samîmî di bîra Kurdan de maye. Nêrînên bêîstîqrar ên aktorên herêmî û cîhanî ji bo Kurdan bû tecrûbeyeke pir bi qîmet. Lawazî çêbû erê; lê ji wê wêdetir ev pêvajo hişmendiyeke siyasî ya pir xurt ava kir. Ez difikirim ku di serdema pêş de bandorên wê dê hebin û ji bo têkoşîna azadiya Kurdan bibe serkeftinek.”

