Tevî peymana agirbestê jî, li bajarê Kobanê ku hîn jî di bin dorpêçê de ye, xizmetên tenduristiyê û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bi giranî hatine astengkirin. Gihîştina derman û pêdiviyên tenduristiyê bi giranî hatiye qutkirin. Bijîşkên li Kobanê di vê mijarê de gelek caran daxwaza alîkariya lezgîn kirine û diyar kirine ku ew nikarin carnan derziyek jî peyda bikin.
Serlêdanên ku ji aliyê Komeleya Bijîşkên Tirkiyê (TTB) û Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê (SES) ve ji Wezareta Tenduristiyê re hatine kirin bê encam mane û daxwazên ji bo derbaskirina dermanan ji sînor jî bê bersiv mane.
Endamê Meclîsa Rêveber a Odeya Bijîşkên Amedê, di vê mijarê de nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku ev mijarek mirovî ye, ne siyasî ye û daxwaza vekirina deriyê sînor a Murşîtpinarê kir.
Çan, diyar kir ku li cihek ji bo zarokan derman nebe û nexweşên kronîk nekaribin xwe bigihînin dermankirinê, krîzeke mirovî ye. Çan, destnîşan kir ku tenduristî nikare bibe mijara bazariyê û got ku şer bi serê xwe pirsgirêkek mezin a tenduristiyê çêdike. Muhammet Çan, anî ziman ku berpirsiyariya mirinên ji ber dorpêçê çêdibin, hemû dewletên ku bêdeng dimînin e.
Çan, diyar kir ku li gorî agahiyên wergirtine li Kobanê derzî, dermanên kêmkirina tayê û pêdiviyên diyalîzê jî peyda nabin û emeliyatên acîl tenê bi awayekî sînorkirî têne kirin. Çan, got ku vekirina korîdoreke mirovî ne daxwazek e, pêwîstiyek e.

