Bi dehan şêniyên Hesekê bi amadebûna rojnamevan, kesayetên civakî rojnamevan Egîd Roj (Şervan Seydo) di salvegera şehadeta wî ya yekemîn de li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê gundewarê Hesekê de bi bîr anî.
Rojnamevan Egîd Roj di 15ˊê Sibata 2025ˊan de di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bendava Tişrînê de şehîd bû.
Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) Dîlan Osman axivî ku hedefgirtina rojnamevanan ne sûcekî normal e, lê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê û şikandina vîna gelan e.

