Ji bo şervanê QSD’ê Delîl Elkatmiş ê ku hatibû ragihandin roja 26’ê Rêbendanê li Çilaxaya Rojava şehîd bûye, li gundê Kadîkoyê yê navçeya Wêranşara Rihayê cihê ku malbata wî lê dijî taziye hate danîn.
Taziya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Çand û Yekîtiya bi Malbatên ku xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Windakirine (MEBYA-DER) hate avakirin, ji aliyê girseyek mezin ve hate ziyaret kirin. Di serdana ku bi sedan kes beşdar bûn de, her tim dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berz kirin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan di taziyê de axivî û wiha got: “Li Rojava komkujiyek mezin pêk tê. Dijminatiya li ser Kurdan pêş ketiye. Ciwanên me li Rojava ji bo hebûn û nasnameya xwe têdikoşin. Kurd li Rojava, Rojhilat û Başûr yekîtiya xwe hedef dikin û xwedî li nasnameya xwe derdikevin. Hûn zilma li Rojava dibînin. Li hemberî vê gelê Kurd li ber xwe dide. Em ji vir nû dikin ku em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Taziya Elkatmiş wê 3 rojan berdewam bike.

