Di daxuyanî û çalakiyên bîranînê yên ku li Dersim, Êlih û Amed hatin lidarxistin de, hate diyar kirin ku her çend erdhej karesatek xwezayî bû jî, wêraniya mezin encama xemsarî û polîtîkayên xelet bû.
Rêveberê Egîtîm-Senê Îlhan Oner, diyar kir ku bajarên ewle ne qencî ne, mafek bingehîn in û got ku her çend dihat zanîn herêm li ser xetên kelişte ne jî, amadekariyên pêwîst nehatine kirin.
Parlamentera Dersimê Ayten Kordu, jî anî ziman ku polîtîkayên navendî rê li ber girtina tedbîrên pêşîlêgirtinê girtine.
Li Êlihê jî bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê çalakiya bîranînê hat lidar xistin. Di çalakiyê de pankartek bi nivîsa “Ne karesata sedsalê, lê xemsariya sedsalê” hate vekirin. Li vir Nûnerê TMMOB’ê Şahîn Bavlî, axivî û da zanîn ku tiştê ku qewimî ne çarenûs bû, lê xemsariya sîstematîk bû.
Xizmên qurbaniyên erdhejê, ragihandin ku piştî sê salan, bi hezaran kes hîn jî di konteyneran de dijîn.
Li Amed, jî 411 kesên ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bîranîn û malbatan duayan kirin.

