Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê li dijî wêrankirina ekolojoyê meş hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Mazlûm Ebdî peyama, “rêveberiya Kurd a herêmî’ da Şamê: Ne nav, statu girîng e
Rojava

Mazlûm Ebdî peyama, “rêveberiya Kurd a herêmî’ da Şamê: Ne nav, statu girîng e

Fermandarê QSD’ê Mazlûm Abdî ku li Munihê ji rojnamevanan re axivî, bersiv da daxuyaniya, “daxwaza otonomiyê nîne” ya Şamê û got, “Nav çi dibe bila bibe, rêveberiya Kurd a herêmî dixwazin” û ji bo peymanan daxwaza ewlekariya navneteweyî kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî piştî hevdîtina di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi Serokê Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, pirsên rojnamegeran bersivandin. Ebdî, bersiv da gotinên Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şêbanî ku digot; “Daxwaza QSD’ê ya otonomiyê nîn e.”

Mazlûm Ebdî diyar kir ku rayedarên Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê di mijara têgeh û navan de kêşeyan dijîn û got: “Pirsgirêkên dewleta Sûriyeyê bi nav û têgehan re heye. Lê belê em, daxwaza rêveberiyeke herêmî ya Kurd/rêveberiyê dixwazin. Navê çi dibe bila bibe, ya girîng ew e ku ev Kurd be û şêweyê rêveberiya herêmî biparêze. Em, avadaniyeke ku her kes xwe tê de bi ewle hîs dike, bi taybetî taybetiyên Kurdan û çanda wan tê parastin, êriş li ser Kurdan nayên kirin û Kurd bi xwe herêmên xwe birêve dibin daxwaz dikin.”

Mazlûm Ebdî da zanîn ku hevdîtina wî ya bi Nêçîrvan Barzanî re erênî derbas bûye. Ebdî, got ku her çend nêzikatiyên şandeyên Kurd ên cuda hebin jî, di mijara hedefê de bi hev re tev digerin û ev yek destkeftiyeke girîng e.

Pirsên ji Ebdî Hatin kirin û bersivên dane wiha ne:

Pirs: Min ji Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê pirsî, got ku Kurd daxwaza otonomiyê nakin. Gelo Kurdan daxwaza otonomiyê kiriye?

Mazlûm Ebdî: Pirsgirêkên dewleta Sûriyeyê bi nav û têgehan re heye. Lê belê em, daxwaza rêveberiyeke herêmî ya Kurd/rêveberiyê dixwazin. Navê çi dibe bila bibe, ya girîng ew e ku ev Kurd be û şêweyê rêveberiya herêmî biparêze.

Pirs: Hevdîtinên we girîng bûn, gelo tu sozeke piştgiriyê ji bo we hate dayin, bi taybet jî ji bo otonomiyê? Çi temînat ji bo we hatin dayîn?

Mazlûm Ebdî: (Di hevdîtinên me yên giştî de) Her kes hemfikir e ku divê Kurd xwedî maf bin, xweseriya herêmên Kurdan bê dîtin, li ser herêmên Kurdan êriş neyên kirin û Kurd bikarin herêmên xwe bi xwe bi rê ve bibin.

Pirs: Gelo hevdîtina we ya bi birêz Serokê Herêma Kurdistanê re çawa derbas bû? Her wiha heke komên çekdar dîsa êrişî Kurdan bikin, gelo ew hêza hikûmeta Sûriyeyê heye ku bêyî ferq û cudahiyê bike hemû sûriyeyiyan biparêze?

Mazlûm Ebdî: Me spasiya Birêz Serokê Herêmê kir, ku ji bo hatina me ya vê derê bû alîkar. Her çend nêzikatiyên şandeyên Kurd ên cuda hebin jî, di mijara hedefê de bi hev re tev digerin û me bi hev re xebatên baş kir. Di xebatan de armanc yek bû, em şandeya Kurd weke yek dibînin.

Pirs: Di hevdîtinên we kirin de gelo we ji rayedarên navneteweyî xwest ku bên serdana Rojava?

Mazlûm Ebdî: Belê, me di hemû hevdîtinan de anî ziman. Ji bo peymana me ya bi Şamê re bê bicihanîn, me got ku divê mekanîzmaya garantiyê hebe.

Pirs: QSD dê weke sê tûgayan tevlî artêşa Sûriyeyê bibe. Gelo ji bo Pêşmergeyên Roj vegerin Rojava hûn bi rayedarên Şamê re axivîn?

Mazlûm Ebdî: Ji bo me tu pirsgirêkek nîn e, her ciwanekî Kurd dikare vegere û di wan her çar tûgayên di bin sîwana artêşa Sûriyeyê de tên avakirin û di nava hêza jinan de cih bigirin. Pêşmergêyên Roj jî dikarin tevlî vê bibin û erka xwe bicih bînin. Ev ji bo parastina Rojava pêwîst e.

Pirs: Civînên we bi Amerîkayî û Îngilîzan re çêbûn, gelo ji bo rageşiyên li Rojava rû dayin careke din dubare nebin, tu garantî dane we yan na?

Mazlûm Ebdî: Me ji her kesî xwest ku tiştên hatine jiyîn dîsa dubare nebin. Heke dubare bibin, divê helwestekî nîşan bidin û me xwest ji bo bicihanîna peymanê mekanîzmayeke were avakirin.

Pirs: Agahî hene ku we ji bo dayina otonomiyê bi Amerîkayiyan re hevdîtin kirine, gelo ev rast e?

Mazlûm Ebdî: Em têkildarî hûrgiliyên vê mijarê neaxivîn. Lê belê em li ser wê sekinîn ku li herêmên Kurdan xweseriya xwe biparêzin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin
Nûçeya Pişt re Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bakurê Kurdistanê xetereya windabûna zimanê Kurdî

Kurdî wekî zimanê axaftinê hinekî zindî ye û tê bikaranîn, lê wekî zimanê nivîsandinê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo silavên xwe ji Zanîngeha Kobanê re şand

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtina Cejna…

Ji aliyê Stêrk TV

Derket holê ku xebata lêgerîna madenê ya li Hesedînê neqanûnî ye

Derket holê ku xebata lêgerîna madenê ya li Zozana Hesedînê neqanûnî ne. Platforma Parastina Zozanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?