Bi boneya 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo, bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê, daketin qadan û komplo şermezar kirin. Şêniyên ku tevlî çalakiyê bibûn, ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku Rêber Apo bi berxwedana xwe komploya navneteweyî têk biriye û gotin ku ew ê têkoşîna xwe heta misogerkirina azadiya Rêber Apo bidomînin.
Wedhê Mislim Berces, da xuyakirin ku ew ê bi ramanên Rêber Apo Kurdistanê azad bikin û wiha got, “Em 27 sal in li dijî komployê têdikoş in. Em komployê û hêzên ku cihê xwe tê de girtine bi tundî şermezar dikin. Rêber Apo bi berxwedan û helwesta xwe komployê têk bir, hêzên ku ji ramanên Rêber Apo ditirsiyan têk çûn. Em ê bi têkoşîna xwe komploya nû ya li dijî gelê Kurd têk bibin.”
‘EM Ê ZAROKÊN XWE BI RAMANÊN RÊBER APO MEZIN BIKIN’
Wedhê Mislim berces, diyar kir ku zarokên wan dê bi ramanên Rêber Apo bên mezinkirin û wiha dewam kir, “Wekî gelê Kurd, îdeolojî û doza me yek in. Em ê li ser rêya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin. Zarokên me dê çavên xwe vekin û bibêjin, ‘Bê Serok Apo jiyan nabe.’ Êrîş û zext çi dibin bila bibin, em ê ji ramanên Rêber Apo dûr nekevin û em ê di vê têkoşînê de her bi biryar in.”
‘ARMANCA KOMPLOYÊ NASNAMEYA KURD E’
Sebrî Mehmûd, jî diyar kir ku armanca komployê tunekirina nasnameya Kurd bû û wiha axivî “Komplo ji bo bêbandorkirina gelê Kurd û Rêber Apo hatibû plankirin. Lê Rêber Apo û gelê Kurd dê her tim bi ramanên xwe xurt bisekinin. Ev têkoşîn ne tenê serketinek fîzîkî ye, di heman demê de serketinek rewşenbîrî ye jî.”
Sebrî Mehmûd, da zanın ku komplo di hewldana xwe ya yekem de têk çû û got, “Mîna komploya yekem, ew ê vê carê jî bi ser nekevin. Em amade ne; çi dibe bila bibe, em ê Rêber Apo û ramanên wî biparêzin.”

